|
Hunera Helbestê 4 / 7 Alavên derbirin û avakirina helbestê 3. Awaz û ritma helbestê
Heyder
Omer
Lê ne tenê
ziman û wênekêşî; an guhêz, hêmanên avakirina helbestê ne, belê hineke
din hene, rola wan di vê penavê de nayê ji bîrkirin, belkî awaz
giringtirîna wan alavan be. Wek tê
zanîn, ku kêş, li ba kilasîkan kaniya awazê bû, lewre jî ewana diristiya
kêşê û rêzbendê wek yekemîn mercên serkeftina helbestê nîşandikirin, û
helbesta, ku kêşa wê jihevketîba û rêzbenda wê ne dirist ba, nirxnizim
didîtin. Helbestvanê kurd seydayê Tîrêj jî hevalê vê boçûnê bû, di
hevpeyvînekê de weha çûbû, ku helbesta bê kêş û bê rêzbend nikare şûna
xwe di meydana vî celebê wêje de bistîne
(1). Li gor
boçûna rexneya kevin, kêş jêdera awaza helbestê ye, lewre jî gelek
rexnevanan berxwe dane, da raza (sirr ) vê awazê diyar bikin. Ferahîdî
yê eõreb
ji zû de ev yeka şopand, û helbesta eõrebî
da ber lêkolînên fireh, û di encama lêkolînên xwe de15
rêbazên kêşê diyarkirin, ew bi navê (Behr ) navandin, û Exfeş jî yeka
din diyar kir, divê helbestvanê eõreb
helbesta xwe li gor wan kêşan birêse. Evê babetê
bala helbestvanê mezin Cegerxwîn jî kişandiye, ewî berxwe daye, ku kêşên
helbesta kurdî vekolîne, û li dawiyê gotarekê di kovara Hawar de
diweşîne, çar rêbazan tê de şirove dike, her yekî ji wan bi ( hesp )
dinavîne; hespê çeleng, yê laxer, yê sivik û yê rewan, û dide xuyakirin
ku her yek ji wan du gava davêje, û di her gavekê de çend movik hene
(2). Lê gava
mirov bala xwe dide vekolîna Cegerxwîn, dibîne ku ritmê (Rhythm)
bala wî nekişandiye, ji ber ku tenê movikan (
kîtan, bergan ) nîşan dike, bê ku bala xwe bide kurtî û dirêjiya wan;
evê yeka, ku roleke berbiçav di avakirina ritma helbestê dilîze. Her weha
Deham Evdil Fetah jî xwe bi kêşên helbesta kurdî re mijûl kiriye, û li
gor nerîna xwe gîhaye rêbazine nû, ku di pêşiya xwe de nedîtine
(3).
Lê wek ku li guhên me ketiye, ev babet ji beriya wî li ba rexnevanên
Başûrê Kurdistanê hatiye vekolandin, lê mixabin berhemên wan di destên
me de nîn in. D. E. Fetah
berxwe dide, da kêşên helbesta kurdî vekolîne û şirove bike. Evê
helewstê ew ber bi pelandina wan kêşan de kişandiye, pêre jî ewî rêbazên
Ferahîdiyê eõreb
bi paş xwe de avêjtine, ew rêbazên ku kilasîkên Kurdan, wek M. Cezîrê û
yên din, pejirandine, û helbestên xwe li gor wan ristine. Eger em
nimûneyekî, ku D. E. Fetah ji ber M. Cezîrî digire, û kêşa wî li gor
têgihîştina xwe şirove dike, li vir jî bidin ber kêşên uõrûda
eõrebî, em
dê bi hêsanî bibînin, ku D. E. Fetah çawan, bi bandûra hestê xwe yê
netewî, qirika rastiyê badide
(4). Dilberê
îro seher avête cergê min du dox Yek li
sîne, yek li dil da lew ji min tên ax û ox D. E. Fetah
kêşa evê çarînê bi vî awayî vedikole: Dil be
rê î ro se her a /
- / / / - / / vê te cer
gê min du dox /
- / / / - / Yek li sî
ne yek li dil da / -
/ - / - / / lew ji
min tên ax û ox / -
/ / / / / û weha diçe,
ku kêşa evê çarînê li ser pêlikeke ( tef-île ) çarkîtî ava bûye; kîteke
deng bilind(/), kîteke deng nizim(-), û du kîtên deng bilind(//); ango
bi vî awayî: (/-//), lê di pêlika yekem ji birrê sêyem ( yek li sîne
) de, kîta çarem (ne) , ku di bingeha xwe de deng bilind e (/),
bi duristî deng nizim(-) hatiye. Ev yeka jî, li gor boçûna wî, ji
xweristiyên tîpa (e) ye, ku hin caran deng bilind tête xwendin. Her weha
gelek duristiyên din jî di kêşa vê helbesta çezîrî de hene. Lê gava D. E.
Fetah weha diçe, ku kît cihên xwe diguhêrin, yên dengbilind hin caran
deng nizim têne xwendin,bi carekê nîşan nake, ku kîtên deng nizim jî hin
caran deng bilind dibin, bi ser dej jî gava pêde dihere, ku kîtên deng
bilind hin caran deng nizim têne bilêv kirin, diyar nake, ku kînga ev
kîtan dengên xwe diguhêrin. Wek nimîne, gava li ba kîta (û)
radiweste, da bide xuyakirin, ku hin caran dengê wê bi duristî nizim ji
devê mirov bi derdikeve, dibêje:"Lê
çaxê tîpa (û), di rêxistina pêlawazan de, di cihê kîteke deng nizim de
bêt, duriste ku deng nizim bête xwendin."(5).
Lê diyar nake, ka kînga ew (çax) peyda dibe, an jî li kîjan cihî dengê
vê kîtê nizim dibe.
Şirovekirina
D. E. Fetah dide xuyakirin, ku rêbaza vê yekê heye, lê bi rastî rêbazek
nîne, ku kîtên deng bilind li gor wê dengên xwe nizim bikin, lewre jî
ewî çi rêbaz nîşan nekirine.Evê yekê bala Ferahîdî kişandibû, lewre weha
çûbû, ku helbestvan dikare carcaran kîtekê ji pêlikekê bavêje. Bi baweriya
me, D. E. Fetah di kêlek rastiyê re derbas dibe, û bala xwe nade wê, ji
ber ku kêşa her helbestê, li gor uõrûda
eõrebî, bi
bilêvkirina wê; ango awayê xwendina wê, diyar dibe, ji ber vê yekê jî
Ferahîdî du awayên nivîsîna helbestê nîşan dike, yek awayê rêzimanî ye,
û yên din awayê muzûkî uõrûdî
ye, ku guh nade usûlên rastnivîsîne, belê li gor bilêvkirina peyvan tê
nivisandin. Eger em bi vî
awayî çarîna Cezîrî bixwînin, kîta (ne) di birrê sêyem de, ku
deng nizime(-), dê deng bilind(/) bête xwendin, kêşa pêlikê dê bibe
(/-// ), û kîta (û) di birrê çarem de, ku deng bilind e, dê deng
nizim bête xwendin, kêşa pêlikê dê bibe (/-/),
pêre jî kêşa helbestê dê bi ser kêşa helbesta erebî ( Behr-remel) de
vegere. (Behr-remel) a
eõrebî
pêlikek heye ew jî ev e( fa-îla-tun/ÝÇÚöÜáÇÊÜõäú),
di her birrekî malikê de sê caran dubare dibe, lê helbestvan dikare cara
şeşê wê bike ( Fa-îlun/ÝÇÚöÜáÜõäú
). Kilalsîkên Kurd, ku uõrûda
eõrebî
xebitandine, hin caran pêlekek li kêşên wan zêde kirine, Pro.Dr.
Î.M.Resûl wê kêşê hîngê bi (Behra mustezad) dinavîne. Pêre jî kêşa
çarîna Cezîrî bi vî awayê jêrîn xuya dibe: Dilberê îro
seher avête cergê
min du dox Yek li
sîne, yek li dil da lew ji min
tên av û ox }Dil
berê î {
} ro
seher a { Fa îla
tun {
} Fa îla tun
{
/ - / /
/
- / / }
vê tecer gê {
} min
du dox
}Fa îla tun
{
}Fa î lun
/ -
/ /
/ - / }Yek
lisî ne {
} yek
lidil da { }Fa
îla tun {
} Fa
îla tun { /
- / /
/
- / / }lew
jimin tên {
}
a xû ox
{ }
Fa îla tun {
} Fa
î lun { / -
/ /
/
- / Weha diyar e,
ku kêşa çarîna Cezîrî li ser kêşa behra Erremel, a uõrûda
erebî ava bûye, ( Fa-îla-tun) di her birrekî malikê de sê caran dubare
bûye, û cara çarem jî (Fa-î-lun) hatiye, pêre jî bûye remela mustezad. Bi baweriya
me, xebitandina kêşên uõrûda
eõrebî li ba
kilasîkên Kurd rastiyek e, ku divê em jê nerevin, bi ser de jî divê em
vê yek wek numandeyeke (Zahîre) nerxbilind di birêveçûna helbesta kurdî
de nîşan bikin, ji ber ku, di vê meydanê de, gaveke nû bû. Lê tevî ku D.
E. Fetah di vê xebata xwe de evê yekê bi paş xwe de dihêle, bi rastî ew
tiliya xwe dide ser warekî, ku di avakirina awaza helbestê de gelekî
nerxbiha ye; ew jî ritma helbestê ye.
Gava ew dide
xuyakirin, ku deng, hin caran, ji xweristiya xwe bi derdikevin, û yên
nizim bilind dibin, û yên bilind jî nizim têne xwendin, hîngê ew ji
nîşankirina wê ritmê de, bê ku binavîne, nêzîk dibe. Bi rastî jî
tevî ku, helbestê, û rexneya nû jî, bihayê kêşan û rêzbendan erzan
kirine, û ew bi paş xwe de avêtine, lê nikarîne rola awazê û
ritmê (Rhythm) ji bîra bikin. Eger kêş li ba helbestvan û rexnevanên
kevin jêdera awazê bû, em dibînin, ku rexnevanên nû awazê di têkiliyên,
ku di navbera kîtan ( berg ), dengdêr û dengdaran, û peyvan de henin, de
dipelînin, û dîsan weha diçin, ku helbest bê awaz û bê ritme nabe.
Fîlosof û helbestvanê Elman Goetê weha diçe, ku ramana helbestî hunerî
bê ritme nîn e. Eger huner
derbirina pêjindar e, ku dikare wateyine dine, ku ji yên rava û nêzîk
bihatirin, diyar bike, ritme giringtirîn alavên wê derbirinê ye, ji ber
ku ew zimanê hestan e. Lewre jî rola wê di bingeha avahiya muzûkî ya
helbestê de gelekî biha tê nerxandin. Peyva ritme
(rhythm ) ji zimanê Girîkan hatiye wergirtin, wateya wê herikîn
e, mebesta wê jî li peyhevhatina deng û bêdengiyê, ronahî û tariyê,
tevger û rawestinê, sert û nerm, kin û dirêj, sivik û giran. Ango ew
zîmbola têkildariya, ku di nav beşekî û yê din, yan hemî beşên din de
heye, ew beşên ku berhema hunerî ( helbest ) jê ava dibe. Weha tê
xuyakirin, ku ritme, di şêweyê wêjeyî û durvê hunerî de, her tim
tevgereke li dûzan e, û hemî cureyên hunerê ( helbest, pexşana hunerî,
sema…) hevpişkên wê ne, ji ber ku, wek me li jor gotye, huner derbirina
pêjindar e, xwe bi ser ritmê de pal dide, û wê dixebitîne. Vê lomê, ew
ji bo avakirina awaza helbestê bûye palpişt û alava serk e. Bingeha awaza
helbestê li ser du hêmanên sereke ava dibe; ew jî ritme û kêş in, lê
tevî vê rastiyê, cudahiyeke gelekî zirav di navbera herduwan de heye. Da
ev cudahî bête naskirin, divê mirov bi du awayan li her dengekî ( tîp)
binere; divê carekê em xweristiya her dengekî, wek ku ew yekîtiyeke
xweser e, bizanibin, ango wek ku ew M, N, L ….e, û cara din li wî dengî,
wek çawa bilêv dibe, bête nerîn, ango divê em li taybetmendiyên dengan,
di hundir siyaqa gotinê û hevokê de, binerin, wek ku ew bilind an nizm
in, dirêj an kin in, xurt an jar in, sert an nerm in. Awayê bilêvkirina
dengan û dengkirinê di van taybetmendiyan de diyar dibin. Ev boçûn dide
xuyakirin, ku ritme ji dubarekirina mêlodiyekê di hundir malikê, an
hevoka helbestî de, peyda dibe. Têkildariya
ritmê û kêşê li gel hevdu ew e, ku her du jî xwe bi ser dubarekirinê de
pal didin; ritme li ser dubarekirina hin komelên kîtan (bergan) ava
dibe, lê kêş li ser dubarekirina hinek ritman ava dibe. Ev cureyê
dubarekirinê berxwe dide, da lihevhatinê ( harmonî, însîcam ) di navbera
peyvan û ramanan de pêk bîne, û her ku ritma vê lihevhatinê rava û
eşkere be, lihevhatineke hêzdar di navbera peyvan û wateyan de peyda
dibe, wêneyên hunerî jê têne zayandin, û axiftin ber bi xebitandina
alavên mecazê de dihere, û hukariya xwe li ser derûnan hêzdartir
dibe.Pêre jî ritme dikare şûna kêşê bigire,ji ber ku kêş ji ritman peyda
dibe. Li gor boçûan
Corc Sambson, kêş ji bo helbestê bingeha dînamîkî ye, lê ritme bingeha
sereke ye, ku helbestvan ramanên xwe li ser wê diderbirîne, lewre jî
ritme ji kêşê bihatir e(6).
Vê lomê formolîstên Rûsan weha çûne, ku hebûna kêşê ewqas ne giring e,
ji ber ku axiftin bê kêş jî dikare bibe helbest, û harmoniya ku ji ritmê
de peyda dibe, bi gelek awayan pêk tê, kêş jî tenê yek ji wan awaya ne
(7). Rexneya îro
ritmê glekî biha dinerxîne,û weha dibîne, ku bingeha helbesta nû li ser
hêmanên, ku ji rawestinê û tevgerê peyda dibin, ava dibe, û ev her du
pergalên rawestinê û tevgerê jêdrea tevgera hundirê helbestê ye, ya ku
durvê ritma wê dafirîne
(8). Pêre jî xuya dibe, ku ritme girngtirîn
hêmanê berhema helbestî ye, û her helbestek jî ritma xwe dafirîne. Vê
lomê mirov dikare bêje, çi rêbazên, ku berê amadene, ji bo ritma
helbestê nîn in (9),
ji ber ku têkildariya zimên, peyvan an kîtan, di hundirê helbestê de,
digel tevgera derûnî ya hundirê derûna aferîner durvê helbestê sînor
dike, ka ritma wê sivik e, an giran e, bê ku sivikbûn, an giranbûna
ritmê ewk şermeke, an kêmasiyeke hunerî bête nîşankirin, ji ber ku
pergala derûnî ya aferîner bervê ritmê ber bi sivikbûn an giranbûnê de
dikşîne.Eger em careke din li her du nimûneyên, ku me ji ber O. Sebrî
wergirtibû, vegerin, em dê bibînin çawa ritma helbestê li gor pêlên
derûna aferîner diherike
(10). Bi vî awayî,
helbest berxwe dide, da sînor û bergehên, ku kêş pirê caran dixe navbera
derbirinê û pergala derûna ya aferîner, derbas bike, û ber bi afirandina
ritma hundirîn de here, da çi sînor di navbera hevoka helbestî û ya
agehî de nemînin. Mirov dişê
bêje, haya rexneya kevin jî ji vê yekê, bi awakî ji awayan, hebû, ji ber
ku rêbazên Ferahîdî yê eõreb,
ku kilasîkên Kurdan, mîna Melayê Cezîrî û yên din, pejirandibûn, û
helbesta xwe li gor pêdiviyên wan risitbûn; ewan rêbazan fersendên kurt
dabûne helbestvanan, ku hin caran, li gor hulma derûnî, wan rêbazan
piçekê biguhêrin. Gelek durvên din di helbesta eõrebî
de, bi encama van guhertinên piçûk pêk hatin, lê ewana ne babeta me ne,
tenê mirov dişê bêje, ku helbestê her tim ritme, durv û awayên derbirinê
pelandine, ta ku kêşên amede bi paş xwe de hêştine, û ritma hundirîn
pelandiye; ev ritma ku li kêlek hêmanê dengan, xwe bi ser hêmanine din
de, wek ziman, wêne û zîmbolan, de pal dide, da ji têkildariya ritma
derveyî, ku kêş û rista dengdêran jêdera wê ne, li gel hêmanên
zimanewanî yên din mîna zimanê helbestî, wêne û zîmbolan, û hevokan û
awayê avakirina wan hevokan sûdê werbigire. Her weha
helbestvaê nû, ji bo avakirina ritma hundirîn, hin caran di helbesta xwe
de di navbera helbestê û pexşanê re dihere û tê, û hevokine pexşane tê
de dixebitîne. Ev yeka dikare hêmanê tevgera helbestê hin caran bi hêrs
û hin caran hêdî û nerm bike, ji ber ku ziman û awaza helbestî
delametine hêrsdar hene, lê yê pexşanê hêdî û nerm e. Bi rastî jî
pelandina evê ritma hundirîn gelek riyên din li pêş helbestê vekirin, ku
rahêje têknîkên celebên wêje yên din, mîna hewaldana çîrokbêjî, û wan jî
bixebitîne.
***** ***
***** Jêder û
çavkanî: (1) Kovara
Gelawêj, hej 19,sal 1979,Weşanên Partiya demikrat a kurd li Sûriyê (
El-partî ). (2) Cegerxwîn:
Hespên xoşxanên kurdî. Hawar, hej 22, sal 1933.Berhevoka Hawar, beşê
yekem. Weşanên Nûdem, Stockholm 1998. rû 461,462. (3) Biner:
Pirtûka wî: Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî. Şam 1992. (4) Jêdera
berê, rû 40. (5) Jêdera
berê, rû 34, (6) Pro.Dr.
Mihemed Sabir Uõbêd:
Helbesta eõrebî
ya nû di navera bingeha wateyî û ya ritmî de. Bi zimanê eõrebî,
Şam 2001, rû 21. (7) Grupekî
daneran: Têora rêbazê durv, wergera eõrebî.
Îbrahîm El-xetîb, çapa yekem, Bêrût 1981, rû 16. (8) Biner: Pro.
Dr. Mihemed Sabir Uõbêd.
Jêdera berê, rû 26. (9) Îlyas Xorî:
Lêkolînên rexneya helbestê: bi zimanê eõrebî,
çapa duwem,Bêrût 1981, rû 101. (10) Biner :
Durvkirina demdarî, di vê lêkolînê de. |