Hunera helbestê *

 

Heyder Omer

 

Di van çend salên dawî de, gelek nivîsarên, ku bi helbestê têne navandin, derketine holê, û gelek xortên nugîhane berxwe didin, ku para xwe bixin vê meydanê. Bi ser de jî pir guftugoyên pirsa helbestê dubare dikin, hatine, û tên xwendin û guhdarkirin. Lê mixabin pirên wan nivîsaran, wek xuyane, hîna li ser riya belbestê dikulin, û pirên wan guftugowan jî pirsa helbestê gelekî biçûk dikin, ta radeya, ku wê tenê di hundirê kêşê û rêzbendê de dihêlin. Pêre jî mirov pê hay dibe, ku helbest, li gor boçûnên wan, kêşesazî û nekêşesazî ye. Eger nivîsarek bi awayê malikan û rêzbend jî pê ve be, bête nivisandin, ew helbesteke kilasîk e, lê ger vê sistemê biguhêre û bi awayê hevokên, ku di bin hev re rêz dibin, bête nivisandin, ew jî helbesteke nû ye.

Bi baweriya me, kurtkirina pirsa helbestê, wek celebekî wêjeyî û cureyekî hunerî, di hundir vê têgihîştina bê nirx de eniya helbesta kurdî dide hember metirsiyeke mezin û sawdar. Lewre jî xwezî alavên ragihandin û rewşenbîriya kurdî (rojname, kovar, komeleyên nivîskaran, televiziyon) karibûna hin keysan lê bînin, da ev mijar tev hemû awa û warên xwe, bête guftugokirin, belkî hunera helbestê, ku çetintirîn beşê hunera derbirinî ye, bête naskirin.

Heya ew keys lê tê, dê berxwe bidim, nerîneke, ku heya ji min tê zanistî be, berdim holê. Lê ji ber ku xebatên ji vî cureyî , bi zimanê kurdî, di destan de nînin, ku ji mirov re alîkar bin, ez dê berê xwe bidin boçûnên rexnevanên toreyên din, û sûdeyê ji wan werbigrin, wek Dr Fayiz Eddaye û pirtûka wî (Ciwaniya şêwe), Dr Nayif Belloz û pirtûka wî (Zanista ciwan), Dr Şukrî Mihemmed Eyyad û pirtûka wî (Rêbazên wêjeyî û rexneyî), Giyorgî Gaçiyêv û pirtûka wî (Hişyarî û huner), wergera bi zimanê erebî, û nemaze jî Dr Îzeddîn Îsmaîl û pirtûka wî (Şîrovekirina wêje li ber ronahiya pisîkolojiyê), ji ber ku pirrê vê lêkolînê ji pirtûka wî hatiye wergirtin.

Têgihîştina xebata wêjeyî giringtirîn û metirstirîn qunaxa karê rexneyî ye, lê eger xuristiya wê xebata wêjeyî li pêş rexnevan ne sayî be,  têgihîştin jî zor û zehmet dibe, lewre divaye rexnevan berî pêşî xuristiya berhema, ku mijara rexneya wî ye, nas bike.

Helbest jî berhemeke wêjeyî pir alî ye, lê giringtirînê wan aliyan, ew e, yê ku xuristiya wê, wek celebekî wêjeyî şirove dike ye, ango naskirina hemû hêmanên hukardar, ku jê peyda dibe. Ji ber ku hemû celebên wêje û huner berhemên aferînê û taqetkirina (tecrûbê) hestewerî û hunerî ne. Hemû helbestvan, çîroknivîs, gotarnivîs, şanonivîs, û romannivîs di xalekê de hevbeş in, ku di tecrûbeyên hunerî re derbas dibin, û berhemên xwe dafirînin, lê cudabûna durvê hunerî yê her celebekî û awayê avakirinê li ser rêbaz û awayê aferîna her yekî ji wan xwedî bandûreke mezin e. Ji ber vê jî divê rexnevan rêgaya, ku her yek ji wan berhema xwe pê dafirîne, bipelîne û nas bike. Eger em jî li gor vê boçûnê mijara xwe bipelînin, em dê pêşî li ba du awayên durvkirina (Teşkîl) hêlbestê rawestin. Yek demdarî ye, mijara vê xelekê, û yê din cîgehî ye. Û eger keys lê bê, dê di dû re jî, bi awayê piratîk, li ba wêneyê hunerî rawestim.

 

Durvkirina demdarî:

Ji demeke zû de, rexnevanan tiliya xwe dabûne ser xaleke giring, ku hunera peyvê ji cureyên din cuda ye. Hunera peyvê demdar e, lê yên din, mîna wênkêşî û peykervaniyê, cîgehîn e, alav û metiryalên ya pêşî peyv e, lê yên a paşî reng, herî, hevîr û kevir in. Her yek ji wan bi alava xwe karekî hunerî xwedî bandûra dereûnî dafirîne.

Ziman alava helbestê ye, ew jî alaveke demdar e, çiku ji dengan û bergehan peyda dibe; ew jî wek mofirkên zincîrekê, geh tevger in, û geh rawestin in, li pey hevudu rêz dibin. Ziman, bi vî awayî, durvkirina sînorkirî ye, ji hin bergeh, an tevger û rawestinên xwedî wate peyda dibe. Yan jî ew bi xwe durvkirina demê ye, lê durvkirineke xwedî wate ye, wek çawa wênekêşî (resim) durvkirina cîgeh, ya xwedî wate ye, an jî ew durvkirina cîgeh bi xwe ye, da wateyeke taybet bistîne.

Lê digel hindê, ziman xwedî wateya cîgehî ye jî, ta radeya, ku mirov dikare bibêje: Durvkirina demdarî a cîgehî jî di xwe de dicivîne. Ez bawerim, ku peyva (dibistan) dikare mebesta me rave bike. Ev peyv ji sê bergehên (kît) dengdêr ( di- bis-tan)peyda bûye, gava mirov wê bilêv dike, pê hay dibe, ku di pey her bergehekê re rawestineke kin, an dirêj he ye, û her sê bergeh vêkra peyvekê durv dikin, ango bûne bingeha dengdêr a vê peyva, ku bûye zîmbola cîgehekî sînorkirî û nas, ango gava mirov vê peyvê bilêv dike, an dibhîse, yekser cîgehekî taybet û sînorkirî tê pêş çavan, pêre jî tê xuykirin, ku ziman durvkirina dengdêr a xwedî wateya cîgehî ye.

Bi vî awayî, em dikarin bibêjin, ku gava helbestvan zimên wek alava derbirinê bikar tîne, hîngê ew di yek demê de durvkirina du alî, an du rû, pêk tîne. Ango ew ji demê û cîgeh bingeheke xwedî wate çê dike. Eger cefayê hunermendê muzûkê ew e, ku dengan bi awakî lihevhatî, li dû hevudu di hundir demê de rêz dike, û yê wênekêş jî ew e, ku bergehan, di cîgehekî de, li hev tîne, helbestvan her du taybetmendiyan di karê xwe de dicivîne; ew cîgeh di demê de, û demê di cîgeh de, durv dike. Xuristiya alava derbirinê (ziman) jêdera vê yekê ye. lewre jî karînên derbirina zimanewanî ji yên derbirina wênekêşî pirtir û hêzdartir in.

Lê tevî dewlemendiya karînên alava derbirina zimanewanî, û tevî ku ziman wateya demê û cîgeh di xwe de dicivîne, helbestvan nikare pozbilindiyan li wênekêşan û peykervanan bike, çiku ew alaveke, ku beriya wî pêk hatiye, û tewaw bûye, bikar tîne. Wênekêş xêzan û rengan bikar tîne, û tabloweke xwedî wate pêk tîne, û peykervan hêvîr an herî û kevirên bê wate bikar tîne, û peykerekî xwedî wate jê peyda dike. Lê rewşa helbestvan cuda ye, ji ber ku peyvên zimên bikar tîne, ew peyvan jî beriya wî çê bûne, û wêne û wateyên wan li nav civakê diyar bûne û hatine naskirin. Ma çi cudabûn di navbera bikaranîna wî û ya kesên din de he ye?!.

Gelo em dikarin weha biçin, ku helbestvan bermayên civakê bikar tîne, û ti cefayê wî di durvkirinê de nîn e?! Em dikarin weha biçin, ku helbestvan ti tiştên nû çê nake, wek çawa wênekêş û peykervan tiştên nû çê dikin?!. Eger em weha biçin, em dê çima serên xwe bêşînin, û aferînê di karê wî de bipelînin?!.

Tevî vê jî mirov dikare bêje, ku helbestvan jî hin caran peyvine nû, ku berê bikar nehatine, çê dike, wek çawa hin caran peyveke nû ji yeka din dirêse û dizeyîne. Lê rastiya hunerî ew e, ku helbest kareke di dû çêkirin û peydabûna peyvan re dest pê dibe. Ango zayendina peyvên nû ne nîşana helbestvaniyê ye.  

Bi baweriya me, zanîna vê xalê yekemîn gav e li ser riya durvkirina helbestî. Helbest wek xebateke hunerî, durvkirina taybet e, ku ji gelek peyvan peyda dibe, ew durvkirina taybet e, ji ber ku her hevoka zimanewanî, çi helbestî be, çi na, ji peyvan peyda dibe, ji peyvan çê dibe. Lê taybetiya çêkirinê sedema sereke ye, ku derbirina helbestî ji hemû cureyên derbirinên din, ên zimanewanî, cuda dike.

Eger em careke din vegerin ba têgehê (durvkirin)ê, em nikarin ji bîra bikin, ku meydana durvkirinê hunera wênekêşiyê ye. Lê ev têgeh ji wir jî ber bi meydana hunera peyvê tê kişandin, ango durvkirin, wek karekî, di hemû huneran de dibe, lê cudayî ew e, ku hunerên wênekêşî hissî ne, li ber çavan û destan in, lê hunera peyvê paşhissî ye.

Metiryal (reng, herî, hevîr, kevir…..) li pêş hunermendê wênekêş he ye, berhemekê jê durv dike, ew berhem jî yekser dikefe pêş çavan û ber destan, û di vê riyê re derbas rehên mejiyê mirov dibe, û li wî hukardar dibe, lê berhema helbestvan, tevî ku li pêş alavên hiskirina mirov in, (nemaze çav û guh) û di navbera wan re derbas hundir rehên mejiyan dibin, û lê hukar dikin, lê ne xwedî hebûna ber biçav in, ango berhema helbestvan zîmbola tiştan û wateya ye, bê ku taybetmendiyên wan tiştan di wan zîmbolan de hebin. Wek nimûne, çiaqs em peyva (kevir) dubare bilêv bikin, ew nikare kevirekî bîne pêş çavên me, lê dikare xuristî u wêneyê kêvir bîne bîra me, dîsan wek nimûne, wênekêş dikare di navbera taybetmendiyên xweyîtî yên (rengê sor) re hukariya yekser li rehên mejiyên xweneran bike, ji ber ku wî rengî yekser bikar tîne, û xweneran rû bi rû dide hemberê, lê helbestvan nikare vê hukariya hissî, ya yekser, li xweneran bike, çimkê wan rû bi rû nade hemberê, belê ew zîmbolekî biçûk, ku wateya wî rengî hildigre, bikar tîne, ew zîmbol jî peyveke ji yek bergeha dengdêr peyda bûye, ti taybetmendiyên rengê sor tê de nîn in, lê dikare xuristî û taybetmendiyên wî di bîriya mirov de bilivîne.

Bi vî awayî, xuya dibe, ku rewşa wênekêş û ya helbestvan ji hevudu cuda ne. Li ba wênekêş, pêşî çav rengê sor werdigre, û di dû re jî bandûra wî li rehên mejî berhemdar dibin, lê li ba helbestvan, pêşî guh peyvekê dibhîse, û çav jî wêneyekî bê bandûr, ku ji çend tîpan peyda bûye, taybetmendiyên wî rengî tê de nîn in, dibîne. Lê gava ev peyv di navbera çavan û guhan re derbas hundir heşê mirov dibe, û wêneyê hissî, yê ne diyar, yekser dide pêş heş, hîngê ew jî dikare wê lerzîna, ku berhema wênkêş di derûnên xweneran de pêk tîne, pêk bîne. Bi vî awayî mirov dikare bêje, ku hunermendê hunera peyvê, di berhema xwe de, bi karê durvkirina, ku di ser tiştên hissî re ye, radibe.

Ev boçûnên jorîn tenê di tenga metiryalên durvkirinê, ên pêşî re ne, (reng, kevir,herî, hevîr li ba wênekêş û peykervan, û peyv li ba helbestvan), lê helbest, wek karekî hunerî çawa tê durvkirin?.

Ev boçûnên jorîn diyar dikin, ku pirsa helbestê ne tenê lihev-anîna çend peyva ye, wek çawa her hevoka zimanewanî tê ristin. Li meydana helbestê durvkirina taybet he ye, ku axiftinê dike helbest, û ji cureyên axiftinên din cuda dike. Gelo çi rûçikên wê taybetiyê he ne, ku axiftinê dikin helbest?!.

Eger em careke din li xuristiya zimên vegerin, wek çawa ew hem demdarî ye, û hem jî cîgehî ye, em dikarin bibêjin, ku durvkirina zimanewanî her du awayên durvkirina demdarî û cîgehî ye. Lê tevî vê jî, pergala durvkirina cîgehî cuda ye, ji ber ku meydana vî cureyê durvkirinê wênekêşî ye, çimkê metiryalên pêşî,di vê meydanê de,xwedî cîgeh û li ber alavên hiskirina mirov in, û dikarin bandûra yekser li rehên mejiyên xwenerên berhema hunerî bikin, lê hunera derbirinî, mîna helbestê, ne bi wî awayî ye, ji ber ku durvkirina cîgeh, di meydana vê hunerê de, cîgeh derbas dike, û jê bilindtir dibe.

Me gotibû her du cureyên durvkirina demdarî û cîgehî, di meydana durvkirina helbestê de hevbest in, tevlihev dibin, û berhemê dafirînin. Pêre jî mirov dikare bêje, tevî ku helbest, bi rastî jî, demê û cîgeh vêkra derbas dike, lê ew bi xwe bingeha demdarî û cîgehî ye. Jî ber vê rastiyê jî, gava rexnevan helbestê dixwîne û vedikole, divê ew vê hevbestiya her du cureyên durvkirinê ji bîra neke. Tevî vê jî xuristî û mebesta vê lêkolînê, ku dixwaze evan her du têgehan rave bike, dê her yekî ji wan bi tenha vekole.

Çarçewa helbestê ya muzûkî meydana durvkirina demdarî ye. Zanyarê kêşên helbesta eõrebî Xelîl Bin Ehmed Elferahîdî hizrek hebû, hevyarên wê ta roja îro jî hene. Ew hizr weha diçe, ku her kêşke helbestê taybetiya derûnî heye, lewre jî her yek ji wan ji bo pergaleke derûnî layiq e, hinek ji wan ji bo şahiyê, û hinek ji bo şînê layiq in. Helbestvan jî kêşa, ku ji bo pergala xwe ya derûnî û hestewerî layiq e, vedibjêre, û helbesta xwe li gor muzûka wê dirêse. Li gor vê boçûnê, mirov dikare bêje, tevî ku kêş bi xwe wêneyekî ne diyar û ne li ber çav e jî, ew wateya hestewerî di xwe de dicivîne, lê şirovekirina wê wateyê ji peyvan re dihêle. Gelo ev wate ji çi peyda dibe?!.

Mirov dikare çarçewa vê nerîna Elferahîdî firehtir bike, û di hundir kêşên helbesta eõrebî de nehêle, çimkê awazên muzûkê li her deverê, û li ba her çandê ev xuristiya derûnî heye, li her deverê tu dibînî hinek awaz hene, dikarin mirov bikenînin, hinek wî ber bi semayê de dikşînin, û hinek jî wî digrînin. Bi baweriya me, mirovê kurd,ji ber ku helbesta kurdî demeke dûr û dirêj lêvane bû,ji kesên din pirtir hestedar ê vê taybetmendiyê ye .

Dêmek, kêşa helbestê bandûreke derûnî heye, dikare pergala helbestvan ya derûnî wergerîne. Ev yeka rastiyeke bê guman e. lê tevî vê jî ev rastî li ba helbestvanê pêşî, yê yekemîn car ew kêş afirandibû, dimîne, an jî ew kêş ji pergala wî ya derûnî bi der ketibû, ji ber ku hîngê ewî helbestvanê pêşî wêyeyê surûştê, ku berê tune bû, afirand, ango ewî muzûka, ku ji bo pergala xwe ya derûnî layiq bû, afirand.

Bi rastî jî divê avahiya muzûka helbestê ji vê wateyê bi dûr nekefe,divê ev avahî, ji bo pergala derûnî ya helbestvan, neynika sayî be, ango divê helbestvan surûştê di navbera hest û derûna xwe re wêne bike, ne li gor çarçeweke, ku berê hatiye çêkirin, li ser wî destlat e, û stûyên hestên wî, li gor pîvan û pêdiviyên xwe, badide.

Ev boçûnên hanê eniya me didin hember pirsekê; ew jî ew e ku gelek helbestvanên din, di pey ên pêşîn re hatin, û kêşên, ku ji bermayên aferîna wan bûn, bikar anîn. Gelo ev helbestvanên paşîn li gel xwe, û li gel hestên xwe ne dilsoz bûn?!.

Lê wek me berê jî gotibû,gelek awazên muzûkê hen in, her hinek ji wan ji bo pergaleke derûnî layiq in, gava helbestvan helbesta xwe durv dike, layiqtrîn awaza muzûkê ji nav ên din vedibjêre, û helbestê lê siwar dike, ango ew her tim kêşa, ku ji bo pergala xwe ya derûnî layiq e, ji nav koma kêşan vedibjêre. Ev yeka dide xuyakirin, ku helbestvan ne girêdayê kêşeke sînorkirî ye, û tevî ku ew di hundir çarçeweke sînorkirî de dilive, lê ew çarçew fireh e, gelek kêş tê de hen in. Ev jî rastiyeke berz e.

Tevî ku ev boçûna jorîn gelek rûçikên rastiyê di xwe de dicivîne, lê nikare xwe ji rexnê biparêze, ji ber ku kêş bi xwe, ango wêneyê wê yê ne diyar ti wateya derûnî nîne. Mixabin li ba me Kurdan lêkolînên tecrûbeyî nîn in, ku vê yekê sayî bikin, lê miletên din, toreyên din, gelek lêkolînên wisa hen in, ku deg di mexberên zimanewanî de tomar kirine, û li wan degan guhdar bûne, li dawiyê hatiye çespandin, ku kêş bi xwe ne rasteqîn muzûka helbestê ye, belê awayê rêzbûna dengan li pey hevudu, digel kin û dirêjiya wan, sert û nerbûna wan, bilindî û nizmiya wan,digel bergehên kin û dirêj, ku di navbera wan dengan de hen in, ev yeka hanê muzûka helbestê ava dike, da karibe  pergala derûnî ya helbestvan wergerîne.

Zanyarê derûnî G.B.Gêlford di pirtûka xwe de ( meydanên pisîkolojiyê), wergera bi zimanê eõrebî, weha diçe, ku encamên wan lêkolînên tecrûbeyî diyarkirine, ku divaye malika helbestê mîna awayê xêzeke muzûkê bête nivisandin, her xêz li gor hulma hestewerî be, hejmara deng û bergehên, ku di wan xêzan de hen in curbecur be, ne hejmareke sînorkirî be, bi ser de jî divê muzûka her xêzê li gor bilêvkirina peyvan û wateya xêzê be, çimkê pêlên hestewerî û derûnî her tim bi awakî nîn in.

Ev lêkolînên piratîk diyar dikin, ku curbecuriya dengan û bergehan, çi ji warê jimara wan di xêza helbestê de, û çi ji warê astayên hulma hestewerî de, dikare helbestvanan ji hevudu cuda bike, pêre jî kêşên hene li hember xêza helbestî û hulma hestewerî teng dibin, û nikarin wan bikine dîla çarçewa sînorikrî. Ev curbecuriya kêşê, ne kêş bi xwe, ciwaniya muzûka helbestê diyar dike, û ji bo avakirina helbestê dibe hêmanê giring, eger helbestvan, û rexnevan wê ji bîra bikin, dê riya xwe jî şaş bikin.

Da em bôçûnên xwe xav û bê mînak nehêlin, em dê bala we ber bi du helbestên O.Sebrî de bidin. Sernavê her duwan „Newroz“ e, her du jî di dîwana wî (Apo, gotinên xav nepijîn bê tav), ya ku rehme lê Hemreş Reşo berhev kiribû de ne,(rûpel 4 û 109). Destpêka ya pêşî ev e:

Bi xêr hatî tu newrûz     rersala me Kurdan î.

Ya din jî bi vê malika jêrîn dest pê dike:

Newroz çiqas delalî       vedikujînî derdan.

Ev her du helbest li gor gavên hespê sivik, ê Cegerxwîn, hatine ristin. Ev hesp, wek Cegerxwîn dibêje, du gavan davêje, û her gavek ji 7 movikan pêk tê.(Biner: Hespên xweşxwanên kurdî.Hawar, hejmar 22).

Eger em kêşa evan her du malikan verişênin, dê bibînin ew bi awayê jêrîn hatiye:

Malika yekem:

                               1     -   2   -    3   - 4   -  5   -    6      -   7      

 Gava yekem:        Bi    -  xêr -   ha  - tî   -  tu  -   new   -   rûz

Gava duwem:        Ser    -  sa   -  la  -  me - kur -   da     -   nî

 

Malika duwem:       1     -  2    -   3   -  4   - 5    -   6       -   7

Gava yekem:         New  - roz  -  çi  -  qas - de  -   la      -   lî

Gava duwem:        Ve     - di    -  ku -   jî   - nî   -  der     -  dan

 

Dêmek tê xuyakirin, ku her du helbest li gor pêdiviyên kêşekê hatine ristin, lê têvî vê jî, gava tu wan dixwînî, cudabûna heyama derûnî, ya her duwan, yekser li pêş te sayî numa dibe, ya pêşî hestê şîndar, û ya paşî hestê şahiyê werdigerîne.  Xuya ye, gava ewî helbesta pêşî dinivisand, rewşeke derûnî şîndar, ku ji ber nebûna dewlet û keysên jîyîna şahiyên netweyî peyda bûye, ew dorpêç kiribû, û li derbirina wî destlat bû, lê gava helbesta paşî dinivisand, xuyaye ewî tablowa cejnê û şahiyên wê di xeyalê xwe de çêkiribû, ku hemû kes, jin û mêr, kêç û xortên Kurdan li çolê belavbûbûn, kom bi kom, û cih bi cih govendên semayê lidar bûbûn, û stiran û lîlî bilind dibûn.

Ev yeka teqez dike, ku kêş bi xwe, bê wate ye, lê hêmanên muzûkê yên din, mîna curbecuriya bergeh û dengan, kin û dirêjiya wan, sert û nermiya wan, nizm û bilindiya wan, digel hêrsê helbestvan û astayên pêlên hulma hestewerî vêkra kêşê xwedî wate dikin. Lewre gava helbestvan helbestê dixwîne, û tu jî lê guhdar e, tu dibînî çawa rûdawên xwedî wate li ser rû, û di navbera dengê xwendinê re diyar dibin.

tevî ku hewildanên gelek helbestvanên îro li ber deriyê nûkirinê dikulin, lê mirov dibîne hinekên wan, bi zanebûn, bi giringiya evê bingeha muzûkî ya helbestê haydar in. Ew pê hay bûne, ku ev cureyê durvkirinê dikare rasteqîn û hukardartirîn wêneyê wan wergerîne.Lewre berxwe didin, da ji çarçewa durvkirina kevin bi der kefin, û yeka nû, ku dikare pergala wan ya derûnî û hestewerî wergerîne, bafirînin,da helbest bibe wêneyê muzûkî ye tewaw, awazên curbecur tê de hem tev lihev bibin, û hem jî ji hevudu cuda bibin, da helbest li derûnên xweneran hukardar bibe. Ev wêneyê muzûkî, digel hemû hêmanên wî yên curbecur ji bo xweneran alîkarê bê hempa ye, da karibin hestên xwe yên belav bûne, li gor sîstema wê muzûkê birêsin.

Bi rastî jî bandûra berhema hunerî, dikare hestan li dû hev raxîne, û wan li gel hevudu, di çarçewa sînorkirî de bibestîne, ev yeka sedema sereke ye, ku em ji wê berhemê razî bibin an razî nebin. Eger nerîna me ya ciwanî êdyal be, û çêjna me jî hissî be, em dê mêldarên rista kevin bin, lê eger em bi felsefa ciwanî, ku nirxê heyîna (rêal, waqieõ) derûnî di huner û jiyanê de ji bîra nake,bawer bin,  em dê mêldarên rista nû bin. Bi baweriya me, bandûra evê yekê, ta roja îro jî , li ser çêjna civaka kurdî heye, wê ber bi helbesta kevin de dikşîne, û kend û keleman li pêş birêveçûna helbesta kurdî datîne.

Mebesta duvkirina helbesta nû ew e, ku pergala hestewerî bi awayê muzûkê wêne bike, zimanê kurdî jî ji bo pêk-amîna vê erkê amade ye, çimkê zimanekî awazdar e, durv û kêşên peyvan weke hev in, dengên ku bilêv dibin, tên nivisandin jî, lewre ti dijwaryên hunerî li pêş helbestvanên nû ji bo durvkirina helbestê nîn in.

Lê mixabin pirên helbestvanên nû, ku bi vê yekê haydar in, pirsa helbestê gelekî biçûk dikin, ta radeya, ku wê dixin hundirê berdaxa kêm û zêdekirina bergehên xêzên helbestê, ji ber vê jî tu dibînî ew zû dikefin ber dava dubarekirina sar, û bê hemd dibine dîlên rêzbendên, ku pirê caran derbirinê dibirin berî pergala hestewerî tewaw bibe, pêre jî nivîsara wan nikare derbas hundir awayê helbesta nû bibe, çimkê ew ji bîra dikin, ku awaza helbestê ji lihevkirina tevger û rawestinên, ku di navbera bergehan de hene, û pergala hestewerî ya helbestvan pêk tê.

Lê kînga xêza helbestî ya helbesta nû bi dawî dibe?. Bersiva vê pirsê li ba hulma helbestvan, û li gel pêlên muzûkî, ku di pergala wî ya hestewerî de hiltên û datên, hevbest e. Serkeftina helbestvanê nû di vî warî de nîşaneke ji nîşanên serkeftina helbestê ye, û pêre jî destlata rêzbendê li ser wî sivik dibe, ta radeya, ku dikare jê rizgar bibe, û bê hemd li pey vebjartina peyvên, ku bi yek tîpê, an yek dengî kuta dibin, nebeze. Hîngê pergala hestewerî û birin û berdana hulmê rola xwe ji bo kutabûna xêza helbestî dileyzin. Çiqas muzûka helbestê li gel birin û berdana hulmê lihevhatî be, ewqas jî rihetiya fîzyolojî li ba mirov peyda dike.

Ji hêla derûnî de jî, pirê caran gava mirov dest bi xwendin, an guhdarkirina hevokê dike, yekser texmîn dike, ku dê wê di demekê sînorkirî de bixwîne an bibhîse. Rastiya texmînê rihetiya derûnî bi xwe re tîne, lê tersiya wê mirov bê gav dike, da cefayên zêde bide, pirê caran jî cefayên zêde û bê berhem hewesa xwendinê di derûnan de sar dike. Ji ber vê yekê hin caran mirov xwendina helbestê bi dawî nîne, belê destan jê bera dide. Sedema sereke ya vê yekê kulandina muzûka helbestê ye.

Helbest avahiya muzûkî ya tewaw e, durvkirina wê jî karekî dijwar û pir girêk e, çiqas kin an dirêj be, wê divê yekîtiya hunerî hebe, hemû hêmanên wê yên curbecur delametên xwe pêk tînin û wê yekîtiyê ava dikin û diparêzin, wek çawa hêmanên gewdeyê mirov curbecur in, lê hemû vêkra gewdeyê bi rêk û pêk û lihevhatî pêk tînin, lewre jî tu dibînî çawa helbestvan peyvên şayik vedibjêre, û wan bi zanebûn di cihên layiq, di hevokê û xêza helbestî de datîne, û pirê caran jî bi pêş û paş hevudu dixîne.

Mebesta helbestvanê kevin ew bû, ku malika helbestê bi awayê hevbest û hêja birêse, lê xem û qisaweta helbestvanê nû ew e, ku ji bo avakirina helbestê avakerê hêja be,da avahiya muzûkî ya helbestê, û wêneyê wê yê hissî di guhan re debas rehên mejiyan bibin, û biherikin hundir derûnan. Mebesta wî ew e, ku ewî tiştê, ku mirov pê diheste, gava helbesteke biyanî, ku di zimanê wê nagihîne dixwîne an guhdar dike, di derûna xwener de bilivîne.

 

ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ

* Ev gotar di malpera TIRÊJ de jî hatiye weşandin.

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org