Zubêr Salih
 

Hunermend Zubêr Salih ji sema kurd re .

henek ji Hunermendên me li bendê ne ku Saziya Çand û hunera rojavayê Kurdistanê bi serkeve wê werin û tevlî bibin

 

  Hunermend Zubêr Salih stêreke di Asmanê Hunera kurdî li rojavayê kurdistanê û stêra wî geştir bû û hate nasîn li tevayî kurdistanê dema Qesîdeyê Melayê Cezîrî kirin stran û bi awaz û dengê xwe yî naz û şêrîn dilê heskiriyên hunera kurdî mest û xweş dikir , çave xwe li ser Tenbûrê vekir û şîrê Evîn û eşqê vexwar û ji biçûkiya xwe de fêrî sazkirina tenbûrê bû ye û ji malbateke hunermenda ye bevê wî tenbûrvan bû , her weha rewleke wî ya girîng hebû di damezirandina Saziya Çand û hunera rojavayê Kurdistanê li derveyî welat û niha jî serkêşiya wê dike ,me li ser gelek babetan dîtin wî girtin div ê hevpeyvînê de .

Hevpeyvîn Ebdulla Sebrî .

- Hunermendê hêja Zubêr Salih .. Dema te baş ..

- Dema tejî baş bi rêz Ebdula Sebrî


- Ez ji dil û can sipasiya te dikim ku te dilê xwe yê fireh ji me re vekir û derfet da me ku em bîr û baweriyê te bizanin li ser hunera kurdî û rewşa hunermendê kurd û kar û çalakiyê Hevgirtina we (Hevgirtina Hunermendên rojavayê Kurdistanê ) .

- Ez jî we ji dil û can sipas dikim ji bo vê hevpevînê ku we ev derfet da min ku ez karibim hinekî ji kar û xebata xwe ya hunerî û her wiha ya Saziya Çand û hunera rojavayê Kurdistanê jî û rewşa hunera kurdî bi giştî di riya sema kurd re bighînim xwendevanên we yên birêz.


- Hunermend Zubêr Salih serokê (Saziya Çand û hunera rojavayê Kurdistanê ) Di destpêkê de em dixwazin hinekî li ser Saziya we rawestin û em zanînê xwe li ser zêdetir bikin ?
.
- Ev sazî berî ku em li europa damezrînin
Bê guman di hundirê welat de di sala 2006 an de hat damezrandin
Em jî weke şaxekî ji wê saziyê ne li derveyî welat,bingeh li welate,
me weke hunermendên rojavayê kurdistanê li europa me pêwistî bi avakirina saziyeke bi vî rengî dît ku bi rastî îro çand û hunera rojavayê kurdistanê, pêwistiya wê bi saziyeke bi vî rengî heye li Eurupa,
Lê ev sazî hîna di avakirinê de ye ji ber saziyeke bi vî şêweyê han di mehekê û du mehan de nayê avakirin hinek bêhna fireh jêre gereke û ev sazî ji bo me hunermedên dereveyî welat pir giring,ji ber ev dem dema karê kolektife,weke hûn dizanin li eurupa her yek ji me li welatekîye ,pir zore ku em bê arîkarya dezgeh û saziyan karibin karên mezin bikin, ji ber vê pêwiste hemî hunermend,Helbestvan ,Şêwekar ,Şanoger,rejesor û nivîskarêm me hemî li vê saziyê xwedî derkevin,ji bo em karibin bi hevre bibin bersivên pirsên gelê xwe û karibin findeke geş di jiyana wan de vêxînin.


- Li gora agahdariya me ku hemî hunermendên me tevlî saziya we nebûne , em dikarin sedema vê tiştê nasbikin ?



- Heya niha kesî ji mere negotiye ku em ne bi vê saziyê re ne û me jî hîn dest bi karê endametiya fermî ji bo saziyê nekirye ji ber vê em nikarin bêjin kî tevlî meye yan kî ne tevlî meye ,lê li gor hevdîtinên me bi hunermend,nivîskaran re kes li dij tune,dibe hinek hevalên me yên hunermend li benda kar û xebatên me bin, ji ber berî niha çend tecrîbeyên avakirina saziyên bi rengî çêbûn lê mixabin biserneketin,vê jî dil sariyek li ba hunermendên me peydakir, ev jî dihêle ku hunermendên me zu bi zû beryara tevlî bûna xwe nedin.
dibe hinek ji hunermendan li karên amade bigerin.
Û henek jî li bendê bin ku sazî bi serkeve wê werin û tevlî bibin û ger bi ser neket, ji xwe tiştekî wan dinav de nebû û tuneyeku berkevin,lê em ê bi sebir û arama xwe û kar û xebata xwe bihêlin saziya me bi serkeve û bibe saziyek ji bo hemî dil êşê çand û hunera kurdên rojava .

- Hêviya we ji damezrandinê çiye û we çi ji armancê xwe bi cî anîne ???
- Wek min di dest pêkê de jî got, em hîn di avakirinê de ne û hîn ne ketina warê kar,ji ber em heya niha bi karê bîroqratîk re mijûlin û danasîna saziyê li ba hunermend û nivîskaran, emê ji vir û pêde dest bikarê xwe yê piratîk bikin, ana prova şanoyekê bi navê (xanîkî kirê )dest pê kiriye û ev şano karekî dirêje li dora du satan dom dike û tev komîdya civakiye, meriv dikare bêje ev cara yekemîne ku şanoyek bi vî rengî tê amede kirin dinav kurdên Europa de,henek ji endamên vê koma şano şenogerên naskirîne di nav kurdan de û xwedî tecrîbene,wek mînak,şanogerê me birêz Kerîmo û her wiha hevalên me yên din jî bi salane karê şano dikin.
di nerîna min de ev şano wê pir serkeftî be,
û hêviyên me bi rastî ji vê saziyê pirin,ez karim çend pirojeyêm me yên din jî bînim ziman yek ji wan Pirodektsyone ji bo amedekirin û belavkirina CD yan û çêkirina video kilîpan û rêze filîman ,pêşengehan û pirtokan û gelek tiştên din ku emê di demên pêş de raiya giştî bi pîlan û pirojeyên xwe agehdar bikin,

- Rewşa hunermendê kurd li derveyî welat çawe û çawa karê xwe yê hunerî dikin, û çi problemên wan hene di vî warî de ?

- Di nerîna min de rewşa hunermendê kurd li europa hinekî xerabe ,
lê ger li xwe xwedî dernekeve wê kambax bibe ,saziya me dikare bi be bersiva van pirsgirên hunermendên me li eurupa, Ji ber wek em di zanin gelek ji hunermendên me ne Endamên tu partiyan ne ,piranya hunermendên me mirovên serbixwene û kesê serbixwe kes li wan xwedî dernakeve,ji ber ku heya niha bazereke azad di nav me kurdan de peyde nebûye ku hunermend hunera xwe bighîne gel, ev jî bi serê xwe pirsgirêkeke hunermedên mene li Eurupa,saziya me wê bibe bersiva van pirsgirêkan û ji wanre bibe çareserî ,em weke sazî tu cudahiyê nakin navbera hunermendan, hevalê kîjan partiyê be yan jî serbixwe be ji bo saziya me tu pirsgirêk di vî warî de tunene pêvanên me tenê hunere .

- Em dixwazin niha werin ser rewşa te ya kesayetî , ev demeke dirêje me ti berhemê te yê nuh nedîtine ?? di vî derbarî de tu çi sozî didî heskiriyên xwe ??

- Dema ku ez nû hatim Eurupa mîna herkesî ez jî hinekî bi karên xwe yên bîroqratîk ve mijûl bûm û derfetên min tune bû ku ez CD ya xwe tomar bikim, lê di sala 2006 an de min berhemeke nuh diyarî hizkiriyê xwe kir û pir hat hezkirin, ew CD ê bi navê (Nizanim )
ez ana ye 2007 an amede dikim,ez karim bêjim nêzîk wê di nav destê guhdar û hezkiriyên min de be, ez bawer dikim ku wê pir jê hizbikin.

- Em wek dezgehekî rewşenbîrî û hunerî gelek giringiyê didin hunermend û hunera kurdî , ji aliyê we ve hûn çawa dezgeha semakurd dibînin û çi pêşinyarê we di vê derbarê de hene ??

- Berî her tiştî ez serkeftinê ji bo kar û xebatên we hêvî dikim, bi rastî ev karên hûn dikin karekên ji bo pêşxistina çanda gelê me pir giringin û bi taybetî ji bo me hunermendan, ku dezgeheke bi vî şêweyî li ser Çand û hunera gelê kurd radiweste hêvîdarim ku ev dezgeh hîn bêhtir li ser Çand û hunera kurd raweste ji ber heger ez û tu û yên din em li çanda xwe xwedî dernekevin wê çanda me hêdî hêdî ber bi helandinê ve here,ew çanda ku ziman,hebûn,û dîroka me parastiye heya bi vê demê,pêwiste divê dema teknîkê de em karibin vê çandê hîn xurtir bikin.
Wekî din jî em weke sazî amedene bi hemî sazî,Komel û dezgehên gelê kurd re bixebitin û sînga me ji hemî rexne û pêşnazan re jî vekirye.

- Û di dawî de em serkeftinê ji saziya we re dixwazin û bi taybet ji te re her şad û serbilind be .

- Ez jî bi navê Saziya Çand û hunera Rojavayê kurdistanê û bi navê xwe jî serkeftinê ji were di xwazim û spasiya we dikim ku we derfet da min ku ez di rêya were dîtinên xwe û danasîna saziya me bighînim gelê kurd li her çar hêlên Cîhanê ,û silav û rêzên min ji bo her xebatkarekî di sema kurd de hene.
Silaveke bi gulan pêçayî ji bo xwendivanan û ji bo her hezkiriyekî min li her çar hêlên Cîhanê.
Di dawî de jî ez bangewaziyekê ji bo hemî hunermend,nivîskar,helbestvan,şêwekar û kesên ku dibeşê sîneme de dixebtin, ez dibêjim werin em bihevre gava yekemîn bavêjin û li Çand û hunera kurdî xwedî derkevin.
kekê minî hêja Ebdula Sebrî ez te ji dil û can spas dikim ji bo vê ked û xebata te ya kurdewarî.



Gelek sipas sipas kekê Zubêr
Ebdula Sebrî

Azadsav80@hotmail.com