|
Hunera helbestê
Alavên derbirin û avakirina
helbestê 1. Ziman
Heyder Omer
Zimanê helbestê ji zû de bala Erîstotalîs kişandibû, lewre jî ew li ba şêweyê derbirinê rawestiya, û berî pêşî, li gor felsefeya xwe weha çû; tevî ku şêwe ji rastiyê û mecazê peyda dibe, lê bawerkirin delameta wî ye (1). Evê yekê ew ber bi nîşankirina rûdawên şêwe de kişand. Başbûna şêwe, bi baweriya wî, yekemîna wan rûdawa ye, ku divê peyvên, ku têne xebitandin, yek alî bin, ango wateyeke numa hilgirin, û şûnên xwe yên rast di hevokê de bistînin, da bikaribin wateyên, ku helbestvan dixwaze bigihîne xwêneran, diyar bikin, ji ber ku hevok tenê hîngê sûdar in. Eger mirov vê hevoka Cegerxwîn, wek nimûne, bide ber boçûna Erîstatolîs, dê bighîne wê baweriyê, ku nerastiya xebitandina peyvan bûye sedema nesayîbûna wateya wê, Cegerxwîn dibêje: Pir şêrînê, nazenînê Kuştime wê ez bi dînê Dêm ji şana hingivînê Dil ji min bir ahî dil (2). Peyva ( şêrîn) di bingeha xwe de rengdêr e ( sîfe), lê hin caran wek navê mirov jî bi kar tê, û keçek pê tête navandin. Peyva (pir) ew li vî cihî di bingeha wê de hêştiye; ango Cegerxwîn ew wek rengdêrekê xebitandiye. Ev yeka hebûna (ê)yê li dawiya peyva (şêrîn) rast nabîne, ji ber ku ev (ê)ya tenê li du cihan bi paş vê peyvê dikeve; carekê dema ku wek navê mirov bi kar tê, û cara din, dema ew wek rengdêra, ku şûna nêv distîne, û mirov bangê lê dike, bi kar tê. Eger Cegerxwîn bangê li wê dike, divyabû di xêza duwem de ( te ) li şûna ( wê ) bi kar baniya. Hîngê mirov dişê bêje ( Şêrînê !), lê li ba Cegerxwîn, di vê nimûyê jorîn de, divê ev (ê) jê bête avêtin, û (e)ya, ku lêkera bûyînê ye, şûna wê bistîne, û bête gotin ( Pir şêrîn e, nazenîn e). Dîsan ewî, di vî nimûneyê jêrîn de, ji bo xatirê rêzbendê, qirika peyvê badayî, û li şûna ( hatî) gotiye ( hatê ): Kaniya ava heyatê Şeker qend û nebatê Wey li ser
çavê me hatê
Dil ji min bir ahî dil.
(3) Her weha
Cegerxwîn di vê helbesta xwe de, pirê caran ji bo xatirê kêşê û rêzbendê
peyvên şûn-negirtî bi kar tîne, pêre jî hem şêweyê derbirinê qels û jar
dibe, û hem jî ciwaniya wêneyê helbestî birîndar bibe, wek çawa peyva (
das) di vî nimûneyê jêrîn de gunehkariyê li ciwaniya keçikê dike, û
wêneyê helbestî diçelmisîne, û peyva ( taqsê ) jî bê delamet, di hevokê
de, şûnê distîne, ji ber ku xweristiya ( şerbetê ) wateya ( tasê an
berdaxê ) bi xwe re tîne: Ebriwên wek
heyv û dasê Bejn û bala
serw û asê Da me
şerbet wê bi tasê
Dil ji min bir ahî dil.(4) Dêmek, li gor
boçûnên kilasîkan, divê haya helbestvan ji rûdaw û sînorên peyvan hebe,
da her yekê di şûna rast de bixebitîne, da wateya wan zelal be, û
bikaribe wekheviya hevok û wateyan biparêze. Rexneya
kilasîk, ku felsefa Erîstotalîs bingeha wê ye, wekheviya hevok û wateyan
zor biha dinerxîne. Evê yêkê li ba rewanbêjiyên Eõreb
deng zor bilind veda, û ewana weha çûn,ku divê axiftin li gor pergala,
ku tê de tê gotin be;( Mutabeqetul kelam lî muqteda elhal ), ji ber ku
eger şêwe ne rava be, nikare evê delametê bi cih bîne, lewre jî
Erîstotalîs ravabûna şêwe wek berztirîn mercên serkeftina wî dinerxîne;
ango divê wateyên peyvan ji hişan ve zêzîk bin, xwêner bi hêsanî di wan
wateyan bigihîne, bê ku her car ji neçare vegere ferhengan, wateyên
peyvan bipelîne. Lê Erîstotalîs di meydana helbestê de xebitandina
mecazê jî bi ser wan merc û rûdawên şêwe de zêde dike. Kilasîkan jî
di dû wî re ev rûdawên şêwe teqez kirine, û durvê helbestê li gor wan
pîvanan sînor kirine. Dêmek pîvanên
kilasîkan ne tenê kêş e, belê bi ser de jî ziman, peyvên bijarte û
hêzdar, ravabûna ( eşkere ) hevokan, wekheviya hevok û wateyan, û
serdestiya hiş in, ku hemî vêkra ji bo avakirina durvê helbestê têne
xebitandin; evî durvê, ku bala hemî rêbazên rexnê kişandiye, ta ku
birnasiyê, û sîmbolîzmê durvê helbestî wek yekemîn jêdera bihayê
helbestê dane nasîn. Her weha tê
xuyakirin, tevî ku rexneya îro hinek ji wan pîvanên kilasîkan dane paş
xwe, û lê neguhdar e, lê bi rastî hinek ji wan pîvanan, hîna jî, lê bi
awayine din, û li gor têgihîstina çerxên curbecur,li ba rexnevanan
balkêş in, nemaze jî ziman, awaz û pêjna peyvan. Hest û ageh
meydana helbestê ne; ango helbestvan hestên xwe di riya helbestê re dike
der, û digihîne xwêneran, ev yeka ne bê mebest e, eger mebestek nebê, û
helbestvan ber bi derkirina wan hestan de nekşîne, ku wan bigihîne
xwêneran, da hestên mîna yên xwe li ba xwêneran jî bilivîne, helbestvan
hîngê nabe hewcedarê nivisandina helbestê . Lê eger mebesta wî ew be, ku
hestên xwe bigihîne xwêneran, û hestên wan jî bilivîne,û wan bikşîne
hundir heyama derûnî, ku li ser afirandina helbesta wî destlatdar bû,
divê ew alavên hunerî bipelîne, û derbirina xwe li wan alavan siwar
bike, ji ber ku tenê ew alavan dikarin, bi hevpişkiya awazê, hestên
xwêneran bilivînin, û wan jî bixin hundirê heyama derûnî, ku helbesvan
pê hestedar e. Lewre jî
zimanê helbestê her tim bala rexnevanan kişandiye.Tevî ku her çerxeke
wêjeyî nerînek cuda di vê penavê de heye, lê em bawer in, ku hemî vêkra
weha diçin, ku zimanê helbestê zimanê hestan e, û yê pexşanê zimanê hiş
e. Mebesta pexşanê ew e, ku ramanên nivîsevan, bi awayê numa, bigihîne
xwendevanan, lewre hevokên wê sayî û yekser in, xwendevan bê cefayê
giran di wateyên wan digihîne. Lê helbestvan xwe bi ser hestên xwe de
pal dide, çawan bi xwe û bi derdora xwe diheste, çawan bi wan hestan re
dide û distîne, û çawan dixwaze wan hestan, bi awayê hunerî, û bi
zimanê, ku tevde wêneyên hunerî ne, bi derxîne.
Peyv û hevok,
di helbestê de, bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar têne bi kar anîn.
Da em cudahiya, ku di navbera zimanê helbestê û yê pexşanê de heye,
binasin, ka em li meşê û semayê binerin; gava mirov dimeşe, ew ber bi
armancekê de diçe; ango mebesta wî ew e, ku bigihîne cihekî. Ev armanc
li ser ritma (ÅíÜÞÜÇÚ
)gavên wî destlatdar e, ku awayê gavên wî organîze dike ta ew digihîne
wê armanca xwe, lê di semayê de, tevî ku gewdeyê xwe, tev hemî wan beşên
gewde, ku di meşê de xebitandine, dixebitîne, lê rista tevgeran armanca
wî ye, da bikaribe ciwaniya wan tevgeran diyar bike. Dêmek, tevî ku
ziman, ji bo pexşanê û helbestê, alava bingehîn e, mirov dikare weha
biçe, ku mebesta zimên li ba her yekê ji wan, cuda ye, lewre rexnevanên
nû weha diçin,ku divê zimanê helbestê guvaştî (ãßËÜøóÝ
) be, pêjindar ( ÅíÍÇÆí
) be. Zimanê guvaştî
çi wate heye?. Mebesta rexnevanan ji vê têrmê ew e, ku divê helbestvan,
heya jê tê, xwe ji peyvên bê sûd bi dûr de bixe, ew peyvan durv û
gewedeyê helbestê, bê sûd, dirêj dikin, û pirê caran aferînê qels dikin.
Eger em li vî nimûneyê jêrîn binerin, dê mebesta me zor numa bête
xuyakirin. M. Hemo di helbesteke xwe de dibêje: Zîndanek
çendî reş be ji qesrk kole geştir e!. Zîndanek
çendî teng be ji komarek bindest ferehtir
e!. (5) Zîndan, di bîriya
mirovaniyê de, her reş û teng e. ango, gava mirov vê peyvê dibihîse,
tarî û tengahî yekser li pêş çavan diyar dibin, û bêhna wî ditengije,
lewre jî pêwîstî bi xebitandina rengdêrên "reş
û teng" li kêlek peyva
"zîndan"
nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê wêneyê helbestî çelmisandiye, û
rê nedaye dijberan ( zîndan – qesr ). ( teng – fereh ) ku
bikaribin hêmanê havîbûn (ÇáÛÑÇÈÉ),
matmayînê ( ÇáÏåÜÔÉ ) û nişkaviyê
( ÇáÝÌÇÆíÉ ) di wî de bicivînin. Her
weha her du rengdêrên ( bilind û fere ) li kêlek ( zozan û
deşt ) ne tenê bê sûde ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina
wêneyê helbestî, ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê ziyanê
kêmtir bike: Zozanên dil blind in deşt fere
ne.
(6) Her weha ev
rexnevan têrma şimitandina peyvan (ÇäÒíÇÍ,
înziyah) dixebitînin, ango zimanê helbestê bi wateyên ferhengî nayête
sînorkirin, belê ev cure-ziman asoyên peyvan fireh dike, çimkê peyv û
gotin bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar di helbestê de têne bi kar
anîn, ji ber ku helbestvan hewldide da bi zimanê wênekêşiyê baxife, û
peyv û hevokên xwe bi wê armancê bixebitîne.Ev cureyê derbirinê giyanê
helbestê ye. Eger careke
din em vegerin ba revnevanên pêşî, dîsan em dê bibînin, ku ewana jî
tiliya xwe dabûne ser xaleke giring. Tevî ku helbest û pexşan li ba wan
bi hebûn û nebûna kêşê û rêzbendê ji hevdu cuda dibûn, belê ewana
helbesta hînkarî, ku xwedî kêş û rêzbend e jî, bi carekê wek helbest
nepejirandin. Elfiya ( hezarmalikiya ) Ibin malik, di wêjeya erebî de,
nimûneyekî navdar e; evê berhema, ku hezar malikên wê hene, hemî rêbazên
rêzimana erebî di xwe de civandine, û bi awayê helbestî, ango bi kêş û
rêzbend hatiye ristin, lê rojekê ji rojan şûna xwe di qada helbesta eõrebî
nedîtiye, ji ber ku zimanê wê ji yê helbestê cuda ye,peyvên û hevokên wê
naşimitin,nikarin wêneyên hunerî ava bikin, lewre zimanê wê nikare
hestan bilivîne, pêre jî ji giyanê helbestî bi dûr de dimînin. Bi ser de jî
hinek rexnevanên din, di penava zimanê helbestî de, têrma bêdengiya
zimanewanî bi kar tînin, û du cureyên wê ( zimanê vekirî, û yê
sînorkirî ), ku di sê astayan re diyar dibin, nîşan dikin: a.
Xalên, ku li dawiya xêza helbestî, têne rêzkirin: Ziman di vî astayî de,
vekirî ye, ku keys li pêş xwêner peyda dibe, da texmîn bike, ka çi li
şûna wan xalan heye.Hêmen Kurdaxî dibêje: Em rengan bi darve dikin. Em perwanan dişewitînin. Em gulan diquriçînin. Em helbestan diçirînin. Em zarokan diçerpînin. Em…. …. …. Em welatan ava dikin.(7) Weha diyar e, ku H. Kurdaxî di vî perçê helbestê de civaka xwe zor giran rexne dike, gelek rûdawên kar û xebata wê, yên ku nikarin bibine riya bidestxistina hêvî û armanca, ku pê dirame, tîne pêş çavan, lê gava ziman li ba wî ji hêz dikeve, ew bê deng dimîne, pêre jî keys li pêş xwêner vedibe, da ew wê valahiyê dagre. b. Xêzeke kurt li pêşiya xêza helbestî tê danîn: Ziman di vî astayî de, bi peyvekê, sînorkirî ye, wateya wê ew e, ku hevpeyvîner hatiye guhertin. Ehmed Huseynî dibêje: - Kê av çêkiriye? Xalê te cewdikê avê ji
newqa xwe vedike û li te
dizêvire: - Ji hêrsên
me kurê min, ji hêrsên me!.(8) c.
Li pêşî an dawiya xêza helbestî bihnokek tê danîn, û nivîsîna wê xêzê bi
dawî dibe: Eger pêşiya xêza helbestî vala be, ziman hîngê bi hevokekê
sînorkirî ye, ango tenê hevokek li wê şûna vala heye, lê eger dawiya
xêzê vala be, ziman hîngê vekirî ye. Hêmen Kurdaxî dibêje: Her ku
dixwaze lêvan
biramûsim, dibêje:
"De ka helbestekê Ji min re Bixwîne".(9) Bihnoka, ku li dawiya xêza duwem hatiye danîn, ne ji xwe berê ye, belê wateya xwe heye, lê fersendê ji xwêner dihêle, da ew texmîn bike, û bibe hevpişkê ristina helbestê. Ev valahî li ba wan rexnevanan, rûdaweke helbesta hemdem e, bêdengiya, ku di hundir gewdeyê helbestê de heye, werdigerîne, û dide xuyakirin, ku ziman hîngê ji hêz ketiye, bê kar mayî, nikar bikeve hundirê taqetê (tecrûbê), ew hundirê ku li dervayê karînên zimên di bin destalta bêdengiyê de dimîne. Ew rexnevanan weha diçin, ku
helbestvan, bi vî awayî, xwênerê xwe jî bi xwe re hem dike hevpişkê
aferînê, û hem jî yê diyarkirina wateyên deqê helbestê û armancên wê, ku
ew valahî zîmbola wan e. Ji vê bi şûnda, ziman di helbestê de, wek ku helbestvanê Eõreb, yê navdar, Edonîs dibêje, derbas pergaleke dîtir dibe, ji ber ku hîngê ew dibe gotin. Gotin û ziman ji hevdu cudan e, heyîna zimên li pêş ya helbestvan e, ango helbestvan zimanê, ku beriya wî hebûye dikxbitîne, ew zimên venabjêre, tenê radihêje tiştekî, ku beriya wî hebûye, tiştê heye bi kar tîne. Lê helbestvan ji berî helbestê heye, lewre jî ew gotinên helbestê vedibjêre, ango awayên nivîsînê vedibjêre, û gotinê bi kar tîne. Her kesek zimên dizane, û dinase, ji ber ku ew tiştekî, ku li ber destên hemî kesan e, lê gotin û awayê avakirina hevokan tiştekî din e, afirandina hevok û şêweyekî nû ye, ku li ba kesên din ne nas e, lê li gel kesayetiya aferîner bestandî ye, lewre jî tê gotin ku şêweyê derbirinê neynika kesayetiya xwediyê xwe ye. Edonîs,bi vê boçûnê, xwe dide kêlek nerîna Bodlêr, û helbesvan li ba wî jî wek destlatdarê helbestê tê xuyakirin.
*****
*** ***** Jêder û çavkanî: (1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 114. (2,3) Cegerxwîn: Kîme ez.Çapa sêyem,weşanên Avesta 151, Istanbul 2003, rû 230. (4) Cegerxwîn: Jêdera berê, rû 232. (5) H. Hemo:
Di kûraniya vê riyê de. Helbest. Çapa yekem, Silêmanî, Başûrê Kurdistanê
2004, rû 45. (6) Jêdera berê,
rû 77. (7) Hêmen
Kurdaxî: Çêroka neynûkên şikestî. Helbest. Çapa yekem, çapxana Babol
Druck , Köln, Elmanya, rû 49. (8) E. Huseynî: Bazbend, Kewname. Helbest. Çapa yekem, weşanên Apecê, Stockholm 1999, rû 76. (9) Hêmen Kurdaxî: Jêdera berê, rû 45. |