|
Hunera
helbestê
6 / 7
Alavên
derbirîn û avakirina helbestê
5.
Yekîtiya
gewdeyî
Heyder Omer
Dêmek, tiştê
balkêş di penava helbestê de ne naverok e, ji ber ku naverok ji bûyerên
jiyanê têne wergirtin, her kesek wan dibîne, an guhdar dike, her kesek
bi wan hestedar e, lê tiştê herî giring û balkêş ew e, ku mirov bi çi
awayî wan hestên, ku bi wê naverokê re mijûl in, didebirîne, û digihîne
xwêneran. Nivîsevan û rexnevanê ereb, El-Cahiz, yê serdema Ebbasiyan,
beriya hezar û du sed sal weha çûbû, ku wate li keviyên rêkan belavkirî
ye, her kesek dikare ji xwe re bicivîne, lê her kesek nikare wan bixe
hundirê durvê hunerî yê derbirînê. Ev boçûn hînazindîtiya xwe diparêze,
û rexneya nû jî nikare wê bi paş guhên xwe de bavêje.
Arnst Fîşir
dibêje: “ Eger em bala xwe, tenê, bidin naverokê, û durv jî li pileya
duduwa deynin, hîngê em karekî neyî hişmend
dikin, çimkê huner, bi xwe, durvkirin e; huner durvê tiştan didiyê, û
tenê durv her aferînekê dike karekî hunerî. Durv ji bo huner û jiyanê
ristekî gelekî pêwîst e, mercê serkeftin an binkeftina her aferîneke
hunerî durvê wê ye, ji ber ku durv, di qelsbûn an hêzbûna wê aferîna
hunerî de, roleke giring heye”(1). Weha tê
xuyakirin, ku durvê hunerî nîşana serkeftina yehelbestê û her celebekî
wêje ye, lê tevî vê rastiyê, helbesta bê naverok jî tune ye. Ango ev
durv naverokekê di hundirê xwe de dicivîne, lewre divê mirov têkildariya
ewan herduwan ( durv û naverok ) li gel hevdu bipelîne. Rexnevanên
wêje, dîsan ji serdema Eflatûn de, ev yeka pelandine; Ma me nedît, ewî û
di dû re jî şagirtê wî Erîstotalîs tiliyên xwe dabûne ser giringiya
hebûna naveroka civakî û armanca perwerdeyî ya helbestê?.Rexnevanên, ku
di dû wan re hatin, hebûna naveroka helbestê teqez kirine, û gîhane wê
baweriyê, ku divê durv û naverok li gel hevdu bestandî bin, lewre jî
weha çûne, ku eger yekîtiya gewdeyî ( biyologî ) di navbera hemî
beş û hêmanên helbestê de nebe, hîngê ew helbest jihevketî tê xuyakirin,
û nikare hilkişe tenga helbesta serkeftî. Yekîtiya
gewdeyî ji zû de bala Erîstotalîs kişandibû, lê ewî ev yeka di
tirajîciyê û komîdiyê de pelandibû, û weha çûbû, ku divê tirajîdî, wek
celebekî wêjeyî, xwedî kireke tewaw be, ango dîve xwedî destpêk, navend
û dawî be, û her sê qunax divê li gel hevdu bestandî bin, her yek ji wan
bi encama xwe li gel ya pêşiya xwe girêdayî be, da xweseriya babeta wê
teqez pikin. Erîstotalîs bi vê yekê tenê nake, belê pêde dihere û weha
diçe; her ku cudahî di navbera van qunaxan de hebe, û hemî vêkra ber bi
eşkerekirin û nimakirina wê kirê de herin, ewqas dikarin lihevhatinê (
harmoniyê, însicamê ) di navbera xwe de peyda bikin, û yekîtîya gewdeyî
ya tirajîdiyê xurt bikin.(2) Her weha ewî
bi zanebûn, rengdêra ( gewdeyî, biyologî ) bi ser vê yekîtiyê de
xistiye, ji ber ku mebesta wî ew e ku, beşên wê yên curbecur( guhertin,
naskirin, girêk, çareserî, û dawîya wê, ku jêdera êşê ye) lihevhatîne, û
kireke tewaw pêk tînin, eger beşek ji wan bête avêtin, anşûna xwe
biguhêre, an jî beşekî din di nav wan de bi cih bibe, hîngê hemî ji
hevdu dikevin, û nikarin bibine nîşana serkeftina wê yekîtiyê. Danasîna
yekîtiya gewdeyî, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ewaya bûyerên bê sûd,
ku li gel wê kira sereke ne têkildar in, napejirîne, ji ber ku divê her
bûyerek şûna xwe ya rewa di navbera hemî bûyeran de bibîne, da di
avakirina bûyerê sereke de xwedî rol be, ku li kêlek wan ji bo
birêveçûna wê kirê sereke bixebite.Ev boçûn, ji hêleke din de tirajîdiyê
serberdayî nahêle, belê dirêjî û qulafetê wê jî sînor dike. Tevî ku gava
Erîstotalî yekîtiya gewdeyî şirove dikir, mebesta wî ne helbest bû, belê
şano û destan mebesta wî bûn; tevî vê jî, awayê vê yekîtiyê, çi ji hêla
têorî de, çi ji hêla piratîkê de, li ba rexneya di dû wî re hatiye,
nikare çavên xwe li hember serkêşiya wî, di vê babetê de, bigire. Yekîtiya
gewdeyî ya helbestê bermayê rexneya Rojavayê ye, mebesta wê ew e, ku
divê babeta helbestê û hestên, ku ew babet wan dilivîne, li gel hevdu
têkildar bin, li hevdu bibanin.Ev yeka ji têkildarî û orgenîzebûna raman
û wêneyan li gel hevdu peyda dibe, pêre jî helbest mîna gewdeyê zindî tê
xuyakirin; ango wek çawa gelek endam û beşên dewdeyê mirov hene, her
yekî ji wan delameta wî, ku ji delameta yê din cudaye, heye, lê ew beşan
hemî vêkra, digel delametên xwe yên curbecur, zindîbûna gewde diparêzin,
weha jî divê beşên helbestê, yên curbecur, ku delametên wan jî curbecur
in, li gel hevdu têkildar bin, da helbest bikaribe wê şopa, ku helbesvan
bendewarê wê ye, bigihîne xwêneran. Li gor
pêdiviyên vê yekîtiyêdivê helbestvan rêbazê avakirina helbesta xwe baş
binase, û baş bi wê şopa, ku dixwaze bigihîne xwêneran, û bi beşên
helbestê, ku wê şopê dafirînin, birame, da hemî vêkra li gel bingeha
helbestê bi rê ve biçin, û yekîtiya wê ya gewdeyî zindî biparêzin.Bi vî
awayî helbest hino-hino ber bi pêş de diçe, lê divê beşên helbestê li
gel hevdu bi xurtî bêne bestandin, ji yekîtiya babetê, ramanê, û hestan
biherikin; ango divê xweristiya babetê jêdera vê yekê be.Pêre jî divê
her ramanek şûna xwe di helbestê de bistîne, eger helbestvan careke din,
di wê helbestê de, li ramana derbas bûye vegere, hîngê ramana helbestê
li hevdu dikeve, û bingeha wê jî ji saz dikeve. Tê gotin, ku
helbest ji nişkave bi derdikeve holê, lê ev boçûneke çewt e. Tiştê ji
nişkave derdikeve holê ne helbest e, belê ramana yekemîn û sereke ye, ku
ji nişkave vedibriqe, û helbestvan di hundirê hestên xwe de pir bi wê
ramanê û awayê avakirina helbesta xwe dirame û mijûl dibe, belkî ev
mijûlî demeke dirêj bidome, pêre jî helbest tê afirandin, û di dû
rehelbestvan wê li ser kixazê datîne, û hinek guhertinan di pilana wê de
peyda dike. Derketina helbestê bermayê wê mijûliyê ye. Bi ser de jî,
wek me berê diyar kiribû, ku rexnevanê erebTeysîr Şêx El-Erd weha diçe,
ku raman bi awayê tewaw venabiriqe, belê ew beriya, ku bi derkeve
meydanê,her tim dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya zimanewanî û
kêşesaiyê li hevdu bibanin
(3). Eger mirov li
reşbelekên helbestvanan vegere, û wan bide hember nivîsîna dawî, dê bi
hêsanî rastiya vê boçûna me bibîne. Rexnevan û zanyarê derûnî yê Misirê;
Dr. Mistefa Siwêf, di pirtûka xwe de ( Bingehên derûnî yên aferîna
hunerî, nemaze di helbestê de ), ev yeka baş vekolaye, û resbelekên
gelek helbestvanên Ereb dane ber ronahiya lêkolînê, pêre jî gihayê wê
baweriyê, ku helbestvan, ji bo parastina vî durvê huerî, gelek caran
pilana avakirina helbestê diguhêre. Hin caran
helbestvan, li gor bandûra hestên xwe, hinek ramanên, ku têkildariya wan
li gel hevdu jar e, li pey hevdu rêz dike, wek çawa li ba pirên
sîmbolîstan diyar e, mebesta wan ji vê yekê ew e, ku hêmanê matmayînê û
pêjniya helbestê xurt bikin, ji ber ku xebitandina wêneyên cuda-cuda, bi
mebesta, ku wan ji hişên xwêneran ve nêzîk bikin, dikare pergaleleke
derûnî ye taybet li ba xwêneran peyda bike, pê re jî wêne û hest
tevlihev dibin, û ziman jî hîngê, wek ku alava derbirinê ye, dikare
kûrtirîn deverên derûna mirov û hestên wî wergerîne. Me gotibû,
yekîtiya gewdeyî, wek têrmeke hunerî, û hêmanekî giring, ku rola wî di
avakirina helbestê de gelekî nerxbiha ye, berhema rexneya Ewrupayê ye.
Rexnevanên Ereb, yên pêşî, boçûnên Erîstotalîs gelekî dubare kirin, lê
neşên bigihîştina mebesta wî, lewre jî ewana weha çûn, ku gava
helbestvan bikaribe beşên helbestê, yên ku di bingehên xwe de li gel
hevdu ne têkildarin, pev bibestîne, hîngê yekîtiya gewdeyî tê parastin.(4).
Pêre jî ji rastiya vê têrmê bi dûr de ketin, lê hino-hino ber bi mebesta
Erîstotalîs de çûn, û carcaran helewstên rexneyî balkêş li ba wan diyar
bûn, û têkildariya malikên helbestî li gel hevdû bala wan kişand. Wek
nimûne, Ibin Quteybe di pirtûka xwe ( Helbest û helbestvanan ) de
dibêje: helbesvanekî gote yê din: Ez ji te helbestvantir im.
Ewê din gotê: Çawa?. Lê vegerand û got: Ez malikê û
birayê wê dibêjim, lê tu malikê û kurmamê wê dibêjî.
Tevî vê jî
gava herî berbiçav, di vê penavê de, gelekî bi derengî li ba rexnevanên
Ereban, hate qevastin, û di navbera berhemên nivîsevan û ramanbîrên
Misirê; yên wek Eõbbas
Mehmûd El-Eõeqqad
û hinên din re, sayî diyar bû. Mixabin evê
babetê, wek tevayê rexneyê, bala lêkolînerên Kurd nekşandiyê. Tiştên, ku
di destên me de henin ji evê babetê dûr in, lê ji ber jarbûna têkiliyan,
nizanim ka rexnevanên Başûrê Kurdistnê para xwe xistine wê, yan na.
Lewre jî gava mirov vê babetê li ba me Kurdan dipelîne, pêşiya xwe vala
dibîne. Tevî vê jî,
gava mirov hinek helbestên kilasîkên kurd dixwîne, pêjna vê termê, tenê
ji hêla bandûra derûnî de, dike,û hin caran jî dibîne, ku ewana dawiya
malika berê li destpêka malika, ku di pey re tê, dubare dikin, û
herduwan li gel hevdu dibestînin, pêre jî wateya vê têrmê, li ba wan,
wek çawa li ba rexnevanên Eõreb,
yên kevin, dimîne; ang ew jî malikê û birayê wê dibêjin.
Helbestvanên Kurd, yên nû, bi bandûra çandên biyanî, bihayê vî hêmanê
giring nas kirine, û berxwe didin, ku yekîtiya gewdeyî ya helbesta xwe
biparêzin. Lê mixabin pirên berhemên wan hîna jî li ber deriyên
pêk-anîna vî hêmanî dikulin, û nikarin bi serkevin. Tevî vê jî
hin caran mirov pêrgî hinek nimûneyên balkêş dibe. Nezîr palo helbestekê
di kovara Pênûs de, diweşîne(5),
sernavê wê ( Bêdengiya Qizêzê ) ye. Heyama
derûnî ya vê helbestê yekeke xab e ( bêhêvî ), melûl e, ji destpêkê ta
dawiyê berdewam e, û bi gelek awayan xwe diyar dike. Dîmenê wî
qeşa girtiye, û her ku diçe, ew qeşaya pirtir dibe, pêre jî diqerime, û
bê tevger dimîne, û her tiştî wenda dike, ta ku nema lorandin; ev kira
ku pirê caran pencerên bêhnvedanê li pêş derûna şîndar vedike, bikaribe
dilê wî hinekê xweş bike, an bêhna wî fireh bike, lewre bûye dîlê
keserên, ku bi carekê nikarin tiştên wenda vegerînin, lê tenê dikarin
mirov ji xwe, ji heyîn û jiyanê birevînin, loma jî helbestên wî biyanî û
bê nav dimînin, û ev gerdûna pehn û fireh li pêş helbestvanê me teng
dibe, hemî derî û pencere li pêş têne hev, bi ser de jî piçek ronahiya,
ku di qoziyekê de xuya ye, nikare tariya, ku li derdora wî ye, biqelêşe,
belê "pelên
jiyana wî yeko-yeko dihêre",
birînên wî xwînzê dike, û fermiska diherikîne,pêre jî jiyan bê wate
dimîne, û helbestvan roj dû rojê tê sotin, diweste, ji hal dikeve, pêre
jî tenê rastiya rasteqîn li pêş wî diyar dibe, û wî ber bi amadekirina
kefenê xwe de dikşîne. Bi baweriya
me, helbestvan di awayê avakirina vê helbestê de gelekî biserkeftî tê
xuyakirin, heyama bêhêvî, li ser helbestê destlatdar e, lewre tevgera wê
giran bûye, û bandûra xwe bi ser ritmû awazawê de kişandiye, ew jî giran
kirine, pêre jî hevokên wê dirêj bûne, û herîkîna wan li gel pergala xab
( bêhêvî) lihevhatî ne. Tevî ku ev
helbest ji neh kurteperçan pêkhatiye, lê her perçakî ji wan delameta xwe
di bingeha wê de heye, ku perçê din nikare wê delametê bi cih bîne, û
hemî vêkra tablowa wê dirêsin û nîgar dikin, û yekîtiya wê ya gewdeyî
diparêzin, çimkê gava tu wê dixwînî, tu dibînî, ku çawa helbestvan di
rûnê bêviyê de diqewire, û her perçakî helbestê dilpopekê ji wî rûnî
dadirivîne, ta li dawî bê hêz dikeve, nema dikare ji bilî dirûtina
kefenê xwe, tiştekî din bike. Her çiqas
ev cure-hest di helbestê de, bi gelemperî, ne rûmetdar be jî, em bawer
in, ku taqeta (tecrûbe) Nezîr Palo di nav agirê havîbûnê de werdigerîne,
û dikare siha xwe bide ser jiyana, mirovê, ku ji welatê xwe bi dûr
ketiye, û bibe sîmbola rewş û pergala, ku pirên koçberan di bin hêz û
zora wê de dinalin. ***** ***
***** Jêder
û çavkanî: (1) Arnst
Fîşer: Pêwîstiya huner. Wergera erebî: E. Helîm, weşanên komîteya
gelemper ya pirtûkê 1971, hejmar û cihê çapê ne diyar in, rû 201. (2) Dr. M.
X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 65. Hêjayî gotinê ye, ku ew van
boçûnan ji ber her du pirtûkên Erîstotalîs; Hunera helbestê, û Rêzanî,
werdigire. (3) T. Şêx El-Erd: Pelandina
bingeha huneran. Bi zimanê erebî. Şam 1991, rû 223. (4) Dr.M. X. Hilal: Jêdera berê,
rû 204. (5) Biner: kovara Pênûs, hej 20, sal 2006. |