| Babeta Helîm Yusiv li ser
Çîroka Kurdî di 31.03.2008
an de | |
|
|
Kurtejiyana Helîm Yusiv
Di sala 1967 an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ( Sûryê ) ji
dayik bûye.
Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûq qedandiye û ji sala 2000 î
de li Elmanyayê dijî.
Bi dehan gotarên wêjeyî di kovar û rojnameyên Erebî û Kurdî de weşandine.
Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin.
Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve
li
Stenbolê hatine weşandin.
Berhemên wî yên çapkirî ev in :
1-Mêrê avis
- Çîrok – 1991, bi Erebî, Şam. 1997 bi kurdî. 2004 bi Elmanî,wergêr :
Heidi Karge.
2- Jinên qatên bilind - Çîrok – 1995, bi Erebî Beyrût. 1998 bi
kurdî.
3- Mirî ranazin - Çîrok – 1996, bi kurdî. çapa² 2002 .1998 bi
tirkî,
wergêr: Rehmî Batûr.
4- Sobarto – Roman – 1999, bi kurdî. 1999 bi Erebî, Beyrût. çapa²
: 2004, Hewlêr.
5- Memê bê Zîn - Çîrok – 2003, bi kurdî.
6- Tirsa bê diran – Roman – 2006, bi Kurdî
Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin :
Komara dînan,
Bidarvekirina pozekî,
Sol û serî.
Ji 11.11.2000 î de , bernameyeke wêjeyî, bi navê Gava sêyemîn, heftane,
di MedyaTV û Mezopotamya TV û niha jî di RojTV de amade û pêşkêş dike.