yên helbestên wî gotne
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Bêbuhar
 

 

 

 

 

Dîdarî ligel Yûsifê Berazî (Bêbuhar)

 

Hevpeyivîna Ar‏evê Oskan


 
Hestê mirov neynikeke zelal e, ji bo jîwariya gelê wî. Ev rêzikên ji tîp û gotinan,

hest û omîd û hêviyên mirov in. Li ser kaxezan têne rijandin, mîna xunaveke buhar î, nav lê tê kirin /Helbest/. Helbest bi xwe, kesayetiya mirov tê de tê pîvandin.
Ligel ku siru‏ta welat û serpêhatiyên gelê wî, tê de bi wate dibe û ronahiyê dipejirîne.

Ev hest pîvana ‏aristaniya miletekî ne. Ji ber vê ye ku mirovên wisa ronahiya gelê xwe ne. Dikevin ar‏îfa gelê xwe û mirovên wî jî, bêçar in ku wî di rûpelek e bi rûmet de biparêzin. Yek ji van hestebilindan, mamoste Yûsifê Berazî /Bêbuhar/ ye.

Berî ku em dest pê bikin, tu dikare xwe bi xwendevanan re çawa bide naskirin?

Navê bavê min Elî ye û diya min Xecê ye, di sala 1931ê de, li gundê Circê nêzîkî bajarê Babê li herêma Helebê ji dayika xwe bûm. Dema em ji gundê xwe rabûn û hatin bajarê Minbicê, ji ber sedemên civakî û astengiyan, di salên çelî de, em li wir man heyanî salên pêncî. Ji sala 1954an malbata me hat bajarê Serêkaniyê û ji wir û pêve, em bûn xelkên bajêr (Serêkaniyê) loma derûdora me navê Berazan li me dikin û ez jî bi navê (Yûsifê Berazî) dihatim naskirin. Helbet xebata min ya siyasî jî bi xelkê Serêkaniyê re dihate me‏andin.

Di sala 1966an de, ez sê mehan ketim zindanê û li wir jî min dest li hember polîsekî ku zimanê xwe li ser min dirêj kir hilanî û min lê da heyanî ku ew revandin nexwe‏xanê. Hemû xelkên herêmê bi vê bûyer dizanin. Di zindanê de, min ev helbest bi kevirê sipî li ser dîwêr nivîsîn /Rabe ji xewê çavên raketî, Hebs û zindan kûr û tarî xewa min nayê...) yên ku rehmetî  Mihemed قêxo dibêje. Ew jî ji awaz û gotinên min in.

Her ku min helbestek dinivîsî, ez diçûm cem seydayê Cegerxwîn yê ku dîwana xwe bi navê (Kîme Ez) dabû min ew û Re‏îdê Kurd salên pi‏tî heftê yî, ku pirtûkên Xanî û Cezîrî didan min, wan ‏îret li min dikirin û têbîniyên xwe ji bo min pê‏kê‏ dikirin.

Li kêleka karê nivîsandinê, min karê berberiya porê mêran dikir û pê nanê zarokan qezenc dikir.

Te çima mîna hemû niviskarên berî xwe, ji helbestê dest pê kir, tevî ku helbest dayika huneran e û hunereke dijwar e?   

 Min ji çûkaniya xwe de, hez ji mûzîk û huner û helbestê dikir, heyanî ku gelek helbestên xwe min bi xwe awaz daninê. Yên ku Mihemed
قêxo strane wek /Derdan çi ez diljar kirim – Koçê me barkir – Çibkim bi can .........) .

Di salên pi‏tî heftê yî de, ligel van ti‏tan jî heyanî niha, bi serbestî ez li tembûr û bilûrê didim, tevî ku ez rojekê jî neçûme dibistanên fermî yên dewletê. Tenê ez li malê fêrî zimanê Erebî û Tirkî bûm ji bilî zimanê kurdî yê dayika min e .

Huner, helbest çi ye li cem Bêbuhar?

Helbest hest e, bi Erebî jê re dibêjin (ÔعæÑ) her mirovek ji ti‏tekî dest pê dike, wek kaniya ku tê ser ava mezin. Helbest yanî, ku yek ji me nexwe‏ dikeve yan xizan dibe, yan welatê wî bindest dibe yan dil dikeve keçekê, ew tê gotinên xwe û hestê xwe, di rêya helbestê re dibêje, ango helbest wêneyê mirov dide xweyanîkirin, bi mûzîk û kê‏an ...

Tu çawa nav li dibistanên helbesta kurdî dike ?

Miletê kurd wek her miletên din taybetiyên wî hene. Wek hemî miletên cîhanê, di dîrokê de kar û barê wêjeyî, helbestvanî, ‏aristanî...dike. Miletê kurd ji tevan bêhtir rola xwe lîstiye, ango dîdarî bi hemî miletên herêmê re kiriye, wekî em tev dizanin mirov bi tenê dikare dan û standinê bike, lê lawir ji xwe pêve bi kêrî kesî nayê û nikare têkildar be bi aliyê din re. Lê mixabin xapandineke dîrokî çêbû û ev milet li pa‏ ma û vê jî bandora xwe li ser rew‏a miletê kurd kiriye .

Gava em dibêje dibistana helbesta kurdî, ekadîmiyet tê bîra mirov, yan dema em dibêjin nif‏ên nû û helbesta nûjen... Gelo kilasîkên me di rêya saziyên fermî re hatibûn parastin, da ku nif‏ên nû li ser wan bêne avakirin. Ez bawer im ku em ê di vê mijarê de hinekî ‏a‏ mabin. Hîna ‏êweya nû û ya kevn, helbest û pex‏an ji hev cûda nebûne, ango hîna ‏opa hev dajon, ew jî bi sedema ku dibistanên kurdî nehatine sazkirin. Ez karim vê ba‏ bibêjim... gelo awira we çi ye mamosta ?  

Ekadimiyet li gor pê‏ketin û serbestiya milet tê avakirin. Miletê bindest deng jê dernakeve, ango zarokek bixwaze bigrî û tu wî qedexe bike ji vî mafê wî, miletê kurd jî lê wilo bûye. Ka wê çawa ev miletê qedexekirî, wê bighêje ekadimiyetê, tevî fîdakariya wî, ku karîbû xwe di nav çar dewletên koledar de biparêze û miletên din jî, ji kevne‏op û toreya wî sûde girtin.

Ez (isbat) dikim ku, bi sedan stranên me Tirkan û Ereban ew dizîne, ne ji stranên mebana hunermendên wan mafê nanê xwe dernedixistin.. Hunermendên me dema ku tên û distrên, pirtûkek bi serê xwe ne . 

Em serkeftiyê ekadimiyeta ê‏ û kul û derdan e. Ji wisa em xwedî toreyeke dewlemend û zengîn in, ne hewceyê toreyên din in . Ango rastiya me dijwar e.

Tu naveroka helbstê çawa dipîve ...?

Xwendevanekî zangoyî ji min pirsî ; apo, çima tu romansî nanivîse?. Min gotê: Kurê apo, nuha çar mirî di mala te de bin û her çar jî ku‏tî bin, la‏ li erdê bin, û tu jî /Ey‏ê ey‏ê ey‏anê/ bistirê, ma ev yek dibe?. Wî gote min : Na .  

Her roj em bi sedan ku‏tiyan di televizyonan de dibînim û ji radiyoyan dibihîzim, ku li herçar perçeyên Kurdistanê ku‏tin û talan û girtin e, ma ez li ser behrê me û bi keçikên tazî re wîskî vedixwim, heyanî ku ez romansî binivîsim!? .

Tu rew‏a helbesta kurdî li Sûriyê çawa dibîne?

Ez bi rastî bibêjim, ez helbesta kilasîkî tenê dixwînim, helbesta nûjen ya ku hûn nav lê dikin, ez tênaghêm û naxwînim. Helbestên Seydayê Cegerwîn, Kele‏, Tîrêj û Heydo ...hd dixwînim û li cem min hene . 

Berhemên Bêbuhar çend in û kîjan yekem helbest bû?

Berhemên min yên çapkirî (3)ê ne : Zindan... Bang... Raperîn .....hemî diwanên helbestan in. قe‏-heft pirtûkên min hene ji helbest û ferheng û serpêhatiyan, lê mixabin rew‏a dijwar ya abûrî û dijwariya belavkirinê dibe kelem .

Yekem berhema min, sitranbû (Gulîzar) ya ku min awaz kir û ew da hunermend Mehmûd Ezîz û strana (قînbû rîhan lo dilo – Te dilê min bir lê canê) di salên 1968 – 1969,  hemû jî ji gotin û awazên min bûn. Pi‏tî ku hunermend M. Ezîz  ji Kurdistanê vegeriya û ev stran tomar kirin û bi serket, salên pi‏tî heftêyî, min çend stranên din jî danê, wek (Rabe ji xewê çavê raketî – Hebs û zindan kûr û tarî – Eman dilo eman dilo) ew jî ji gotin û awazên min bûn. Lê çend stranên din jî min dan kek Mahmûd Ezîz ji gotinên Cegerxwîn û awazên min wek (Eman leylê ... ) . 


Di dawî de tu ji xwendevanan re çi dibêje?

Ez gelekî sipasiya we dikim ku hûn li pêmayên xwe xwedî derdikevin. Li xwe ba‏ binêrin û berhemên çak ji miletê xwe re bi`afirînin. Dîrok keda kesî winda nake, dema we ji ya me xwe‏tir e û gelek derfet û delîv hatine vekirin, wan ji dest xwe bernedin. Dem pêl e lê siwar bibin û silavên min ji hemû xortên ku bi zimanê dayika xwe mijûl in.

 

 


Yusiv Berazî

Bêbuhar