|
Hunera helbestê - 1
Heyder
Omer
Pêşgotin Tevî ku
rexne, wek têgeheke sanistî, an jî wek zanistekê di nava zanistên
mirovane de, li ba hemî miletan gavên fireh ber bi pêş de qevaztine lê
li ba me gelekî jar e, ta radeya, ku mirov dişê bêje me rexne nas
nekiriye, loma jî pirê guftugowên me stuyê evê têgehê badidin, û ji
wateya wê ya zanistî bi derdixînin. Lewre jî gava rexnevanek berhemeke
wêjevanekî me dide ber ronahiya rexnê, eger boçûnên wî li kêfa xwediyê
berhemê nebanin, dinya bi serê wî de tê hilweşandin, û hemî sinçên
mirovane dibine qurbana rika çewt û qerêj, ji ber ku rexne li ba me bi
wateya pesnê, an birînkirinê tê fêmkirin.
Bi baweriya
me ev helwesta çewt pirên rewşenbîr, helbestvan û nivîsevanên me, wek
civaka me, ji çanda rexnê bê par dide xuyakirin, pêre jî bandûra xwe ya
neyênî dikşîne ser tevayê wejeya me, û wê jar û qels dihêle. Lê mebest û
wateya peyva rexne, bi wateya ku ew li ba hemî miletan tê xebitandin, ji
wateya peyva criticism( kirîtîsîzm ), a zimanên ewrupî, ku ji
lêkera krinein ( kirîneyn ) a Girîkan hatiye wergirtin. (Wek
nimûne, bi zimanê îngilîzî (critic – kirîkîk), bi yê elmanî (kritik), bi
yê firansizî (critique - kirîtîk) û bi yê rûsî ( krîtîka ). Ev lêker di
bingeha xwe de wateya biryar ( hukum ) an jî pûnijî dide, pêre jî, gava
di meydana wêje de tê xebitandin, dikare bihayê (nerx) berhemeke
wêjeyî diyar bike. Rexnevanên
Eõreban,
li gor wateya lêkera Girîkan, peyva Enneqd ( El-neqd ) bi kar
tînin. Ev peyva eõrebî,
di zimanê wan de, wek ku di zimanê me de jî, wateya dirav ( pere ) dide.
Lê çima rexnevanên eõreb
wê bi wateya lêkera Girîkan dixebitînin?.
Ewana weha
diçin, ku ev peyv dikare diravên rast ji yên sexte cuda bike, ango
dikare, di meydana diravan de, biryarê ( hukum ) bide, ku ev pere rast
e, û eva din jî sexte ye. Ev wate peyva eõrebî
ji wateya lêkera Girîkan ve nêzîk dike, pêre jî diyar dibe, ku evê peyva
eõrebî di
zimanê wan de du wate hene; yek jê dirav e, û ya din, ku di meydana wêje
de tê xebitandin, biryardayîn e, nerxandin e. Eger mirov
li pey wateya peyva biryar here, û wê vekolîne, em bawer im dê li
dawiyê bigihîne wateya peyva hukum û biha an nerxandin,
ji ber ku ji hêlekê de biryar bi xwe hukmek e, û ji hêla din de ti
biryara bê biha ( bê nerx ) nîne, çi ew nerxa bilind be, çi jî nizim û
erzan be, pêre jî dê bigihîne wateya peyva pûnijî, ji ber ku her
biryarek encama pûnijiyê ye. Dêmek gava
em peyva rexne di meydana wêje de, bi wateya lêkera Girîkan,
dixebitînin,hîngê mebesta me biryardan e, nerxandin e.Vê lomê em weha
diçin, ku peyva kurdî ( nerx )an jî ( nirx ) dê di vê
pergalê de ji peyva ( rexn ) rastir be, çimkê, ji hêlekê de, wek
diyar e, peyva (nerx ) dikare wateya lêkera Girîkan û ya peyva
zimanên ewrupî ( criticism ) di xwe de bicivîne, û ji hêla din de, peyva
( rexn ) a kurdî, eger (e) bi paş wê nekeve, bilêvkirina her du
tîpên (x, n) li pey hevdu gelekî giran dibe, û eger tîpa (n) bête
avêtin, (rex) dimîne, û wateya ( kêlek – kenar ) dide, pêre jî ji
wateya lêkera Girîkan ve bi dûr dikeve.Bi baweriya me, tîpên evê peyvê
bi pêş û paş hevdu ketine, pê re jî nerx bûye rexn. Lê tevî vê
baweriya me, em dê di vê xebata xwe de peyva ( rexn ) bi kar
bînin, û vê boçûna xwe ya jorîn ji danustandin û gengeşeyên wêjeyî re
bihêlin.û bidine pêş zimanzanên me, da her du peyvan vekolin, belkî
karibin vêkra bigihînin boçûneke yekta. Ev lêkolîna
me pirojeya karekî rexneyî ye, li kêlek hinek lêkolînên me mîna (
Helbest û civak, durvkirina demdarî û helbesta pexşane ) ku berê di
kovar û malperan de hatine weşandin,berxwedide ku durvê helbestê û
hêmanên huneriya wê bipelîne. Lewre jî dê giraniyê bide warê têorî, lê
gava pêwîstî bi warê piratîkî, ji bo ravakirina hin boçûnan hebe, dê
berxwebide, ku hinek nimûneyan ji helbesta kurdî bide ber ronahiya
boçûnên rêbazên rexnê. Lê wek çawa
Kurd dibêjin goşt bê hestî nabe, em jî nikarin vê xebata
xwe ji lekeyan bişûn, û bêjin ew karekî bê kêmasî ye, nemaze jî em
dibînin, ku deriyê vê babetê, li ba me hîna kilîtkirî ye. Hêviya me ew
e, ku hevalkarên rêzdar berxwe bidin, da, bi xebatên xwe,wan lekeyan ji
vî karê me bidin alîkî, û şûna wan kêmasiyan teng bikin, belkî cefayên
me hemiyan vêkra vê valahiya, ku di tevgera me ya wêjeyî de li ber çava
ye, dagirin.
1 / 7
Helbest di navbera îlhamê û
cefa de
Bê ku em
dîroka helbestê, wek celebekî wêje, dubare bikin, em dikarin xwe bidin
kêlek gelek dîroknivîs û rexnevanên wêje û helbestê, û weha biçin, ku
helbest, li nik miletên, ku wêjeya wan ji roja zaroktiya wan de hatiye
naskirin, di pêşiya pexşanê de bûye; ango helbest ji beriya pexşanê
hatiya naskirin, Ji ber ku ew li ber dergehên zaroktiya miletan ji
dayikê bûye, û ji wê demê de jî awayê nivisandina helbestê bûye mijara
gelek danûstandinan, û gelek rexnevanan cefayên mezin, di vê babetê de,
diyarî pirtûkxaneyên mirovaniyê kirine, û hîna jî dikin.Pêre jî diyar
dibe, ku ewana her tim tiştê, ku helbestê û pexşanê ji hevdu cuda dike,
dipelînin. Mixabin,
pirên guftugowên, ku di vê mijarê de, li ser zibanên pirên helbestvanên
me digerin, didine xuyakirin, ku haya wan ji evan cefayan tune ye, an
kêm e, pêre jî xuya dibe, ku ewana weha diçin, ku kêş, bi tenha, dikare
helbestê û pexşanê ji hevdu cuda bike, û deriyê helbestê li pêş her
kesekî li ser piştê veke, bi ser de jî hinek dibêjin:
"Ma form (
durv ) dikare çi li helbestê zêde bike?
" . Gelo ev yeka
rast e?. Bi rastî eger
ev boçûn li cihine din de bête gotin, belkî bi hêsanî derbas bibe, bê ku
bala mirov bikşîne, lê gava di meydana helbestê de tê gotin, gelek
pirsên, ku li derdora zanîna xwediyê wê digerin, dilivîne. Wek me berê
gotiye, helbest celebekî wêjeyî kevn e, her weha ji wê kevinbûnê de jî
bûye mijara rexnevanan. Berî pêşî
helbest li gel Ilhamê hate bestandin, û hate gotin, ku helbestvan
li gel xwedayê huner ( muses ), ku li gor boçûna efsaneyên Girîkan,
sîmbola wê îlhamê bû, têkildar e. Efletûnê Girîk
pirsek berda holê: Gelo îlham jêdera helbestê ye, an cefa?.Ilham jî li
ba wî li gel xweda girêdayî ye. Lê li benda bersivên kesên din nema,
belê ewî bersiva pirsa xwe da, û weha çû: Helbesta, ku jêdera wê ne
îlham be, bê nerx dimîne, îlham dikare helbestvanan bixe pergaleke mîna
pergala sofîtiyê û pêximberiyê, lewre jî cefa û xebat têra afirandina
helbestê nakin, ji ber ku helbesta helbestvanê, ku hestên wî sar in,
nikare hilkişe asta ya hestên wî germ in. Rexneya Romayê
ya kevin di bin bandûra vê boçûna Efletûn de milxwar bû, û gelek
rexnevanên wan, mîna Şîşron, Horas û ên din xwe dane kêlek boçûna
Efletûn, û nerîna wî cûtin û dubare kirin. Her weha gelek
nivîsevan û helbestvanên çerxa raperîna Ewrupayê jî weha çûn, ku
helbestvan xwediyê helwesta pîroz û derûna xwedayî û zîrekiya, ku
ronahiya xweda wê dafirîne ye. Lê bi vê yekê tenê qayîl nebûn. Rexnevanên Eõreban
yên kevin jî li gor vê boçûnê, gotin, ku her helbestvanekî şeytanek
heye, hêza helbestiyê di wî helbestvanî de dafirîne
(1), ango
ewana jî helbestvanî xistin bin bandûra hêzeke veşartî, bêyî wê hêzê
helbestvan nikare helbestê bafirîne. Dêmek Efletûnê
Girîk berî pêşî weha çû, ku helbesta nerxbiha berhema îlhamê ye, ji ber
ku, wek ew dibîne, cefa bi tenha nikare helbestê bafirîne
(2). Lê
tevî vê boçûna wî, ku giraniyê nade cefayan, belê tenê bi lez rola wan
nîşan dike, mirov nikare çavên xwe li hember wê rolê damirîne; ango
helbest, li gor boçûna Eflatûn, berhhema îlhamê ye, lê hinek
cefa jî divê, da naveroka îlhamê wergerîne. Lê di pey
Eflatûn re, şagirtê wî Erîstotalîs hat, û nerîneke eşkera diyar kir,
tevî ku ewî jî, li gor mamostê xwe, naveroka civakî û perwerdeyî ya
helbestê teqez kir, lê ewî rola cefa ji ya îlhamê, ne tenê,
kêmtir nekir, lê bi ser de jî îlhamê ewqas bala wî nekişand, ji ber ku
rûdawên helbestê bala wî kişandin,pêre jî ewî riyeke din, di penava
şirovekirina helbestê de qelaşt. Lewre jî ewî zagon û usûlên hunerî, û
bandûra wan, ku helbest li gor wan tê afirandin, pelandin, û pêre
Eflatûn û Erîstotalîs, di meydana rexna helbestê de, bûne du nûnerên du
rêgayan, ku heya vê çexa nû têne gengeşekirin, û bersiva wê pirsê
dipelînin: Gelo afirandina helbestê giraniyê dide îlhamê an dide kar û
cefayê helbestvan?!. Evî cefayê, ku
Efletûn rola wî bi lez nîşan dike, û Erîstotalîs wî gelekî biha
dinerxîne, bala nivîsevan û rexnevanên çerxa raperîna Ewrupayê kişand,
ewana jî ew zor bilind nerxandin, û weha çûn, ku afirandina helbestê
gelek cefa û kar jê re divên
(3). Wek ku me li
jor gotiye, gelek ramanbîr û fîlozofên Romayê, û nivîsevan û
helbestvanên çerxa raperîna Ewrupayê bûbûne dîlên beşê yekem ( îlham )
yê boçûnên Eflatûn, û ew cûtin,lê nivîsevanên çerxa raperîna Ewrupayê
rola kar û cefayê helbestvan ji bîra nekirin, ta ku ewana gîhane çerxa
17ê, ku rêbaza kilasîk destlatdar bûye
(4),
hîngê felsefa Erîstotalîs li ba kilasîkan deslatdar bû, û rexnevanên wê
demê bûne meldarên nerîna wî, û cefa û karê helbestvan, di endizyariya
helbestê de bala wan zor kişand, û ewana şeweyê derbirina helbestî
pelandin. Di pey wan re
romantîk hatin, û careke din boçûna Eflatûn ( helbest berhema îlhamê ye
) vejandin, û helbest ji bin sîbera hiş ber bi sîbera hestan bi tenha de
kişandin, û weha çûn, ku îlham û paşhestan (bêageh) kaniya helbestê ye,
ji ber ku ewana mêldarên xweyîtiya mirov bûn, ew gelekî biha
dinerxandin, û hest didane pêşiya hiş. Lê tevî vê yekê jî gelek
helbesvanên wan, ku rexnevan bûn, nerxê îlhamê kêmtir dikirin, wek çawa
helbestvan û rexnevanê emerîkî Êdgar Alan Po dibêje, ku pozbilindiya
helbestvanan rê nedida wan, ku lixwenin, ka çiqas cefa di ber afirandina
helbestê de dikşînin, ewana wî cefayî nîşan nakin, da kesên din bidin
qayîlkirin, ku ewana îlhamdar in, û helbesta wan jî berhema wê îlhamê ye. Her weha her
du helbestvanên firansî Bodlêr û yê îngilîzî Spîndar yê hemdem, xwe dane
kêlek Ê. A. Po, û bûne hevalên boçûnên wî.
Bodlêr weha
diçe, ku divê helbestvan destlatdarê helbestê be, rê nede wê ku
destlatdarê wî be, da zanîn, hişyarî, aramî û rastiya hunerî di helbesta
xwe de bicivîne, û bikaribe li ser wateyan û derbirina wan destlatdar
be.
Her weha
Spîndar jî weha diçe, ku cefa di helbestê de her tişt e, belkî ev
cefa rojekê, çend hefteyan, an çend mehan bidome, ta ku bête xuyakirin,
ku helbest di tevaya vê demê de, ji xwe berê hatiye nivisandin.
Ji
vebriqandina ramana yekemîn bi şûnda çi rola îlhamê namîne. Di dû
vebriqandina ramana yekemîn re rola karînên helbestvan dest pê dike, ku
bikaribe wan wateyan bi cefa û derbirina xwe bike helbest.(5). Bi ser de jî
rexnevanê eõreb
Teysîr Şêx El-Erd weha diçe, ku raman bi awayê tewaw venabiriqe, belê ew
beriya, ku bi derkeve meydanê,her tim dubare dibe, da ew û xebata
helbestvan ya zimanewanî û kêşesaiyê li hevdu bibanin
(6). Kiroçê jî para
xwe kiriye vê babetê, û îlham şirovekiriye, lê ji çarçewa ewan
rexnevanên jor bi dûr de neçûye. Ewî jî rola cefayê helbestvan di
dûzankirina berhema îlhamê de zor biha nerxandiye, û weha çûye, ku gelek
cefa divêye, da helbestvan bikaribe bermayê îlhamê, ku bi xwe nehênî ye,
bi derxîne, û bike helbest, pêre jî gîhaye wê baweriyê, ku eger îlham
kaniya zîrekiyê ye, zîrekî, di meydana helbestê de, wateya karîna
hunerî distîne. Lê piştî ku
zanyarên derûnî tiliya xwe didine ser devera paşhestan (bêageh),
nemaze jî piştî derçûna pirtûka Sîgmond Firoyd ( Cîhana xewnan ) sala
1900î, pirsgirêka îlhamê pirtir ber bi warê zanistî de tê kişandin, ji
ber ku cîhana paşhestan, li nik wan, şûna îlhamê distîne,û nerînên
rexnevanan jî têne guhertin, û giraniyê didine cefa û xebata
helbestvanan.
Bi vî awayî,
sayî tê xuyakirin, ku ewan rexnevanên, ku di meydana helbestê de, giranî
dane îlhamî, ji Efletûn de bigir, ta digihînî Kiroçê, nikarîbûn rola
cefayê helbestvan di endizyariya helbestê de tune bikirana. Eger em
bipirsin, gelo mebesta wan ji cefa çî ye, em bawer in, ku mirov
dikare, bê dudilî, bibêje, ku cefa wateya xebat û karê helbestvan di
avakirin û endizyariya helbestê de, nîşan dike; ango me ber bi
pelandina durvê ( form ) wê de; ber bi alavên hunerî, ku
helbestvan ji bo avakirina wî durvî dixebitîne de, dikşîne; ev cefa
jî ne tenê hilbijartina kêşa ye, belkî mirov bikaribe bêje, ku kêş
hêsantirîn beşê wî be, ji ber ku kêş, bi xwe, bermayên kesine dine, û ji
beriya helbestvan hatine afirandin, ew dikare, bê cefa, rahêje wan. Cefa,
wek me berê gotibû wateya kar û xebata helbestvan distîne, awayê ristin
û avakirina helbestê distîne; ango hestên ku helbestvan bi wan hestedar
e, ji xwe berê nabine helbest, belê divê ew hestan bi awakî bêne
wergerandin û organîzekirn, ev awa şêweyê derbirina helbestî ye, awayê
avakirina durvê helbestê ye. Rexnevanê Eõreb
Teysîr Şêx El-erd weha diçe, ku sê istûnên derbirina hunerî hene, ew jî
ev in: Pergala wijdanî ya hunermend, karîna wî ya hunerî, û şêweyê wî yê
taybet, ku dikare pê li ser xebata xwe ya hunerî destlatdar be, û pêde
diçe, û dibêje, karîna hunerî di xebitandina alavên hunerî û ciwanî de
tê xuyakirin, ku hunermend çawan dikare pergala xwe ya wijdanî bi
alîkariya wan alavan bide diyarkirin, û wê pergala hestewerî ( agehî )
derbas hundirê derbirina hunerî bike
(7). Wek çawa koma
keviran ji xwe berê nabine avahiyeke ciwan, belê gelek metiryalên din
divên, da avahiyeke ciwan û tewaw ji wan hemiyan, bi zanîn û xebata
avakerê jîrek qulafetê xwe yê dawî bistîne, weha jî koma gotin û peyvan
nikarin ji xwe berê bibine karekî hunerî ye xweser. Lewre jî rexnevanan
her tim alavlên derbirina hunerî û avakirina helbestê pelandine.
*****
*** *****
Jêder û
çavkanî: (1) Biner: Dr.
Mihemed Xuneymî Hilal:Rexneya wêjeyî ye nû. Bi zimanê eõrebî,
Bêrût 1987, rû 345,346.
(2) Jêdera
berê, rû 347. (3) Jêdera
berê, rû 348. (4) Biner: Dr.
M. X. Hilal: Romantîk. Bi zimanê eõrebî.
Bêrût 1973, rû 11- 30.
(5) Dr. M. X.
Hilal: Rexneya wêjeyî ye nu. Bi zimanê eõrebî,
rû 349. (6) T. Şêx
El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi zimanê eõrebî.
Weşanên hevgirtina nivîsevanên Eõreb,
nimra çapê nediyar e, Şam 1991, rû 223. (7) Jêdera berê,
rû 203. |