Hunera helbestê
3 / 7

Alavên derbirin û avakirina helbestê

2. Wêneyê helbestî

 

Heyder Omer

Têrm:

 

Gava mirov dixwaze evê têrma hanê ( wêneyê helbestî ) vekole, dê ji neçare ji mecazê de dest pê bike, ji ber ku mecaz bingeha wê ye. Li gor boçûna Erîstotalîs, ku heya îro sûdar e, mecaz ew e, ku navê tiştekî ji bo tiştekî din tê bi kar-anîn (1), an peyvek wateya xwe dihêle,û yeke din distîne. 

Danasîna mecazê, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ew wekhevkirin e ( teşbîh ), lê ji wateya îstîaõreyê ve jî gelekî nêzîk e. Lê tevî vê jî mirov ji nimûneyên, ku Erîstotalîs pêşkêş dike, têdigihîne, ku mebesta wî derbirina, ku rastiya sade derbas dike ye.

Dêmek, wêne li ba wî wekhevkirin e, û ji îstîaõreyê ve nêzîk e , çimkê eger mirov bêje ( Heso wek şêrekî diqîre), hîngê wêneyê hunerî bi wekhevkirina tewaw tê navandin, lê eger qîrîna Heso bibhîse,û bêje ( tu dibêjî qey şêr diqîre ) hîngê wêneyê hunerî bi îstîaõreyê tê navandin.

Lê wateya  wêne, wek têrmeke hunerî, ewê danasînê  derbas dike, û çarçewa wê  li ba birnasiyan, wek nimûne, firehtir dibe, ji ber ku ewana bê dudilî weha diçin, ku wêneyê helbestî hem wekhevkirin e, û hem îstîaõre ye, û hem jî hemî cureyên derbirinê ye, yên dikarin têkiliya wekhevbûnê di navbera tiştan de diyar bikin.

Wateya têrma (Wêne) li ba wan fireh dibe, û weha diçin, ku wêne aferîn e, ev aferîn ne tenê berhema wekhevkirinê ye, belê ew ji nêzîk-kirina du tiştên, ji hevdu dûr in, peyda dibe, û her çiqasî têkildariya, ku di navbera wan her du tiştan de heye, dûr û jar be, ewqas jî wêne hukardar dibe,  ber bi helbestiyê de diçe, û ciwaniya xwe teqez dike.

Ev boçûna wan du rûdawên wêne diyar dike, yek ji wan ew e, ku wêne di çarçewa wekhekirinê de namîne, û ya din jî ew e, ku wêne aferînek e, ku berhema hiş e, lê surylîzman warê derûnî yê wêne gelekî biha nerxandin, û weha çûn, ku wêne ne berhema cefayê hişyarî ye, lewre jî ewana bandûra bêageh (laşiûr áÇÔÚæÑ ) li ser berhema wêjeyî û wênyên helbestî zor bilind nerxandin.(2).

Bi vî awayî rê li pêş hemdemiyan vebû, ku têrma wêne firehtir bibe, û wkhevkirin, îstîaõreyê, sîmbolan, û macaza tewaw (mursel), ku li ser têkildariya cînartiya du tiştan ava dibe, jî di xwe de bicivîne. Lê gelek rexnevanan ev yeka nepjirandin, û weha çûn, ku mecaza tewaw bê nerxê ciwanî ye, lewre jî nikare şûna xwe di meydana wêneyê hunerî de bibîne. Gava mebesta te av be, û tu bêjî  ( min du berdax vexwarin), ma vê gotinê dê çi nerxê ciwanî hebe?!.(3)

Ew rexnevanan weha diçin, ku raste,gava peyv, di mecaza tewaw de jî, dişimitin û wateyine din distînin, lê ew wateyan zû û bê cefa li pêş xwêner diyar dibin, ji ber ku têkildariya wateya nû li gela ya berê gelekî numa ye, wek nimûne; têkildariya berdaxê û avê, li gel hevdu gelekî numa ye, lewre jî eger mirov bêje ( min berdaxek vexwar ) yekser av yan jî şerap tê bîra me, pêre jî ev gotin bê nerxê ciwanî dinmîne, û mecaza tewaw ji meydana wêneyê hunerî tê avêtin.

 

Giringiya wêneyê helbestî:

 

Weha tê xuyakirin, ku wêneyê hunerî helbestî ji zû de bala rexnevanan kişandiye, ewana bingeha wî vekolane, û çarçewa wî jî firehtir kirinê, pêre jî xuya dibe, ku ewna pîvana kilasîkan, ku wekheviya hevok û wateyan gelekî biha dinerxand, bi paş xwe de davêjin, û şimitandina peyvan bi kar tînin, da bigihînin vê boçûna, ku dibêje: Wênekêşî serkeftirîn alava avakirina helbestê ye.

Bi rastî jî, eger em li nimûneya xwe ya berê ( meş û sema ) vegerin, em dişên bêjin,ku ciwaniya wêneyê hunerî, di helbestê de, şûna ciwaniya tevgeran di semayê de, distîne. Ji ber vê yekê rexnevanên wêje weha diçin, ku helbesta bê wêne ne helbest e (4), bi ser de jî Goyo tevayê aferînê li gel wênekêşiya zimanewanî dibestîne (5), û hinek jî dibêjin, ku wêne û xebitandina wêneyan dikarin helbestvanan ji hevdu cuda bikin (6)

Gelo wêneyê hunerî çi metirsî û giranî heye, da bi vî awayî bête nerxnadin?.

Eger em bala xwe bidin mirovê, ku daxife, em dê bibînin axiftina wî bi peyvan tenê qayîl nabe, belê pirê caran dest, çav, birih û rûwê wî, li kêlek peyvan, ango zimên,para xwe dixine axiftinê, ta ku em dişên bêjin: Mirov li kêlek zimên zimanekî din dixebitîne, em dikarin evî zimanê din bi "zimanê nîşanan" binavînin. Gelo çima mirov zimanê nîşanan li kêlek yê normal, ku peyv alava wî ye, bi kar tîne?. Ma ev yeka nade xuyakirin, ku ziman pirê caran li hember hilgirtina hestên mirov lawaz dikeve, lewre jî ew ji neçare xwe bi ser zimanê nîşanan de pal dide?.

Belê… Zimanê nîşanan ewqas giring û sûdar e, ku dibe alîkarê zimanan da bikaribin hest, û her tiştên, ku mirov di hundirê xwe de, pê hestedar e, bigihîne guhdaran.

Her weha gava nivîsîn di destên mirov de dibe alava derbirinê, dîsan karînên zimên, wek me li jor jî diyar kiribû, hinek caran li hember hilgirtina hestên wî qels dibin(7), lê vê carê, mirov li şûna zimanê nîşanan, hewcedarê derbirina hunerî ye, da hestên xwe numa bike, û bigihîne xwêneran. Pêre jî giringî û metirsiya vî cureyê derbirinê, ku xwe bi ser wêneyên hunerî de pal dide, têne xuyakirin.

Helbest bilindtirîn cureyên wêjeya guhêzî ( xeyalî ) ye, bi ser de jî guhêz gewherê jiyana wêje ye (8), ango ew hêmanê wê yê tewrî giring û nerxbiha ye, wêne jî yekemîn berhema guhêza helbestê ye. Bi vî awayî, mirov dişê bêje, ku helbest, ne tenê mîna wênekêşiyê ye, belê ew wênekêşî bi xwe ye.

Ev boçûna jorîn, yekemîn car li ba Horas diyar bû, di dû wî re jî bû rêbaza rexneya wêjeyî li ba rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê, yên weha diçûn, ku divê hemî hêmanên serkeftina wênekêşiyê di helbestê de  bêne xebitandin,da bibine sedema serkeftina wê jî.

Dîroka têkildariya helbestê li gel wênekêşiyê, an hevgirêdana herduwan li gel hevdu gelekî kevn e. Roja ku mirov xwe naskir, û xwast hundirê derûna xwe bide der, rahişte wênekêşiyê, û wek alava derbirinê xebitand. Efletûn jî ji zû de tiliya xwe daye ser vê yekê, û weha çûye, ku tenê wêneyên, ku  helbestvan û wênekêş dafirînin, balan dikşînin (9), û Erîtotalîs di pe wî re hat, nerxê wêneyê hunerî bilidtir kir, û weha çû, ku mirov bê wêne nikare birame (10).

Dêmek bihayê wêneyê hunerî ji zû de hatiye nîşankirin, ku ew istûnê navend e, ku bingeha helbestê li ser ava dibe (11).

Çima evan rexnevanan wêne ewqas bilind û biha nerxandine?. Çima hebûna wêneyan di helbestê de ewqas pêwîst bûye?. Rexnevan Hirbirt Rîd bersivê dide, ku tenê tiştek dikare behreya helbestî û helbestiyê bipîve û nîşan bike, ew jî xebitandin û avakirina wêneyên hunerî ye, gewrebûn û negewrebûna helbestvanan bi wêneyan û hêza wan tê nîşankirin (12), ji ber ku, li gor boçûna Erîstotalîs, her kesek dikare peyvan li gor divîtiyên kêşan, li pey hevdu rêz bike, lê aferîna wêneyan ne hêsan e, aferîn ne axiftina normal e, ne bermayên kesine dine. Aferîn çêkirina nû ye, ku gava bermayê wê ji destên xwediyê wê bi derdikeve, û tê ber çavan, hîngê ji xwediyê wê pêve çi kesekî din nikare li wê xwedî bi derkeve, û bêje ev berhema mine, lewre jî rexnevanên helbestê weha diçin, ku awayê avakirin û xebitandina wêneyan ne tenê xweseriya helbestvanan nîşan dike, belê bi ser de jî helbesta nû û ya kevin ji hevdu cuda dike, ji ber ku her yek wênyan bi awakî cuda dixebitîne.

Li gor van boçûnan, mirov dişê bêje, tevî ku ziman, tev peyv û rêbazên xwe ve, alavên afirandina wênyên hunerî ne, lê wêne ne berhema wan e, weka çawa xanî ji hinek metiryalên wek kevir, dar, çîmento, û hesin tê avakirin, lê durvê wî xanî ne berhema wan metiryala ye, belê berhema cureyê pûnijiya avakerê xênî ye, weha jî cureyê pûnijiya helbestvanan û hest û nestên wî wan wêneyan dafirînin, ne ziman û peyv.Ev boçûn me ber bi pelandina delameta wêneyê hunerî de têve dide.

 

Delameta wêne:

 

Helbestvan wek hemî hunermendan taqetek ( tecrûbe ) heye, ev taqet dikare gelek raman û hestên curbecur di derûna wî de bilivîne, pêre jî ewana her tim di hundir derûna wî de dimînin û dikelin, û alavekê dipelînin, da di riya wê re bêne der û bigihên pêş çav û hestên xwêneran.

Wêneyê hunerî ev alava ye, ango wêne yekemîn alava ku taqeta helbestvan ji awayê derûnî bi derdixîne, û dixe awayê zimanewanî yê hissî.

Dêmek wêne sîmbola taqeta helbestvan e, ango sîmbola raman û hest û nestên wî ye, lewre jî eger rexnevan hêmanên wê taqetê ( raman û hestan ) ji bîra bike, nikare rola, ku wênê ji bo gewdekirina (wegerandin) taqeta helbestvan distîne, bipelîne û şirove bike. Delameta wêne ewqas giring û nerxdar e, ji ber ku eger ev taqeta agehî neyête gewdekirin, da bikeve pêş hestên xwêneran, ku ew jî pê hestedar bibin, ev taqet hîngê bê nerx dimîne.

Li vê derê pirsek tê bîra mirov; gelo mirov dikare bi şêwe û alavine din taqeta xwe biderbirîne?. Eger bersiva vê pirsê neyênî be, hîngê ji rastiyê de bi dûr dikeve, ji ber ku gelek awayên din hene dikarin vî barî hilgirin, lê derbirin hîngê nikare bikeve çarçewa huner û wêje. Pêre jî her du derbirinên zimanewanî, yên hunerî û normal ji hevdu cuda dibin.

Lê delameta wêneyê hunerî ne tenê ew e, ku taqeta helbestvan hilgire, belê bi ser de jî divê ewê taqetê bigihîne xwêneran, ger nikaribe vê yekê pêk bîne, hîngê bê nerx dimîne, çimkê helbestvan ne tenê ji bo xwe dinivisîne. Gava ew radihêje pênûsê da taqeta xwe bi nikilê wê birijîne ser kaxezê, hîngê delameteke din li pêş wêneyê hunerî peyda dibe; dê çawan wê taqetê bigihîne xwêneran?. Ji ber ku wêne ne tenê alava derbirinê ye, belê bi ser de jî alava dihevgihîştinê ye.

Eger wêneyên hunerî li hember bi cih-anîna vê delametê qels û jar bikevin, dê nerxnizim bimînin, çimkê durvê hunerî û sûda, ku jê tê wergirtin, vêkra dikarin ciwaniya wêne teqez bikin û biparêzin, lê bi ser de divê ew bikaribe xwêneran jî bixe hundirê heyama derûnî, ku maka wan wêneyan bû, da xwêner jî bibe hevpişkê hest û nestên helbestvan û hunermendan. Wê hîngê hêja ye, ku ew bi wêneyê wêjeyî  bête navandin(13).

Bi rastî jî Efletûn ji berê de ev xal nîşankiribû, û tiliya xwe dabû ser vê yekê, ku di navbera şêweyê wênekêşiya helbestvan û hestên ku di derûna xwêneran de dilivînin, têkilî heye, di pey wî re gelek rexnevan weha çûn, ku wêneyê hunerî di helbestê de dikare xweşiyê bixe hundir derûnên xwêneran, û li dilên wan hukardar be (14).

Ji bo ravakirina vê hukariyê, werin em vêkra li vê serpêhatiyê guhdar bin: Tê gotin, rojekê cînarên gundiyekî reben û belengaz şer birin ser mala wî û lê dan, gundiyê reben çû giliyê wan li pêş hukmet bike, lê nizanîbû ne bixwîne û ne jî binivisîne, lewre ewî serpêhatiya xwe li pêş erzalciyekî ( kesê ku nameyan ji xelkên nezan re dinivisîne ) raxist, ewayê erzalcî jî nivisand, û paşê name da pêş wî û gotê: Ê dî ka tiliya xwe bi vir vene. Gundî gotê: Hela bêje min te çi nivisandiye?. Gava erzalcî name xwend û şirove kir, hema gundiyê reben girya û got : Weyyy, ev yeka gîş bi serê min hatiye, û haya min jê tune ye ?!..

Tevî ku ev serpêhatiyeke normal e, her rojê dehên caran li gundan, di navbera gundiyan de diqewime, lê gava mirov bi helwesta rexneyî wê dixwîne, an guhdar dike, hîngê hukariya derbirin û wêneyê hunerî diyar dibe, pêre jî pê hay dibe, ku ev cureyê derbirinê û wênyê hunerî dikarin ta çi radeyê heyîna hunerî ji ya rastî cuda bikin, û li ser hestên mirov destlatdar bin.

Gelo çima helbestvan ji bo vê hukariyê radihêje wêne û wênekêsiyê?. Rexnevanên wêje bersivê didin, û weha diçin, ku derûna mirovanî her tim mêldar û hezkira ciwaniyê ye, lewre jî wêneyên yekser û bê giyan vê derûnê bêhnteng dikin, wê ditengijînin, lê axiftina mecazî dikare wêneyan ciwantir bike (15), ji ber ku axiftina mecazî maka pêjnê ye, ku dikare hem gelek wateyan ji wan wêneyan biherikîne, û hem jî dikare wateyekê bi gelek şêwe û awayan biderbirîne. Rexneya wêjeyî ye nû evê yekê gelekî biha dinerxîne, pêre jî gîhaye wê baweriyê, ku şimitandina peyvan berztirîn rûdawa helbesta nûjen e, nemaze jî helbesta pexşane.

Gava helbestvan wêneyan ji bo taqeta xwe û dihevgihîştinê bi kar tîne, hîngê tiştên ku  ne diyar in ( raman, hest û nest ) gewde dike, û durvê berbiçav ( hissî ) ji bo wan dafirîne, û dide pêş xwêneran, pêre jî heyînê bi awa û şêweyekî nû ye hukardar dafirîne; ev hukarî dikare heyînê ciwantir bike. Ji ber vê yekê mirov dişê bêje, ku hêz û pêşkêşkirina ( avakirin ) wêneyan, ji bo nîşankirina zîrekiya helbestvanan, pîvanên sereke ne, ku dikarin hulma wan ji hevdu cuda bikin, û xweseriya wan jî teqez bikin.

Li gor van boçûnan, mirov dikare bêje, ku wêne giyanê aferîna helbestê ye. Ev bawerî riyekê dide pêş rexnevanên helbestê, rev jê nabe. Eger rexnevan wê riyê bide paş xwe, karê wî dê xav bimîne. Em dixwazin weha biçin, ku eger rexnevan wêneyên helbestê nede ber ronahiya vekolîne, hîngê lêkolîna wî dê her xav bimîne, û dê ji rastiya helbestvaniya helbestvan bi dûr de bikeve.

Wek çawa wêne dikarin vê delametê pêk bînin, û helbestvanan ji hevdu cuda bikin, weha bandûra wan li hemî xwêneran jî di astayekî de namîne, belê ji xwênerekî ta yê din, ji deverekê ta ya din tê guhertin, ji ber ku mirov û miletan li gel jiyan û dinyayê têkiliyên cuda-cuda henin. Wênyê ku li ba te hukardar e, belkî nikaribe li nik kesekî din wê hukariyê bixebitîne, wek nimûne, belkî peyva ( çiya ) nikaribe li nik miletên din, wek çawa li nik Kurdan, hukardar be, ji ber ku ev peyv dikare gelek bîranîn û serpêhatiyên Kurdan, ku li gel wijdana wan têkildar in, bi xwe re bîne bîriya mirovê Kurd.

Dêmek wênyê hunerî bi qaserî, ku li gel aferîner hevbest e, ewqas li gel xwêner jî girêdayî ye, çimkê wek çawa Îrwîn Êdman dibêje ku du tişt bandûra helbestê teqez dikin; ew jî ev in; wergerandina xewnên helbestvan û hestên, ku dikare di derûnên xwêneran de bilivîne, ji ber ku gava xwêner helbestê dixwîne, û hestên, ku helbestvan wan werdigerîne, li gel yên xwe dibestîne, hîngê ew jî wan wêneyan, bi helbestvan re, dafirîne (16).

Nerxandina wêneyê hunerî bi vî awayê biha ne aferîna rexneya nû ye, belê hemî rêbazên rexneya berê jî wêne weha nerxandine, lê delameta wêne berê ew bû, ku ramanan şirove bike, ango pêşî raman diyar dibû, di dû re jî wêne dihat û ew ramana şirove dikir. Wêne bi vî awayî, ji hêla naverokê de, rola şirovekar distand, lê ji hêla durv de, pirê caran, wek pîneyan li ser gewdeyê helbestê xuya dibû.

Rexneya nû bi vê rolê qayîl nabe, ji ber ku ev rol zindîbûna yekîtîya helbestê ne tenê birîn dike, belê mirdar jî dike. Lewre delameta wêneyê hunerî, li ba rexnevanên nû hatiye guhertin, û bûye alava derbirinê, bûye hilgirê hestan.

Gava ev rexnevanan wênekêşiya zimanewanî ewqas bilind dinerxînin, ewana nerxê guhêz (xeyal) di avakirina helbestê de diyar dikin, ji ber ku guhêz bingeha wênekêşiyê ye.

Bi rastî jî guhêz, wek hêmanekî derbirina helbestî, ji zû de bala rexnevanan kişandiye, Erîstotalîs, û di dû wî re rexneya kilasîk, li ba rola guhêz rawestiyabûn, û nerxê wê nizim kiribûn. Kilasîkê Firasa, Labroyêr weha diçe, ku divê di axiftin û pirtûkên xwe de em ewqas pir xwe bi ser guhêzê de pal nedin, ji ber ku ramanên çewt pirê caran jê de dibarin, ew ramanan ji me re bê sûde ne, divê ramanên me berhema hiş bin. Bi ser dejî nerxandina guhêzê li ba kilasîkan gîha wê radeyê, ku ewana gotin : Guhêz di navbera mirov û lawiran de hêmanekî hevbeş e (17).

Lê nêrîna fîlosof û rexnevanan di dû wan re hate guhertin, loma jî guhêz wek aferînerê wêneyên, ku delameta wan diyarkirina rastiyên derûnî û wêjeyî ye, tê nasandin, pêre jî guhêz tevli hevîrê stirandina helbestê dibe, û dibe jêdera wêneyên hunerî, yên ku taqeta (tecrûbe) helbestvan hildigirin.  

Ev danasîna guhêz, bi vî awayî, bermayê filosofê Elman Kant e, ku weha çûbû, ku guhêz mezintirîn û metirstirîn hêza mirov e. Her weha, romantîk, û hemî rêbazên hunerî,mîna birnasiyan ( xwediyên boçûna, ku dibêje: huner ji bo huner e) û zîmbolîstan û yên din, ketin pey şopa Kant, û weha dane nasîn, ku mirov dikare,di riya guhêzê re, bi wêneyên zimanewanî birame.

Di serdema romantîkan de,guhêzê bala fîlosofên wan, neamze Wordzwors û Kolêrç, zor kişand. Rol û bandûra guhêzê di avakirina wêneyê helbestî de xem û qisaweta Wordzwors bû, lê Kolêrç, bi bandûra felsefeya Kant, ku biryara ciwanî û ya hişmendî ji hevdu dike der, guhêz li ser du cureyan parvekir, û weha çû, ku cureyê yekem ( li ba Kant yê berhemdar e ) yê sereta ye, ku ji bo zanîna mirovane hêz û hêmanê yekem e, lê cureyê din dengvedana yê yekem e, ango di karê de xwe mîna wî ye, lê di awayê wî karî de, ji yê yekem cuda dibe, ji ber ku tiştan şirove dike, ber bi hevdu de tîne, wan wek hevdu dike, û ber bi astayine bilind de hildikşîne, loma jî di meydana huner de tê xebitandin. Kant evî cureyê guhêzê bi ( guhêza ciwanî ) dinasîne.

Her weha Birnasiyan jî guhêz zor bilind nerxandin, lê avakirina wêneyên helbestî, û babetên derveyî xweyîtiya mirov bêtir bala wan dikişand, da wêneyê helbestî bikaribe, bi awayê objektîv, nerîn, hest û ramanên helbestvan wergerîne.

Gava zîmbolîst; xwediyên rêbaza pêjindar, hatin, guhêzê, bi xebata wan, gaveke berbiçav ber bi pêş de qevazt, û weha çûn, ku ziman li hember paşhestan (bêageh)ji hêz dikeve, lewre jî eger xwe bi ser hêmanê pêjnê de pal nede, dê nikaribe bikeve hundir wan deverên, ku di derûna mirov de nediyar in.

Li gor zîmbolîstan, wêneyên hunerî bi alîkariya alavên zimanê wijdanî dikarin bibine xwedî pêjn, ango divê helbestvan rewşên tiştina ji bo tiştine din bixebitîne; wek nimûne, dengan ji meydana guhdariyê bi derxîne, wan birengîne, û bixe ber çavan, tiştên, ku têne bîhkirin, ji meydana poz û bîhkirinê bi derxîne, wan bike xwedî awaz, û şûna wan di meydana guhan de jî rast bike, ji ber ku ziman, di bingeha xwe de,zîmbola tişta ye, ku dikarin wate û hestan di hundir derûna mirov de bilivînin.Bi gotineke din; ewana weha diçin ku guhertina rewşên tiştan dikare wêneyê hunerî ciwantir bike. Ev boçûna wan, ku dibe jêdera hêmanê matmayîne, hîna jî nerxbihayê xwe di rexneya îro de diparêze.

Bi vî awayî alaveke zîmbolî ye din li ba zîmbolîstan diyar e, ew jî nependiya wêneyê hunerî ye, ku li gor boçûna wan, divê ew ne eşkera be, divê perdeyek di navbera wî û wate û mebesta wî de hebe, ji ber ku peyv û ziman pirê caran li hember rewşên hundirê tiştan ji hêz dikevin, û nikarin biderbirînin, hîgê pêjniya wêneyan rê li pêş guhêza xwêneran jî vedike, da rola xwe bilîze, lê divê ew perdeya, ku di navbera wênê û mebestê de heye tink be, da wêne ji mebesta xwe pir bi dûr de nekeve, û  bikaribe delameta xwe bi cih bîne.

Bê ku em mijara xwe dirêj bikin, û li nerînên hemî rêbazên felsefî û hunerî binerin, ji ber ku mijara me ne dîrokî ye, belê ew e, ku em bînin bîriya xwendevanan, ku guhêzê, wek jêdera wêneyê hunerî, bala hemî felsefeyan kişandiye, û hemiyan jî bi awa û têgihîştinên curbecur, para xwe xistine vê mijarê, û rola guhêzê, ya payebilina, zor hêja nerxandiye.

 

                                                      *****       ***         ****

 

Jêder û çavkanî:

(1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 122.

(2) El-Welî Mihemed : Wênyê helbestî di axiftina rewanbêjî û rexneyî de. Bi zimanê eõrebî, çapa yekem, Bêrût 1990, rû 16.

(3) Jêdera berê, rû 17.

(4) Dr. Ebdrrehman Bedewî:Helbesta Ewrupî ya hemdem. Bi zimanê eõrebî, çapa duwem, Bêrût 1980 , rû 72.

(5) C. M. Goyo: Pirsgirêkên felsefeya hunerê ya hemdem. Wergera eõrebî. Dr. Samî Eddrobî, çapa duwem, Bêrût 1965 , pêşgtina wergêr, rû 17.

(6) Dr. Îhsan Ebbas: Hunera helbestê. Bi zimanê eõrebî, çapa sêyemîn, Bêrût, sala çapê ne diyar e,rû 230.

(7) Biner: Beşê berê ( Ziman ) di vê lêkolînê de.

(8) Giraham Ho: Gotara rexneyî. Wergera eõrebî. Mihîdîn Subhî, Şam 1965, rû 122.

(9) Ebdilqadir Errîbaî:Wêne di rexneya Ewrupayê de.Bi zimanê eõrebî, kovara ( Zanîn ) hej 204. Şam 1979.   

(10) C. M. Goyo. Jêdera berê. Pêşgotina wergêr, rû 17.

(11) Ostin Warîn û Rînê Wêlîk: Têora wêje.Wergera eõrebî: Mihîdîn Subhî, Şam 1972, rû 239.

(12) Dawod Sellom: Rexneya wêjeyî: Bi zimanê eõrebî, bêşê yekem, Bexda 1967, rû 165.

(13) Ehmed Eşşayib: Usûlên rexneya wêjeyî.Bi zimanê eõrebî, çapa heftemîn, Qahîre 1964, rû 242.

(14) Mark Şor: Usûlên rexneya wêjeyî ye nû. Bi zimanê eõrebî. Wergera Heyfa Haşim, Şam                 1967, rû 40.

(15) Dr. Henefî Mihemed Şeref: Wêneyê wêjeyî di navbera têorê û xebitandinê de. Bi zimanê eõrebî, çapa yekem, Qahîre 1965, rû 221.

(16) Êrwîn Êdman: Huner û mirov. Wergera eõrebî: Mistefa Hebîb, cih û sala çapê nediyar in, rû 75.

(17) Biner: Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 388.