Ji bo raiya giştî

di salvegera komploya navnetewî de

   

Di dîroka hemû Miletan de

rojên reş hene, û wek wan jî

miletê kurd yê ku rojên wî yên

reş pirin û yek ji wan jî roja

15 ê Sebatê ye,

15 ê Sebatê rojeke bi ewrên

bêbextiyê hatiya pêçan, rojeke

bi dek û dolaban hatiya hûnan,

li ser serokê netewî,

berêz Abdullah Ocalan û

tevgera rizgariya kurdistan.

 

Em weke saziya çand û hunera

rojavayê Kurdistan,

vê bêbextiya cîhanê li hember

rêvebirya gelê kurd bi tundî

şermezar dikin û dibêjin:

Ew şemala azadiyê ya ku bi

zend û bendên xort û keçên

Kurdistan hatiya pêxistin,

tu kes û tu hêz nikare bi dek

û dolaban, vemrîn e.

Em hunermendên endamê

saziya çand û huner ya

rojavayê Kurdistan di vê roja

reş de di nava gelê xwe dene

li qadên berxwedanê.

Û bi dengê bilind dibêjin,

tu pîlan li dijî miletê me

bi ser nakevin, û zindan

di rizin lê em her hene.

 

Bijî Kurd û Kurdistan

Berxwedan jiyan e

Bimre neyarên gelê Kurd

 

S.Ç.H.K.S

14.02.2008

 

Daxweyanî
                     Daxweyaniyên Saziya Çand û hunera Rojavayê Kurdistan

S.Ç.H.K.S

 

 Ji bo raya giştî

Li ser êrîşa bejayî ya dewleta Tirik li ser herema parastina mediya û başûrê Kurdstan.

Em hunermendên rojavayê Kurdistan, vê êrîşa deweleta Tirk bi tundî şermezar dikin û ji hemî sazî û kesayetên ku mijûlin bi parastina mafên mirovan re dixwazin, ku bi hemî hêza xwe li hemberî vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk bisekinin û ji Amerîka û Tirkyê bixwazin ku vê êrîşê di zutirîn dem de rawestînin.

 

Em dibînin ku ev êrîş netenê li ser hêzên parastina medya ye, ev êrîş di heman demê de li ser hemî destkeftên gelê Kurd e li Kurdistan û cîhanê.

Em weke hunermendên rojavayê Kurdistan di hemî çalakiyên dimoqratî de di nav gelê xwe dene û her wiha em ji hemî rêkxistin û saziyên gelê kurd yên welatparêz dixwazin ku dengê xwe li hemberî vê êrîşê bilind bikin û cihê xwe di qada berxwedanê de bigrin.

Roj roja xîretê ye

Roj roja berxwedanê ye

Roj roja hevgirtina netewiye

Û xwedî derketina li nirx û destkeftiyên kurdistaniye.

Bijî Kurd û Kurdistan

Bimrin dijminên gelê Kurd.

 

 

Saziya Çand û hunera Rojavayê Kurdistan

25.02.2007 Eurupa

 

 


Ji bo raya giştî

 
Saziya çand û hunerê

ya rojavayê Kurdistan,
di salvegera serîhildana

12 ê avdarê de
raperîn û bizava gelê Kurd

li rojavayê Kurdistanê hembêz

û pîroz dike,

bi hastên zelal:
stran û awaz,
pênûsek çandî dewlemend,
perîk û tabloyên renge reng,
gulavên destên şanogerên jêhatî,
bi hemî derfetên hunerî,
li ser gorên şehîdên serhildana

12 ê avdarê,
gulên bi eşiqên şeydayî bi hestên

 xwe yên netewî li ser gorên wan

av didin.
Û ji wan destên ku dixwestin

kurd û kurdewariyê binax

bikin re dibêjin,
birc û kelehên zordariyê tim

li hember berxwedanê hildiweşin,

hûn ticaran li hember vîn û halana

gelê me bi sernakevin,

hûnê bi hisreta têkçûna me,

li ber vîna gelê Kurd têkherin.
 
Bijî raperîna 12 ê avdarê.
Şehîdên me serkaniyên

doza netewî ne
û awazên stranên me ne.
û peyv û hevokên mene
wêne û dîmenên me ne
bimrin neyarên mirovahiyê

û gelê Kurd,
û her bijî Kurd û Kurdistan.

 

 

Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistan

                  (S.Ç.H.K.S)

           19.02.2008 Eurupa



 

 

 

H