Tengezarê Marînî: Valahiyek di dîroka toreya
kurdî de
Dema li ser destpêka dîrok an jî mêjuya toreya kurdî tête axaftin an jî
nivîsîn, Baba Tahirê Hemedanî ( 930-1010 P.z) herdem li ara ye.
Baba Tahir jî bi zimanê Lorî nivîsiye. Dibe ku gelek xwendevan bibêjin, ku
Lorî jî yek ji zaraveyên kurdî ye. Pirsek li vir xwe davêje meydanê: Gelo
Lorî xwe kurd dibînin an na? Li gor pirsiyar û têkiliyên kurdan bi Loran re,
bi hîç şêwyekî Lor nabêjin em kurd in, berevajî wilo, pirr tore dibin, dema
mirov kurdîtiyê bi wan ve dike. Ya rast jî çu belegeyên dîrokî nînin, ku Lor
kurd in.
Eger em li ser nêzîkbûna ziman û zaraveyê wan di gel yên kurdî rawestin, dê
bibînin ku nêzîkiya Lorî ji kurdî re, ne bêhtir e ji zimanê Bilûcî, Derya,
Piştûnî an jî Perisî ye.
Tişta min sersorman dihêle, ku hinek helbestvanên me kurdan hene, qet guman
li ser ziman û zaraveyên wa tune ye, ku ne kurdî ye, ew jî Pîr Reşê Heyran,
Şêx Fexrê Adiya, Lawikê Pîr, Piscem, Qatanî ne, ku di dema Şêx Adî û kurê wî
Şêx Sin(Hesen) de bûn ( di navbera 1100-1160 û di pey re), neketine nêv
dîroka toreya kurdî de. Ev helbestvan tenê bi kurdî û zaravê kurmancî
nivîsîne û qewl, beyt, sebeqe û du,ayên wan, di sing û hizrê pîr, qewal, Şêx
û Feqîrên êzdiyan de hatine parastin û di van demên dawî de ( ji salên
1970an de) bi destê rewşenbîrên êziyan, mîna Pîr Xidir Silêman, Dr. Xelîl
Cindî, gorbuhuştî Prof. Ordîxanê Celîl, Prof. Celîlê Celîl , Bedel Feqîr
Hecî û gelekên din, ji zarê oldaran hatinewergirtin û tomarkirin û ketina
qewarê pirtûkan û ji bo xwendevanan berdest in.
Ev xala ku çima dîrokzan û nasên toreya kurdî ( Pro. Qenatê Kurdo, Sadiq
Beha,idînê Amedî, Ella,edînê Sucadî, Prof. Marûf Xeznedar utd.), nexistin
nav pirtûk û kitêbên xwe de, me behitî di hêle. Ez dikarim têbigehim, ku
lêkolînerên êzdî, ji ber sedemên Civakî nexwestine wan navên pîroz yên me li
jor nivîsîn, bikin helbestvan, lê ew yên din çima weha bêdeng li ser vê yekê
mane, tênagihim?!
Her çi sedem bejî, Pîr Reşê Heyran, Şêx Fexrê Adiya û yên din, helbestvanên
kurd in û bi destnîşankirina vê xalê, em dîroka toreya kurdî beriya Cizîrî û
Feqiyê Teyran bi 300-400 salî wir de dibin û eve jî dikare bibe xaleke
balkêş û têvedan, ku lêkolînerên kurd bizav û pêkolê bikin, da bizanin çi û
kî di navbera 1160- ta dema Melayê Cizîrî de heye?!
Li vir vê nivîsê bi dawî tînim û bo we xwênerên hêja parçeyekî ji deqekî bi
navê helbesta(Qewlê) aşê Muhubetê yê Pîr Reşê Heyran rêz dikim. Min ew qewle
ji pirtûka nivîskarê rêzdar Bedelê Feqîr Hecî ( Bawerî û Mitologiya êzdiya.
Çedeha têkst û vekolîn) wergirtiy
Ev deq bi zimanekî rewan, sivik, mi helbesta(Qewlê) aşê Muhubetê mişt e ji
irfan û wêneyên helbestî, herweha em dikarin bibêjin, ku helbesta(Qewlê) aşê
Muubetê şêweyekî nûxwaziyê ye di toreya kurdî û li ser pêl û kêşeyên
folklora kurdî hatiye vehûnan.
Ez naxwazim li vir bêhtir li ser nivîsên Pîr Reş î binvîsim, nirxandina vî
deqî û vî şêweyê nivîsînê ji xwêneran re dihêlim:
Ji ber ku ev deq dirêj e, dixwazim çend kîteyan ji deq rêz bikim
Qewlê aşê Muhubetê
Bidey hezar distê şîlanê
Hezar hudhud esîl ji meydan
Hem wê bikêşiye ber derê dîwanê
Bo mêrî feyde naket xêr li îmanê..
Bidey hezar mîhê zerî
Hezar hudhud esîl ji berî
Bo mêrî fayde naket xêr îman e li serî..
Bidey hezar mîhêt sorî gerden dirêj
Hezar hudhud esîl ji mêj
Hem wê bi kêş ye ber derê niqêş
Mêr bê ser naçite pêş
…..
Aşiq a ber bi wêne
Dilê wan şubhetê çirên e
Singî û serya ser tixwêne..
Ohn xiwana bînin
Singî û serya li ser deynin
Li dîwana siltan Şêxadî qebûle û şik tê nînin
…
Ji qewlê Pîr Reş ê heyran e
Hinciyê bi rastî û bestî dest pavête daman yar û biran e
Dayim merkeba wê li behrêt giran ya melevan e..
Ji qewlê Pîr Reş î bi cîd a
Dibêjime we gelî mirîda
Me dîn Şerfedîn atqat Siltan Êziya…(êzîd e)