|
Hunera
helbestê
5
/ 7
Alavên derbirin û
avakirina helbestê
4.
Hewaldana çîrokbêjî
Heyder Omer
Evî hêmanê
hunerî di penava helbestê de ewqas bala rexneya kevin nekşandiye, ewan
rexnevanan, Erîstotalîs wek nimûnê, tenê bihayê wî di helbesta destane
de zor bilind nerxandine, lê rexneya nû pê de dihere, û hewaldana
çîrokbêjî (ÇáÓÑÏ ÇáÍßÇÆí
) wek serkeftirîn hêmanên helbesta nûjen dinasîne, û dibêje, ku avahiya
helbesta pexşane, bê hebûna vî hêmanê nerxbiha, wê ji ber kêmaniyê
binale. Pêre jî xuya dibe, ku helbest her tim bi xwe re di cirîdê de ye,
û durvên nû, li gor cêjn û têgihîştina çerxa xwe, dipelîne. Hewaldana
çîrokbêjî berztirîn hêmanê ristina tevna çîrokê ye, ku bûyeran ji wêneyê
heyînî dikşîne wêneyê zimanewanî yê hunerî. Eger em berxwe
bidin,û wateya vî hêmanî bipelînin, em dişên bêjin, ku di bingeha xwe
ya zimanewanî de, wateya lidûhevhatina gelek tiştên, ku li gel hevdu
têkildar in, dide, û wek têrmekê dîsan wateya lidûhevhatinê digel
xweşikbûna herikîna xeberdanê dide, lê wek têrmeke wêjeyî wateya
hewaldan û bihevgirêdana bûyerekî, an jî gelek bûyeran dide, çi ew
bûyeran rast bin, çi jî aferîna guhêzê bin. Ev danasîna
dawî dide xuyakirin, ku evî hêmanî roleke berbiçav di avakirina yekîtiya
helbestê de heye, çimkê ji hêlekê de, dikare bi hebûna bûyeran,
zindîtiya wê yekîtiyê xurtir bike, û ji hêla din de, hemî beşên helbestê
li gel hevdu dibestîne. Nerxandina
hewaldana çîrokbêjî bi vî awayî, bersiveke giring, ji bo
pirseke giring, diyar dike. Gelo çi têkildarî di navbera nûjeniyê û
bermayên berê de yehe?. Refekî mezin
ji helbestvanên nûjen weha diçin, ku nûjenî, wek qunaxeke aferînê,nema
li gel bermayên beriya xwe têkildar e, ewê hemî damarên, ku bikaribin wê
li gel bermayên berê bibestînin, birrîne û sotandine. Ewana, bi vê yekê,
valahiyê dixin navbera her du qunaxan. Lê tevî vê
boçûna wan, ewana nikarin nerxê çîrokbêjiyê û giringiya wê di avakirina
helbesta nûjen de erzan bikin.Ma em nabînin, ku helbestvanên nûjen, ne
tenê çîrokên nû dibêjin, belê bi ser de jî pirê caran xwe bi ser çîrokên
kevin de paldidin, da bi wan, an di riya wan re, segêrên çerxa me şirove
bikin, pêre jî em dibînin, ku ev yeka di helbesta nûjen de bûye
diyardeyeke berbiçav, ku helbestvan pirê caran xwe bi ser çîrokan,
efsaneyan û zargotinê de pal dide. Helbesta hemî
wêjeyên cîhanê rahiştiye evê teknîka hunerî, wek nimûne, helbestvanê
ereb yê hemdem Bedir Şakir Seyyab bi xebitandina evê teknîkê gelekî
navdar e, ew hin caran tevayê çîrkê hewal dide, û hin caran jî tenê
çîrokê nîşan dike, da xwêner jî bi wê re mijûl bibe. Helbestvanên
Kurd jî pirê caran evê teknîkê dixebitînin, Eger mirov, wek nimûne, li
dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî vegere, dê gelek helbestan bibîne, ku
her du helbesvanan gelek çîrok, çi bi tevayî, çi jî tenê nîşanek ji wan
çîrokan, an jî gelek metelok û pend di helbestên xwe de xebitandine.
Mebesta wan ji
evê yekê ne we e, ku çîrokê careke din hewaldin, lê mebest ew e, ku
sergêrên dema xwe di riya wan re şirove bikin. O. Sebrî meteloka, ku
dibêle "Wekî
kûcikê Bekiran"
di helbestekê bi kar tîne
(1), pêre
jî çîroka evê metelokê bi tvayî hewal dide, lê mebesta wî ne hewaldana
çîrokê ye, belê wê ji bo nerîneke xwe bi kar tîne, ku gelek kesên dema
wî hene, ewana jî wek kûçikê Bekiran tenê têrkirina zikên xwe
dipelînin, her weha di helbesteke din de çîroka Îbrahîm pêximber tîne
bîra xwendevanan, lê tenê wê nîşan dike û dibêje: "Min
xaç û pûtên xwe wekî Îbrahîm şikandin"
(2). O.Sebrî bi vê
yekê, helwesta xwe wek ya Îbrahîm pêximber dide xuyakirin. Îbrahîm ji rê
û rêbazên ola dê û bavên xwe bi derket, û oleke dine nû pêşkêşî
mirovaniyê kir, gava O. Sebrî ji rê û rêbazên eşîrtî bi derdikeve, wan
bi paş xwe de davêje, riyek nû ye tersî wan rêbazan digire, hîngê
taqeta ( tecrûbe ) xwe bi ya Îbrahîm pêximber şirove dike. Lê awayê
xebitandina vî hêmanê hunerî li ba wan pêşengên Kurdan dide xuyakirin,
ku haya wan ji rola wî ya hunerî di avakirina helbestê de nîne, çimkê ev
hêman di helbestên wan wek pîneyan têye xuyakirin,pêre jî, ji hêla
huneriya derbirinê û wênekêşiya hunerî de, ji helbestê direve; ango
mirov dikare çîrokê ji gewdeyê helbestê bavêje, ango ew tev hevîrê
stirandina helestê nabe, tenê karmendiya naverokê dike, û delameta xwe
di wê tengê re bi kar tîne.
Delameta
hunerî ya evî hêmanî ew e, ku helbestê ji qîre-qîra helbesta kevin bi
derxîne. Eger ew qîre-qîr û dengên bilind û stirana helbestê çavkaniya
helbestiya helbesta kevin bû, ku helbestvan hildiperikî ser milan, û bi
qîrîn û hawar bang cemawerê xwe dikir, helewsta xwe bi awayê hestewerî (
aõtîfî ) bi
wan dida bawerkirin. Lê mirov û civaka hemdem, bi bandûra pêşveçûna
şaristanî û fabrîkeyên vê çerxa me, bi wê qîre-qîrê û dengên bilind
hatine dorpêçkirin, û guhên xwe li hember wan dengan digirin, û jê
direvin; ango ciwaniya wê helbestê nema dikare li wan hukar dar be. Bi
gotineke din; hukariya, ku helbesta kevin dipelad, îro nerxê xwe wenda
kiriye; bê nerx maye, mirovê hemdem fermanan napejirîne, belê dostaniyê
dipelîne, pêre jî çavkaniya helbestiya helbesta nû hatiye guhertin, û
berê wê ber bi alîkî din de çûye, ku helbest karibe bi xwênerê xwe re
hêdî bipeyive, pêre danûstandinê bike,û ber bi pûnijiyê û pirsê de
bikşîne, ka ev helbest çî ji min re dibêje(3),
hîngê dikare delameta xwe, ji her du warên durv û naverokê de, pêk bîne. Hewaldana
çîrokbêjî, di vî warî de, dikare pareke pir ji barê helbestê hilgire, ji
ber ku dikare helbestê ji wê qîre-qîrê rizgar bike, pêre jî dişê, di
navbera pirbûn û cûrecûreya dengan re, diramatikiya avakirina helbestê
xurtir bike, ev avahiya diramatîkî, li ba rexnevanên îro, berztirîn
rengdêra (sîfe) helbesta nûjen e(4). Tevî ku ev
awayê helbestî, li ba gelek miletan, hîna jî şûna xwe ya rûmetdar
negirtiye, lê mêldar û hogirên wê li ba wan, çi helbestvan, û çi jî
erxnevan, gelek in, ji hêlekê de dîwanên wê, û ji hêla din de lêkolînên
li ser wê, di nav destên xwedevanên wan miletan de pir in, lê li ba me
kurdan hîna jî civaka me jê direve, û wê napejirîne. Gelo çima?. Bi baweriya me
sedemên vê yekê gelek in, em dikarin, hinekan li vir diyar bikin, bê ku
em deriyê vê yekê li pêş kesên din bigirin: a.
Civaka kurdî hîna civakeke gundî ye, ji gelek rûdawên bajarvaniyê bê par
e, lewre dîla dengên bilind û hukardar maye, û bi ser de jî, bi bandûra
jarbûna xwendinê, zanîn û hişiyariya wê ya ciwanî bi şûn de maye, û
nehêştiye mirovê Kurd bala xwe bide awayê xeberdana wan çîrokên
zargotinê, ku ji devê dapîr û bavpîran dibihîstin. b.
Tevî ku çîrokê di kelepûra kurdî de şûneke giranbiha heye, lê haya pirên
helbestvanên, ku evê teknîka hunerî dixebitînin, ji vê yekê nîne, ji ber
ku têkildariya wan li gel kelepûrê an tuneye, an jî gelekî jar e, lewre
nebûne hosteyên çîrokbêjiyê. c.
Evê têkildariya wan ya jar bi kelepûra kurdî re, rê li pêş wan teng
kiriye, ku bala xwe bidin awaza hundirîn, ku di destanên kurdî de,ji
lihevkirina her du hevokên zimanewanî û agehî diherike. Em weha diçin,
ji ber ku bi baweriya me, gava helbestvanê nû çîrokbêjiyê dixebitîne,
hîngê ew radihêje kevintirîn alava diyardeyên derbirinê, û hewil dide,
ku nuhoya xwe di riya buhêrekê re şirove bike, bê ku mandeyê ji pêş
çavan bide alîkî, çimkê nûjenî ne tenê çavkaniyên aferîna berê careke
din berbiçav dike, belê bi ser de jî cûbarên nû li pêş wan çavkaniyan
vedike, da hemî vêkra ber bi çemê gir de, yê ku ber bi mandeyê de
diherike,herin(5). çîrokbêjî ji
roja hebûna mirov de hebûye, belkî hebûna wê di pêşiya naskirinan zimên
de be, ku mirov hîngê bi nîşanan çîrok û serpêhatî hewal didan. Eger ev boçûna
me cih bigire, dikare ewê valahiya, ku boçûna têorî ya wî refê
helbestvanan dixe navbera du qunaxên birêveçûnê, dagire, çimkê jiyan wek
ava çema ye, her diherike, lê ji hevdu natê birrîn.
*****
*** ***** Jêder û
çavkanî: (1) Dîwana Osman
Sebrî. Berhevkirina A. Balî, çapa yekem, weşanên Apec, Stockhol 1998, rû
183. (2) Jêdera berê,
rû 76. (3) Fazil El-Eõzzawî:
Dûr, di hundir daristanê de. Bizimanê erebî. Çapa yekem, Şam 1994, rû
126. (4) Dr. Seõdedîn
Kuleyb: Hişyariya nûjeniyê. Bi zimanê erebî. Nimra çapê ne diyar e, Şam 1997, rû 46. (5) Fazil
El-Ezzawî: Jêdera berê, rû 112. |