( Bang )

Bang ji hemû Hunermendên Rojavayê Kurdisanê re
ji bo tevlêbûna Festivala Bêbihar ya pêşbirka strana
Rojavayê Kurdistan.

Di 04/05/ 2008 an de,Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat,yekemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê li dardixe.
Ji bo ked û xebata mamosteyê hêja Yusif Berazî (Seydayê Bêbuhar) di helbest û strana kurdî de.
Em festivala îsal di bin navê wî de li dar dixin.

(Festîvala Bêbuhar ya pêşbirka Sitrana Rojavayê Kurdistan)

Kesên vexwendî:
Hemû hunermendên rojavayê Kurdistanê ne - yên ku mercên tevlîbûnê pêk bînin.
Em hêvîdarin ku hemû hunermendên rojavayê Kurdistan,ji tevahiya Ewrupa û welatên Iskendenavya cihê xwe di vê festivalê de bigrin.

Mercên tevlîbûnê:

1: strana ku dikeve pêşbirkê, divê ne hatibe tomar kirin û ne jî hatibe belavkirin.
2: divê stran berî 27/3/2008 an bighêje destên komîta amadekar,
ji bo biryara tevlîbûna wê stranê were dayin.

Jûrî:
Jûrî ji 3 kesan pêk tê, hersê kes, wê ji beşên din yê Kurdistanê bin, navên wan wê di roja Festîvalê de werin eşkere kirin.


Berhemên xelatan bigrin:
hemû berhemên ku ji hêla komîta amedekar ve werin hilbijartin dikevin pêşbirkê û ji nav wan:
strana yekemîn
strana duwemîn
strana sêyemîn tên hilbijartin

Xelatên festivalê:
Hersê stranên ku di pêşbirkê de biserdikevin xelatan digrin.
Xal li ser awaz,helbest û şîroveyê tên belavkirin.

Deriyê tevlîbûnê ji her hunermendîre vekiriye ku berhema xwe di dema nîşan kirî de bişîne ji komîta amadekar re
li ser vê navnîşana li jêr.

Navnîşan:

Herr Osse
Wülferoder 17
30880 Laatzen/Deutschland

Ji bo têkiliyê:
TEL:01734427638 Zubêr Salih
01627395711 Kawa Şêxê
01725461712 Xebat Şakir
E-mail:
zubersalih@hotmail.com
kawa142@hotmail.com
xebatchaker@hotmail.com


Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan
Komîta birêvebir
16.01.2008
ev pêşbirk li almanya
bajarê hannover li dar dikeve