|
Hunera helbestê
8
Helbesta pexşane
Heyder Omer Birêveçûna
helbestê dide xuyakirin, ku ewê gelek caran durvê xwe guhertiye, ta
gîhaye vî durvê nû, ku jê re „ helbesta pexşane „ tê gotin, û
pêre jî bûye mijara gelek guftugo û nivîsarên, ku pirtûxaneyên miletan
pê hatine dagirtin, û hîna jî em dibînin ew guftugowan berdewam in, û
nerînên cuda-cuda diyar dibin. Hinek ji wan nerînan hîna jî bi guman li
vî celebê helbestê dinerin, û nikarin wê wek helbest bipejirînin. Lê tevî vê
yekê em dibînin,ku ev helbest riya xwe diqelêşe, û şûna xwe di qada wêje
de dûz dike, û roj û dû rojê heyîna xwe teqez dike, bê ku guh bide ewan
boçûnên, ku dixwazin wê gem bikin.
Li ba me
Kurdan jî evê helbestê xwe diyar kiriye, û gelek dîwanên wê, di van
salên dawî de derketine holê, lê mixabin ta îro ti gotar, an lêkolînên,
ku nerînên têorî, yên vî awayê helbestê mijara wan e, neketine destên
min. Têvî vê yekê, gava hin caran ev mijar bi awayê lêvane tê
guftugokirin, her tim gotina „helbesta nûjen e bê kêş “ li ba gelek
helbestvanan tê gotin û dubarekirin. Pêre jî diyar dibe, ku her
nivîsarek bi awayê heklbestî û kêş bête nivisandin, dikare bibe
helbesteke nûjen e pexşane. Gelo ev nerîn rast
e?!..
Bi rastî jî peyva „ helbest „ bi xwe di vî warî
de ne sayî û ne zelal e, ji ber ku gotina „ helbesta pexşane „ ya
ku di van demên dawî de gelek caran tê gotin û dubarekirin, gelek
taybetiyên peyva „ helbest „ ku berê hatine naskirin, bi paş xwe
de dihêle, û guh nade wan, çunkê wateya vê peyvê berê gelekî zelal bû, û
bi durvê kêşesaz dihate naskirin. Wê hîngê helbest durvekî zimanewanî yî
kêşesaz bû, usûl û rêbazên wê naskirîbûn, pêre her nivîsarek li gor wan
rêbazan bihata nivisandin wek helbest dihate pejirandin, û ya rêza wan
rêbazan negirta, pexşan jê re dihate gotin.
Ev yeka yekser dide xuyakirin, ku dijberî (
ÊÜäÜÇÞÜõÖ) di hundir gotina „
helbesta pexşane „ de heye, ji ber ku her peyvekê ji wan her
duwan taybetmendiyên xweser hene. Vê lomê em weha diçin, ku divê ev
gotin careke din bête nasandin, da peyva „ pexşane „ hilkişe
astayê, ku dikare wê li kêlek peyva „ helbest „ deyne, û rûçik
(sîfat )
û taybetmendiyên peyva „ helbest „ yên derbirînî
û hunerî bide wê jî.
Berî her tiştî divê ev gotin “ helbesta pexşane “
wek têrmeke xweser e, ji hev cuda nebe, wê hîngê cudayîya, ku di navbera
her du têrmên „ pexşana helbestî „ û „ helbesta pexşane „
de hene, wê sayî û zelal bête xuyakirin.
Têrma yekem peyva „ pexşan „ dide pêş, û ya „
helbestî „ dide paş. Ev yeka dide xuyakirin, ku naveroka her têrmekê
taybetmendiyên cuda hene.
Berztirîn taybetmendiya „ pexşana helbestî „ ew
e, ku ev cureyê nivîsînê dirêj e, gelek hevokan ji bo wateyekê
dixebitîne, wateyekê bi gelek awayan dubare dike.Ango qulafetê wê
nivîsarê ji wateya wê dirêjtir e, lê „helbesta pexşane „ kurt û
bi pêjn e, qulafetê wê yê kurt dikare gelek wateyan diyar bike. Lê tevî vê jî,
nîşankirina sînorên, ku di navbera helbestê û pexşanê de hene,
hewildaneke ne hêsan e, xebatên gelek nivîsevan û rexnevanan bê encamên
hukardar ji vê kefteleftê bi derketin. Pêre jî pirê caran, û ji demeke
zû de, tê gotin, ku „ helbest hin caran gotinên yekser bi kar
tîne, da bawerî wênekêşiya wê xurt bike, û derbirîna yekser jî
hin caran gotinên helbestî dixebitîne, da wênekêşî hêmanê
baweriyê tê de xurt bike „. Ev boçûna kevin careke din di
rexneya nû de dubare dibe,û rexnevan Hanrîş Bilês di pirtûka xwe „
Rewanbêjî û stîl „ de dibêje: „ Hêmanên baweriyê û
ciwaniya hewaldanê di deqên helbestî de hene, wek çawa hêmanên helbestî
di deqên yekser de hene „.
Dêmek pelandina sînoran di navbera helbestê û pexşanê,
wek me berê jî gotibû, ne hêsan e, nemaze di van demên dawî de, ku gelek
boçûnên cuda-cuda diyar dibin, û kêşan û rêzbendê bi paş guhên xwe de
davêjin. Lewre tiştê herî sereke û bingehîn di vê meydanê de, wek çawa
rexnevan Hesen Kazim di pirtûka xwe „ Têgehên helbestiyê „ de
dibêje, ew e ku mirov bala xwe bide taybetmendiyên gotinên helbestî û
tevgera wan ya zindî ye awart e.
Yekemîn û berztirîna wan taybetmendiyan, li gor
formolîzên Rûsan, peyva helbestî ye, ku divê wek peyv , ne wek
berdêla tiştekî, an hilgirê hestan, lê bête meyzandin. Hîngê ew peyvan
nirxên xwe yên xweser distênin. Taybetmendiya duwem jî wateya piralî
ye, ku rê li pêş wergirtin û têgihîştina durvên derbirînê vedike, û ya
sêyem, wêneyê hunerî û delameta wî di helbestê û pexşanê de
ye.
Formolîzên Rûsan weha çûne, ku hebûna guhêzê ( xeyal )
di helbestê de tiştek e, û xebitandina wê tiştekî din e. Ewana weha
diçin, ku xebitandin û bi karanîna guhêzê di helbestê de ewqas giring û
balkêş e, lê bi carekê çênabe, ku wêneyê helbestî bibe alava
şirovekirinê. Wek nimûne, ewana weha diçin, ku îstîaõre
di pexşana normal de wateyê şirove dike, lê delameta wê di helbestê de
tiştekî dine; ew ji bo bandûra ciwanî di helbestê de tê xebitandin; ango
wek çawa rexnevan Dr. Selah Fedil dibêje: „ Gava îstîaõre
tiştê normal dixe awayekî nişkavî, hîngê wî dike tiştekî biyanî û ne
normal „. Pêre jî em dibînin, ku delameta
îstîaõreyê, wek alaveke
guhêzê, tê guhertin.
Dr. Selah Fedil hîn jî pê de dihere, û dibêje: „
helbest gotûbêja, ku bi xwe bûye mebest e; ango helbest ziman e; zimanê
ku bi xwe bûye mebest û armanc, ne yê ku ji bo ravekirin û hevgihîştinê
bi kar tê, û piştî, ku ewê delametê bi cih tîne, tê sotin û şewitandin
„.
Ev boçûnan taybetmendiyeke dine helbesta pexşane diyar
dikin, ew jî rewşa zimanê wê ye, ku gelekî guvaştî ye,
peyvên bê rol û delamet napejirîne, ji ber ku ev cureyê peyvan ji hêlekê
de gewdeyê; ango qulafetê wê, bê sûd, mezin û giran dikin, û ji hêla din
de jî hêmanê matmayînê û nişkaviyê ku ji berztirîn rûçikên wê ye, qels
dikin.
Her weha diyar e, ku ev cureyê helbestê bi carekê guh
nade kêşan, ewên ku awaza derveyî ji wan diherike. Evê yekê gelek kes
hurhutandin, û ber bi pelandina awaza hundirîn de têvedan, lewre jî
ewana bi her awayî ev cureyê awazê di hundirê wê de pelandin, da bidin
xuyakirin, ku evê helbestê awaza xwe guhertiye, dest ji ya derveyî
berdaye, lê yekeke dine, ku ji hundirê wê dertê, dixebitîne, lê mixabin
ewana ji bîra kirin, ku helbesta kêşezas û pexşana normal jî ji vê awaza
hundirî ne bê par in, ji ber ku ziman bi xwe ji wê ne bê par e. Lewre jî
hebûna vê awazê di helbesta pexşane de, tevî ku hêmanekî giring e, lê ti
caran nabe nîşana çespandina hebûn an serkeftina wê.
Bingeha helbesta pexşane, li gor boçûnên rexnevanan,
Dr. Selah Fedil wek nimûne, li ser sê hêmanan vedine.
Yek ji wan ew e, ku ev cureyê helbestê pişta xwe di
kêşên hene û nasbûne yal dike, lê dest ji awaza hundirî bera nade. Pêre
jî bingeha ” rhythmus ” a ( ÇíÜÞÜÇÚ )
wê tê guhertin, û xwe bi ser wêneyê muzûkî ye derûnî, ku li gel
taqetkirina ( tecrûbe ) helbestî gelekî hevbest e, pal dide. Ev muzûka
hundirî, ji awayê têkildariya kurtbûn û dirêjiya kîtan ( bergan ) û
dengdêr û dengdaran, li gel hevdu, peyda dibe.
Hêmanê duwem jî ew e, ku ev helbest, heya jê tê, karînên
helbestî, yên zimên çalaktir dike û diteqîne, da hêmanê sêyem; ango
pirbûna wateyê biçespîne. Lewre peyvên wê gelek caran dişimitin, û
pijaqên wan bi ber pir aliyan de belav dibin.
Lê eger awayê avakirina wê bingehê, ku li ser
tevlihevbûna gelek pileyên, ku semta ( bervê ) wan ji hev cuda ye, û
bandûra wan weke hev e, li ba helbestvan û xweneran ne sayî û ne nas be,
hîngê têgihîştina wan hêmanên jorîn gelekî dijwar dibe. Ew pileyan jî ev
in: Awaz, rêziman, guvaştin, û pijiqandin.
- Awaza vê helbestê, wek me
berê gotiye, hundirî ye, ji têkildariya kîtan, kurtbûn û dirêjbûna wan,
û dengdêr û dengdaran li gel hevdu peyda dibe, lê bi tenha nikare bibe
nîşana serkeftina wê.
-Rêziman têkildariya peyvan
li gel hevdu diyar dike, pêre jî rola wê ya berz di awayê nivisandina
helbestê û xwendina wê de diyar dibe. Loma jî gava helbestvan helbesta
xwe dixwîne, gelek nîşanên curbecur li ser rûwê wî diyar dibin, û
têkildariya hevoka helbestî û ya hestewerî li gel hevdu teqez dikin. Ev
têkildariya hanê pirê caran rê li pêş hevokên helbestî vedikin, da guh
nedin rêbazên rêzimên, ji ber ku eawana hestan werdigerînin, û hest jî
pirê caran organîze nabin.
-Guvaştin (
ÊÜßÜËÜíÜÝ ), wek me berê
gotiye, berztirîn rûçikê ziman û şêweyê vê helbestê ye, ku her tim
peyvên watedar û bi pêjn dipelîne. Pêre jî wateyên vê curehelbestê ji
qulafetê wê firehtir dibin.
- Pijiqandin, digel ku ev
rewş peyv û gotinên vê helbestê pirwateyî dike, rê jî li pêş
şimitandina peyvan û xebitandina mecazê li ser piştê vedike, û asowên
guhêzê hem fireh dike, û hem jî ber bi matmayînê, û nenormaliyê de
dikşêne.
Ev rêbazên jorîn vêkra dikarin qulafet û delameta
helbesta pexşane li pêş me sayî bidin xuyakirin. Her deqê nivîsînê, yê
di çarçewa vê têrmê de şûna xwe dipelîne, divê wek çawa Sozan Bîrnar
dibêje, sê mercên ciwanî tê de hebin:
1.Yekîtî ya zindî (
biyolojîk) ye xweser; ji ber ku ew berxwe dide da cîhaneke
lihevhatî, bi rêk û pêk pêşkêş bike. Ev yeka dide xuyakirin, ku hêmanên
durvê wê û delametên wan ji hevdu cudan e, lê hemî ji bo pêkanîna
tabloweke pirî reng û bi rêk û pêk dixebitin.
2. Delameta wê ya sereke û
bingehîn helbestî ye;ango bingeha wê bê pilan e, û semta (bervê ) wê ne
ber bi armaceke sînorkirî de ye, lewre jî ramanên hundirê wê pirê caran
bê dûzan in.
3. Guvaştin, ji ber ku
kurtbûna şêwe berztirîn hêmanê helbestiya wê ye.
Lê divê em hewaldana çîrokbêjî (ÇáÜÓÜÑÏ
ÇáÜÍÜßÇÆÜí ) ya ku helbestiyê di hundir pexşanê
de dipelîne, jî bidin kêlek wan mercên jorîn, ku Sozan Bîrnar nîşan
dike, da em karibin bibêjin, ku me, li gor zanîna xwe, û li ber ronahiya
boçûnên hin rexnevanên rûmetdar, ev cureyê helbestê hinekê da naskirin.
Mixabin nebûna kêşê av bi devên gelek kesan xist, û
daxwaza nivisandina helbestê di dilên wan de mezin kir, bê ku haya wan
ji van merc û usûlên têorî hebe, lewre jî gelek nivîsarên lezok û jar
xwe bi navê helbestê berdane holê, lekeyên mezin û giran gîhandin vê
helbesta, ku riya xwe, wek awayekî derbirîna nû di rêveçûna helbesta
kurdî de, diqelêşe. |