|
Hevpeyvîn bi Hunermend Zubêr Salih re | |
|
|
Hevpeyvîn digel hunermend Zubêr Salih
berprsyarê yekitiya hunermendên rojavayê kudistanê

ez ü saza xwe bi hevere em mezin bun..!!
Hevpeyvîn degl hunermend Zubêr Salih berprsyarê yekitiya hunermendên
rojavayê kudistanê

Hevpeyivîna Husên Ehmed
Zubêr Salih hunermendekî hêjaye û bi qedir û qîmete di asmanê stirana
kurdî wî cihekî bilind girtiya nemez li ba ciwamerê gelêrî yên ji
stranên resenî hezdikin ew stiranên kevnar têr meqam dema merov li wan
guhdarî dike can û derûna merov zelal dibe û dil şadibe , bezma van
strana ji vîna sofîdara ye ev curê hanê kirî biber nemanê ve biçwa lewra
hunermend zibêr salih hizrê xwe da van sitrana û gewher di wande dîtbû
rabû ji nûve ev sitran şînkirin bi awazên xweyî nazdar û dengê xweyî
xweş û şanaz bi vî awayî zubêr salih derbasî dil û hûnavê guhdara bû û
bandore wî li mirov hebû ta zubêr salih bû hunermendekî navdar li hundir
û dervê welat wî bi awaz û stranê xwe di hofik û şevbihêrkên kurda de
avîndar dilşakirin û bêrkal jiyana wan pakkirin wek melayê cezîrî yê
agirê avînê di kezeba de gur kiribû bi helbestên xwe .
1- bi kurtî jiyana xwe bi me bide naskirin wek mirovekî navdar
*- berî her tişî ez spasya we dikim ji bo vê hevpeyvînê, ez wek têm
naskirin bi navê xwe ê rastî Zubêr Salih min qet tucarî navekî din li
xwe nekiriye, ez ji malbatek hunerî me bavê min deng bêj bo û birayê min
muzîk jen bun ,ez hatim dunyê û tembur berî min li malê daliqandî bo, di
zarok tiya xwe de ez fêrî vê sazê bum û nayê bîra min ko carekê min
nizanî bo lê sazê xista ez û saza xwe em bi hevere mezin bun û me gelek
tişê xwesh û ne xweşbi hevra derbas kir, û di zütirîn dem de min hewl da
go ez stranê xwe bi xwe cêkim da ko berhemê minî taybet hebin ,min ne
xwest ez bimînin her stranê hunermendê berî xwe bêjim û di dema mede bê
goman gelek zahmetî hebun lê dîsajî min ew qeyd şkan û min berdewam kir
2- tu gelek cur û şêweya vedhojîne wek stranê şahiyê û yên netewî û
hinek stran bezma wan giranin û hinin din bezma wan bi lez û sivêkin û
hin şerqîne û hin xerbîna bo çi ev cûrana giştik li ba te peydadibin ,
di raya tede ev bezmên sivik û bilez mirov di cîhana hunerî de
windadikin gelo tu bi kude dice te rêka çi dibistane ji xwere hilbijart
tu di çi warîde hêza xwe mosîqî dibîne..?!
*- li vir di xwazim tişî zelal bikim min ne tenê helbestê xwe gotiye min
helbestê gelek
helbestvanê kurd gotiye wek minak /Bêbuhar/Tîrêj/Ceberxwîn/Xemgînê
remo/Cafer Taha/Hemîd dirbas/ezîz xemcivîn /ahmed huseynî/kawa şxê/kerîmo/Seydayê
Cizîrî/ û gelekî din,lê awaz min hewldayê go ez awazê kesî ne bêjim
jiber taqatê min heye û ez ne bi hewcî go awazê kesî bêjim lê ne
kêmasîke heger ez awazê hevalekê xwey hunermend bêjim , û cima ez
helbestê cêdikim û dibêjim ewjî sedemek xwe heye û ew sedem jiber dema
ez helbestekê ji hestê xwe cêdikim wê gavê ez karim ya dilê xwe bêjim û
bînim ziman ji ber ez bawer nakim go yek karibe hestê min û tişê ez di
xwazim bîne ziman wek go ez karim pirsa 2 dinerîna min de rengê hunera
min rengekî taybete û hestekî nazike û ez naxwazim wek tu kesî bim ez
dixwazim ez wek xwe bim wek Zubêr Salih û qet rojekê ne fikirîm ez xwe
bikim wek kesekî ji ber ezjî mirovim wek vê xelkê.
3-Bi nerînek hunerî tu mosîqa kurdî çawa dibîne nemez li kurdistana
rojava, di nava vê lezêde û pelobonê de ya awazên ne durist derdixîne ye
qenc û xerab tevlîhev dike û em mecbûrin li wan guhdarbkin..?!
*- berî ez nerîna xwe bidim ez xwe nabînim bi qwasî wê yekê go ez nêrîna
xwe bidim ser hevalê xwey hunermend û muzîka wan lê ez karim bi giştî
ser hunera me ya rojava bi axivim di nerîna min de huner buye karekî
herî hesan ji bo qezenc kirina pera û xwe naskirina bi xelkê, her yekî
go nikarî bo karekî bike berê xwe daye hunerê ji ber ew ya herî hesane
go pera qezenc bike û xwejî bide naskirin bi xelkê lê evjî wek ew qirsh
û qalê go li ber bê dikevin bilind dibin û û shewq didin û zü zü dikevin
lê huner ewe go hunermend her û her bilind bi be ü bilnd bi be û nekeve
û neyê jibîr kirin gerek em vê yekê zanibin ,pir hatin û cün û wê bên û
wê herin û hunermendê rast wê wek ew qurmê dara gwîzê yanjî dara xwrma
wê her serê wî li jor be û bilnd be
4- tu xwe himberî kê dibîne ji hunrmendên pêşinde û gilo te tiştekî nû
li wan zedekiriye di vî warî de en tiştekî xuya te bikar anîye piştî van
salên bûrî .?!.
*-ez karim bêjim ez di nabera 2 cîla de derbas bum yek jê cîlê said
yusif ü nemir M.şxo û cîlekî din di pê wanre hat ez di nabera herdo cîla
de bun yanî dan û stendina min bi herdo cîla re bo min bi nemir M.şxo re
stran gotin û said yusif û cîlê din jî wek dawid adwanî ü abdulqadir
silêman ü nezîr mihemed û gelekî din , û heger tu bi xawaze nas bike bê
ez li kîjan qatê me di nav hevalê xwey hunermende ez dibêjim ez ji kesî
ne cêtirim ez wek her hevalekî xwe me ,lê di dest pêkê de min got û ez
na xwazim wek kesî bim ez di xwazim di hunerê de rengekî minî taybet
hebe û ez bawerim heye ,lê min ci li muzîka kurdî zêde kir, ez karim
bêjim min gelek lê zêde kir min 19 berhem zêde kir û ev tişî ne hindike
yanî dor 200 stran min zêde kir û ev jimarek ne hindike
5- tu ciqasî xwe girêdayî dibîne
bi cî û warê xwe ve bandora cî çiqasî li te heye û gelo ev bandor di
awaz û stranên tede xuyadikin çî bandore kurdistana serbixwe li te hebû
dem tu çû serdana wê ..?!
*- bi rastî bandura cîh li ser mirov gelek heye û ev yek li ba min hat
diyar kirin dema ez ji welat kocber bum û hatim welatê biyanîyê û hatina
min 5 sal ji hunera min paşxist ji ber min 5 sala tu berhem dernexist ü
sedem guhertina cih bo ji ber dema ez li welat bum tim hezkiryê min doza
stranê nuh li min dikirin û minjî xwesteka wan pêk tanî lê li van welata
mirov ji civaka xwe dure û kesî nêzîkî te go te tev bide tune jibo vê
yekê tujî jibîr dike go tu hunermende ü cavê gel li riya stranê tene û
sedema herî mezin dür buna ji civakê ye
6- tu ji çi avakiriye wek hunermend çi taybetmendîyên te hene di werê
miz û xêvzanînê de , hunermend çawa bi nav û deng dibe di jêr vê
qerebalexê de ya perda guhê merov diteqîne..?!
*- bingeha min malbata min bo go min xwe li ser wê bingehê avakir û
hezkirina min ji muzîkê re
7- tu ji ku sermyanê xweyî giyanî û merovanî distîna û çawa tevlî cymenê
dibe , tu dewlemende bi peyv û guteyên ku bandore wan li derûna merov
heye, yên nêzîkî filkilor û kultorê kurdîne awana hîn di jiyana mede
berdewam dikin , bêgoman te bi jîrbûn û jêhatî û hizrê nazik watak nûjen
daye bêjeyên kurdî kevnar dema ew stranê hêja te jiwan derhinêr kirin ev
taybetmendîk li ba zubêr salih tenê peyda dibe , gelo bi saya hizrên
teyî nazikbû yê naskir çawa zîv û zêrê kultora me şîn bike ..?!
*- wek berî ana min got civak pir giringe ji bo hunerê ü hunermend , ez
timî hewl didim go naveroka strana min ji nav cîrokê civaka min be ez
tim derdê gelê xwe tînim ziman û ji bo vê yekê ez hatim hezkirin ü
qebulkirin ji ber min derdê gelê xwe tim di stranê xwede di got ci evînî
ba û ci civakî ba û ci welat parêzî ba û gelek tişê din ez tim bi zimanê
gelê xwe di axivin û ev tişî pir giringe ji ber wê gavê gelê te dibîne
tu êş wî tîni ziman ji lewra tu cihê xwe di dilê gelde cedike û min
tucarî gelê xwe bi stranê xwe ne xapandiye ji ber ezjî yek ji vê civakê
me
8- gelo raset e ew peva dibêja ( peyva xweş û awaza baş û vehojîna qenc
) sedema biserketina hunermende tu dibê çi..?!
*- bê goman ev raste wek min got dema tu
bi zimanê gel strana xwe şrove dike wê caxê tu milet ber bi xwe ve
dikşne û bi rastî gotinê ez hildibjêrim tim balkêşn û xweşn ,ez tucarî
stranekê nabêjim heger ez jê ne razîbim , û ez tim li nav serpêhatîyê
gel digerim ê evînî ü civakî bi taybet ji bo vê yekê ez dibînim go ciwan
û pîre mêr ü her beş gel ji min hez dikin û heta zarok
9- piştî vê kuça dirêj tu çi sudmendiyê di hunerê xwede dibêne te gelek
ilbom û hofik û şevbihêrk bêşkêşkirin li welat û li derve , te cê xwe di
nav hunermendên kurdî mezin de çêkir , Zubêr Salih gotina dûmahî gelo tê
çi bêje wek stranbêjekî mezin bi nav û deng , besî teye ku tu xwediyê (
sebah alxeyîrî xanamin ) ya can û dil û kezeba guhdara di hilîne , gelo
bi saya te wê stirana kurdî pêngavek hêja wê bi aliyê hunerê resen ve
bavêja..?!
*- di vê riya dûr û dirêj go ev bêhtirî 30 sal ez di nava hunerê de
kelîyam bê guman min gelek da hunera xwe hunera kurdî û min gelek jî jê
stend bi rastî ev pirs gelekî giringe û bi cend gotina nikarim bersivê
bidim , ji ber min di jiyana hunerê de gelek tişê xwesh û piroz dît min
gelek hevalê xweşk û delal nas kir min gelek şvê di bin runahîyê kesk û
sor û zer û şn de derbas kir û li ser sahnê medyê kurdî min pir stranê
xweş gotin . min gelek bajarê go insan bi hisreta dîtina wanin min şvê
xweşlê wan bajara derbas kir li gelek paytextê dunya yê geriyam ü ev
bajarê ez di cümê tim hezkiriyê min pêşazya min dikirin ,tim rûîyê xweşk
bi mire dikenin û gelek tişê din ,lê minjî gelek ji jiyana xwe da vê
hunerê ez bi şvê dirêj bê xew dimam ji bi bo ez stranekê xweşcêbikim
xelk di ketin xewê ez dimam şyar hevalê min di cün seyran geha ez di mam
di malde ji bo helbestekê û stranek nuh bi afrînim , ji bo strana ((sebah
al xêrî xana min)) bi rastî vê stranê gavek mezin da min lê nayê wê
wateyê go ev strana minî herî xweş na ji ber min gelek stranê wek wê
cêkir lê ji ber ne hatin weşndin wek (sebah al xêrî xanamin)nehatin
naskirinjî wek wê ,min 10 helbestê cizîrî awaz dan û tev xweşn lê ne
hatin weşndin û riya xwe nedîn wek( sebah al xêr) û heger ez her tişî
bêjim wek min got ev bêhtirî 30 sal huner mere nikare tevî di
hevpeyvînekê de bîne ziman, li vir ez pir pir spasya we dikim ji bo vê
hevpeyvînê û ez pir kêf xweşm go hevalê minî hêja( husên ehmed) go ev
hevpeyvîn bi mire kir spas dikim ji bo malpera we û serkefin ji ber kar
û xebata we
ـــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ
Têbîn:
Wergera pirsa û pêşgtinê
ji zimanê ereb î; Zagros Osman