Nîzar Yûsiv

buye Rêwîyê xewna efsûnî

Ji hestên hunermend û helbestvanê 

Kurd Nîzar Yusiv, Pirtûkeke din li

pirtûkxaneya kurdî zêde bû, pirtûk

ji 30 î  helbestî hatiye amadekirin û

ji weşanxaneya Bafet û bi arîkarî û

derherneriya Edîrs Omer çapbuye,

gava xwêner rûpelên berhevokê ji

ser hev radike, rastî helbestên evînî,

civakî, netewî ku bi hestên pir nazik

hatine hûnan dibe.

 

Nîzar Yusiv helbestvanekî hest

nazik e, û stanbêjekî dengxweşe di

strana kurdiye ya nûjen de û hem jî

şêwekarekî ji asta herî bilind e.

Gava yek hunermend van hersê

beşên hunerê li ba xwe bicvîne

bêgoman wê karibe helbesteke

xurt biafirîn e.

Nîzar di vê berhevoka xwe de

ya bi navê Rêwîyê xewna efsûnî,

geh li têlên berxwedana 12 ê avdarê dixe

Geh bi evîdaran re di govenda

evînê de sergovendiyê dike. Û û û

Yê din jî ezê ji were bihêlim

xwendevanên hêja gava ku hun

helbestên Nîzar Yusiv bixwînî têhûnê

bi xwe xurtiya helbestên wî bibînî.

Navê dîwanê : Rêwîyê xewna efsûnî

Helbesvan:Nîzar Yusiv

Çapxana:Bafet

 

Hûn dikarin vê berhevoka helbestan

ji helbestvan Nîzar Yusiv bixwazin

Li ser vê maila li jêr.

 

Nizar-Di@hotmail.de

 

Xebat Şakir

22.02.2008

 

 
                                         Pirtûkên nû

 

 

                             Kurtegotinek

 

Ev pirtûk ji gotinên stiranan pêk tê. Li cem miletên din, diyardeya nivîsandina gotinên stiranan, bêtir tê naskirin. Di kurdî de, hema hema navên ku tenê di vî

warî de bi giranî kar kirine, nayên dîtin. hebin jî, pir kêmin. Ango zemîneke xurt tune ku afirênerê vî hunerî pala xwe bidê û berhemên xwe yên nû pêşkêş bike. Gotinên stiranan ne helbestin, lê ji giyanê helbestê ne dûrin, ne pexşanin, lê ji taybetmendiyên pexşanê ne dûrin. Hunereke wisaye ku cihê xwe di navbera helbest û pexşanê de digre. Ji destpêkê de, di qada stirana kurdî de, kurdan guh nedaye destnîşnkirina xwediyên gotinên stiranên xwe. Piraniya caran mafê nivîskarên stiranan li ber bayê navûdengiya stiranbêjan çûye.

Dem hatiye ku kesên têkildarî qada muzîk û stirana kurdî vê kêmasiya mezin ji holê rakin û hîmek ji hîmên bingehîn yên stiranê, ku gotinên wê ne, bi awayekî, bê parastin. Bê guman pêwistiya me kurdan jî bi karekî wisa heye ku gotinên stiranên me nemînin girtiyên CD û kasêtan, belê weke pirtûk jî bêne berhevkirin û çapkirin.

Ev pirtûka Kerîm Ehmed jî, di vê çarçovê de gaveke di riyeke dirust û dirêj de.

Helîm Yûsiv

 

 

Pirtûka helbestan

ya Helbestvan Hêmen Kurdaxî derket

bi navê Ez bişewitim, 

dûmanê min jî wê ji te hezbike

li Berlîn  ji nav weşanên

Han Verlag derket.

Hêmen Kurdaxî bi du dîwanên xwe

yên berî niha  derketî û 

bi helbestên pîvayî û cûdarengîn  

bala xwendevanên Kurd dikişîne. 

Herdu dîwanên Hêmen Kurdaxî

ji layê Weşanên EVRA li Berlîn

hatibûn weşandin.

Ya yekemîn 

„Çêroka neynûkên şikestî“

ya duyemîn jî Siwarên rejiyê ye.  

Ji wan berheman Çêroka neynûkên şikestî

çapa 1. qediyeye û çapa 2. hatibiye kirin.

Ev berhema bi navê  Ez bişewitim, 

dûmanê min jî wê ji te hezbike

dîwana  sêyemîn ya Helbestavanî ye. 

 

Hêmen  Kurdaxî

Ez bişewitim …

Dûmanê min jî wê ji te hezbike

Çapa Yekemîn -  2008

Hejmara rûpelan – 104

han Verlag

Bülowstr. 56-57

10783 Berlin/Deutschland

han-grafik@hotmail.de

 

ISBN: 978-3-940997-02-9

 

 


 

Pirtûka Kawa $êxê

ya binavê derî veneke derket,

bi vê pirtûka xwe Kawa $êxê

guleke din li gulîstana wêjeya kurd

zêde kir.

Kawa $êxê dibêje

derî veneke

lê ka ji kerema xwere

carekê rûpelên vê pirtûkê

ji ser hev rake û binere

bê ev ci deriye yê ku Kawa $êxê

naxwaze were vekirin.

l

 

Xebat $akir

 

 

H