|
STRANBÊJ Û HELBESTVAN XEBAT ŞAKIR:
"DI HUNERA KURDÎ DE
TÊKILIYA XAL-XWARZÎTÎ SERDEST E!"
Xebat Şakir yek ji
hunermendên me yên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ye, ku niha
jiyana xwe li xerîbiyê, li Oldenburga Elmanyayê berdewam
dike. Ew bixwe yek ji hunermendên me yên êzîdî ye. Yekem car
di Îlona 2002ê de me di civîna PEN'a Kurd de li bajarê
Mulheim (Ruhr) li Elmanyayê hev nas kir. Di civîna navborî
de, Xebat Şakir bi tembûr û awaza xwe nivîskar û
helbestvanên civîna sê-rojî coşandin. Piştre, li Bielefeldê
me hev dîtibû û li gel rojnameger Îkram Balekanî me berê xwe
dabû Düsseldorfê û li mala nivîskar Kakşar Oremar
kurtedemekî xweş bi hev re derbas kiribû.
Hevdîtina me ya dawî çendek berê li
mala wî ya li Oldenburgê pêk hat. Wî ez çar şevan li mala
xwe ezimandim. Di vê demê de, civat û rûniştinên me her li
ser huner, muzîk û edeba kurdî bûn. Carinan jî wî destê xwe
diavêt qevdika tembûra xwe û bi awaz û stranên xwe diheland.
Beriya ku xatir ji wî û xanima wî ya
kurdewar bixwazim, min pirsî û wî bersivand.
Kerem bikin hûn û gotûbêja li gel
Xebat Şakir...
******
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Kekê Xebat
Şakir, di serî de spasiyê xwe peşkêşî te dikim ku te deriyê
mala xwe ji me re vekir. Dixwazim bi vê pirsa 'klasîk' dest
bi gotûbêja me bikim: Xebat Şakir kî ye?
XEBAT ŞAKIR: Ji bo vê derfeta
hanê spas ji bo te. Ez Xebat Şakir, li Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê di sala 1967ê de li bajarê Tirbêsipiyê ji dayika
xwe bûme. Piştî xwendina dibistana navîn, ji ber sedemên
aborî û hinek tiştên din min dev ji xwendinê berdaye.
Malbata me bi xwe ji bakurê welêt e. Ev di sala 1959ê de ji
Nisêbînê derbasî Binxetê bûne. Nîvê malbata me li Bakur,
nîvê din jî li Başûrê-Rojava ye...
Te got malbata me ji Nisêbînê
derbasî binxetê bûye. Ji kîjan aliyê Nisêbînê?
Cihê ku em jê hatine, gundê 'Xanikê'
ye. Berê jê re gundê 'Behlimlê' digotin.
Malbata we bi çi navî tê nas
kirin? Çi li Bakur çi li Başûr...
Ji malbata me re 'Mala Delî'
dibêjin. Piştre, ev wekî du mal ji hev vediqitin. 'Mala
Misletil' derbasî Binxetê dibin, 'Mala Mecîd' jî li Serxetê
dimînin. Lê wekî min eşkere kir, malbata me zêdetir wekî
'Mala Delî' dihate nas kirin.
Ji kerema xwe re hinek behsa
jiyana xwe ya hunerî ji me re bike. Ev têkilî bi çi awayî
dest pê kir?
Piştî min dibistana navîn qedand -
ez ne şaş bim sala 1985ê bû. Wê demê min dest bi karê muzîk
û hunera kurdî kir. Di destpêkê de, min xebata xwe bi komên
muzîkê re pêk dianî.
|

Eskere Boyik, Salihê Kevirbirî û Xebat Şakir
(ji çepê) |
Kekê Xebat, tê berdewam bikî, lê
dixwazim gotineke wisa li pirsa xwe zêde bikim: Di malbata
te de kesên nêzî hunerê hebûn gelo, ku te sûd ji wan
werdigirt?
Belê, belê çawa. Di malbata me de
apê min Xelîlê Mislit, ango Xelîlê Êzîdî, hunermendekî çak
e. Li dorhêlê tê gotin, ku rehmetiyê Mihemed Şêxo ew wekî
'hoste' ji xwe re qebûl dikir. Li hêla din, bavê min û
birayê min jî tembûrvan bûn. Birayê Salih, dikarim ji te re
bibêjim ku ji sala 1983ê û vir ve ez di nava keftûlefta
muzîk û hunera kurdî de me.
Baş e siheta te xweş! Gelo yekem
car tê bira te ku te tembûr da destê xwe? Ka bi kurtebirî ji
me re behsa hest û hizra xwe yên wê demê bike.
Cara yekem, di 'Koma Nûhilat' de min
dembûr da destê xwe û min lê xist. Di sala 1983ê de, li Taxa
Rûknedîn a li Şamê, min li gel çend hevalên xwe dest pê kir
û min stranbêjî kir. Baş tê bîra min, mamoste Elî Şengalî jî
li wê derê amade bû. Ew roj di jiyana min de rojeke taybet e
û tu carî ji bîr û hizra min naçe. Hesteke zor payeberz e,
birayê Salih, nikarim bi eşkere bînim zimên.
Ramanên kesên li derdora te di wê
rojê de çawa bûn. Di rojên wisa yekem de, çi ji te re gotin,
Tu çawa hatî pêşwazîkirin? Diyar e ku tu wê demê ciwanekî
nûgihiştî bûyî...
Rast e, wê demê gelek kesên ku berî
min bi demên dirêj dest bi karê hunerî kiribûn, hebûn. Her
çavên wan li ser min bû. Baş tê bîra min, ji min re û ji
kesên derdora min re wiha gotin: 'Heger Xebat li xwe miqate
be û hay ji tembûr û dengê xwe hebe, dê bi pêş bikeve!' Bi
gotin û handana wan camêran, ku ez her dibêjim 'mala wan
ava', ez ji li karê xwe sor bûm û bi eşq û serbilindiyeke
gewre min xwe da karê strangotin û muzîkê.
Baş e Hozan Xebat, pirseke min a
klasîk heye, ku ji tevahiya dengbêj û stranbêjan dikim.
Dixwazim ji te jî bikim: tu kîjan hozan ango stranbêjî ji
xwe re mînak digirî?
Tê gotin ku ji
bo her hozan, stranbêj û dengbêjek 'delalekî/a ber dilan'
heye. Gelo
ji bo te kesek an jî kesên rêber kî ne?
Ez malavahiya te dikim ji bo pirseke
bi vî rengî, kekê Salih. Li ser pirsa te dixwazim bibêjim,
ku zêdetir muzîka kurdî ya klasîk bandoreke giran li min
kiriye. Di vî warî de jî, kesê ku herî zêde ji xwe re mînak
digirim, Pîr Miço ye. Ev nêzîkî du sal in, ku rehma Xwedê
kiriye. Li Holanda jiyana xwe berdewam dikir. Rehmetiyê Pîr
Miço di warê muzîka klasîkî de bandora xwe li min kiriye.
Heger bi giştî em bibêjin, çend navên din hene ku ez navên
wan ne bêjim, ez ê neheqiyê li wan bikim. Ew jî Şivan Perwer
û Seîd Gebarî ne. Qedr û qîmeta van herdu ciwanmêran jî li
cem min gelek heye û bandora wan jî li ser min gelek çê
bûye.
Gelo heta niha çend stran û
awazên Xebat Şakir gihîştine ber destê kurdîguhdaran?
Mirov dikare behsa du beşan bike.
Yek, berhemên şexsî; dudu, berhem ango stranên hevpar ku me
li gel koman çê kirine. Du berhemên min ên şexsî ango du
kasetên min hatine tomar û belav kirin. Yek jê bi navê 'Lo
Hevalno', ya din jî 'Gundê Min' e. Yek di sala 1997ê de, ya
din jî di sala 1999ê de gihîşt ber destên hunerhezan. Niha
jî wekî xebata sêyemîn li ser kasêteke nû kar û xebatên xwe
berdewam dikim.
Ev karên şexsî bûn. Wekî kom jî, me
ta niha du kaset pêşkêş kirine. Bi 'Koma Nûhilat' re li Şamê
di sala 1985ê de, me kasêtek çêkir. Piştî ku ez di sala
1989ê de ez ji leşkeriyê vegeriyam, me li Tirbêsipiyê bi
navê 'Koma Hêzil' komek ava kir û kasêteke wê komê jî der
ketiye.
Ev komên we ji çend kesan pêk
dihatin?
Koma Nûhilat tevî folklorê ji 20
kesî pêk dihat. Lê em 7 kes bûn, ku me karê lêxistina amûrên
muzîkê û stranbêjiyê dikir.
Terza ku tu dikî, çawa ye, çi
terz e? Ango bi awayekî klasîk bibêjim: tu çi navî li hunera
xwe dikî?
Ez dikarim bibêjim, terza min bi
giranî terz û şêweya klasîk e.
Tu di hunera xwe de zêdetir li
ser hêma û teşeyên çawa radiwestî? Stanên ku tu distrî, bi
zêdeyî li ser çi ne. Gava ez li stranên te yên di her du
kasêtan de guhdarî dikim, dibînim ku stranên te yên
şoreşgerî li ser hikûm in. Tu ji bo vê nêrînê çi dibêjî?
Siheta te xweş! Ji xwe te bersiva
pirsa min jî da. Rast e, di herdu berhemên min de stranên
min bi piranî şoreşgerî ne. Di serdema ku me jiyana xwe li
welêt diborand, bêhna şoreşê difûriya. Lewre jî, şoreşê
bandoreke wisa li me kir, ku em wan di berhemên xwe de
derxin pêş. Lê ez dixwazim di kasêta xwe ya sisêyan de bi
giranî li ser evîn û evîndariyê rawestim. Tabî dîsa jî bêyî
evîna welêt nabe. Em ê vê carê li gel evîna yarê, dîsa jî
behsa serzemîn û evîna welatê bab û kalan jî bikin.
Tiştê ez dibînim, navbera te û
enstrûmanê jî baş e. Xuya ye tu û sazê li hev dikin!?
Belê rast e. Di destpêkê de min saz
da destê xwe. Piştî maweyekê, vêca min dest bi strangotinê
jî kir. Ez na bêjim ez tembûrvanekî gelekî xurt û zîrek im.
Saz ango tembûr ji bo min alav ango navgînek e, ku ez derdê
xwe yê vegotinê der bibim û xwe rave bikim.
Em stranbêjiya te deynin aliyekî
û em werin ser helbestvaniya te. Tu helbestan jî dinivîsî û
min bi xwe çend helbestên te di kovar û rojnameyên kaxezî û
malperên internetê de xwendine. Li ser helbestê tê ji me re
çi bibêjî? Tu heta çi radeyê dikarî di helbestê de kul û
keserên xwe vebêjî?
Gava din min got: 'ez ne
tembûrvanekî baş im!'. Her wiha helbestvaniya min jî ne
hewqas e (dikene). Ez ne helbestvanekî baş im, lê ji
helbestê hez dikim. Dibe ku ez ji helbestên xwe hez bikim.
Lê ya girîng û watedar ew e ku xwendevan bibêje 'ev helbest
xweş e'. Dema min dest bi stranbêjiyê kir, min dixwest bi
gotinên xwe, bi hestên xwe, bikevim nava civatê. Ji ber vê
yekê jî gotinên gelek stranên min, helbestên min bi xwe ne.
Bi vê yekê min dixwest helbestên xwe bixim xizmeta gel.
Baş e, wê gavê wisa bipirsim:
helbest ji bo te çi ye?
Helbest ji bo min hest e, evîn e,
xweşikahiya jinê ye, rasteqîniya jiyanê ye, serzemîna welêt
e.
Gelek helbestên te gihane ser hev
gelo?
Heta niha li dora 60 helbestên min
bi awayekî nivîskî li ber destên min amade ne. Wekî stranên
min, helbestên min jî di şêweya klasîkî de hatine nivîsîn.
Dîtina te li ser helbestên nûjen
çi ye?
Ez xwe piçekî dûrî helbestên nûjen
dibînim. Wekî min got, bêhtir xwe nêzîkî helbesta klasîk
dibînim.
Ji stranên kasêtên te, gotinên
çendan te bi xwe nivîsîne?
Di kasêta min a yekemîn de, sê stran
ne yê min in. Yek ji wan strana Ednan Sebrî ye, ya din
strana birayê min Têlî Şakir e. Stranek jî gelêrî bû. Navê
stranê 'Xerîbê' bû, berê bi wî awayî ne hatibû gotin. Min bi
xwe ji devê çend mirovên kal ew stran girtibûn û li gorî xwe
min şirove kir û ew got. Di wê kasêtê de, neh stran hene, ku
gotin û awazên wan ên min bi xwe bûn. Di kasêta din jî de,
dîsa sê stran ne tê de, stranên mayî li gel gotinên wan hemû
yê min in.
Di nava stranên te de rola stran
û awazên folklorî çi ye?
Rola stran û awazên folklorî di
hunera min de baleberz e. Dikarim bibêjim, ku bingeha min ji
folklorê tê.
Pirseke min a taybet heye, kekê
Xebat. Hunermendên kurd dikarin heta çi radeyê xwe di
platforma hunerî ya kurd de binînin? Ez vê yekê li gorî
derfetan dipirsim. Hinek kes hene, ku di warê derfetan de rê
heta dawiyê ji wan re vekirî ye. Lê gelek kes jî hene, ku li
derveyî vê kategoriyê dimînin. Bê derfet û mecal in. Ez di
vî warî de şaş im gelo?
Na! Heta asîmana tu rast î û mafê te
heye. Dibe ku gotina min hinek giran be, lê mixabin ku di vî
warî de rantek çê bûye û beşekî biçûk ji van hunermendan vê
rantê dixwin. Hinek ji rola 'xal û xwarzîtiyê' di vî warî de
heye. Gelek derfet ji bo hinek kesan têne terxan kirin, ku
li gorî baweriya min ne hêjayî vê yekê ne. Ew li ser pişta
hinekên din der dikevin pêş. Lê ez di wê baweriyê de me, ku
kesên ku li ser pişta hinekan der dikevin qada hunerê, dê
rojekê bi awayekî hêsanî jî bikevin, ango biterpilin.
Bi ya min, tiştê girîng ew e ku
mirov bi hunera xwe, bi stranên xwe, bi pênûsa xwe, bi
firçeya xwe li ser piyan bisekine, ne bi mam û xalan!
Diyar e derdê te jî di vî warî de
giran e! Gelek caran hunermendên me, stranbêjên me rewşeke
wisa li wan peyda dibe ku mirov dikare wê rewşê bi gotina
'kêr gihaşt hestî' şirove bike. Gelo tu jî carinan dibêjî
'ezê dev ji strangotin û hunerê berdim!'?
Belê, rast e. Min bi xwe jî gelek
caran wiha gotiye. Ez bi xwe 20 sal in, ku xebata xwe bi
keda destê xwe û xweydana eniya xwe pêk tînim. Heta niha jî
min pênç çerxî piştgirî ji tu kesî ne girtiye. Lewra jî
carinan mirov aciz dibe û dixwaze terka evîna xwe bike, ku
ev evîn ji bo min sazbendî û stranbêjî ye. Gelek caran min
xwestiye saza xwe li erdê bixim û bişkênim. Paşê, qedrê
hunerê dihêle ku ez vê yekê ne kim. Dibêjim bila kêfa hinek
xêrnexwazan ne yê û ez dîsa dest diavêjim qevdika saza xwe,
hevala xwe, ango evîna xwe.
Wekî ku hate diyar kirin, aliyê
te yê hunerî li welêt dest pê kiriye. Niha tu li derveyî
welat hewl didî ku jiyana xwe berdewam bikî. Dema tu xebata
li wêlêt û li derveyî welêt didî ber hev, çi cudahî der
dikevin pêş?
Keko! Xebata li welat çiqas dijwar
bû, hewqas jî xweş û geş bû. Welêt kaniya berhevkirin û
xweîfadekirina huner û hunermendan e. Li welatê biyan, em
mîna gihayê hişk in. Lewre em ji koka xwe dûr in. Bi tenê bi
mînakekê ez ê cûdabûna ku te pirsî, rave bikim: Ji sedî 95ê
berhemdariya min ji welêt e.
Tu jî ji wan kesan î ku dibêjin:
'Birçûbûna li welêt ji têrbûna welatê xelkê birûmetir e'?
Belê, belê hezar carî jî.
Baş e, kekê Xebat Şakir. Me behsa
helbestan kiribû, helbesteke te gelekî bala min kişandibû:
'Girxatûn'. Ez dixwazim ku tu çend rêzikan ji vê helbestê ji
me re bibêjî.
Wey ser serê min, birayê Salih!
Girxatûn navê gundekî Binxetê ye, li dora 40 kîlometir
nêzîkî sînorê Bakur e. Ez ê niha beşekî jê ji te re
bixwînim:
Kerem bike...
Girxatûn;
Xaniyekî kevn û odeyeke mezin
Em duwanzdeh nefs lê raketin
Çend kox û çend kadîn û hewşeke
kevirî
Dergehê li ber deriyê hewşê sêlik û
çend textên rizî
Li pişt mala me girekî mezin û li
aliyê din co diherikin
Ava bû gundê me
Tarek Xaltî û yek Çêlikî
Tevlihev bû gundê me hin misilman û
hin êzîdî
Lê me tu caran ne kir şer û dubendî
Li cem me hebû tifaq û tebayî
Pê re jî kêf û şahî û birayetî
Li vir mezin bûm bi serbilindî
Li hêleke gundê min cerih û mizgeft
Li aliyê din Bagok û Serxet
Li Bakur têlên rêsayî bombe û mayîn
Gelek kurên camêran lê hatin kuştin
Li pey wan komên kûlfeta sêwî hiştin
Şikriyê Kopo û Xelîlê Mîrzo
Gundiyên min bûn herdu
Hatin kuştin li ser sînorê Tirko
Li zû hildan tola wan Gurgîn û Ferho
Wan qebûl ne kirin sînorê Tirko
Rêzan û rêber bûn herdu...
Belê çend bendên din jî mane, lê ez
bawer im te gotibû kurtebirî...
Wey siheta te xweş, kekê Xebat!
Bi rastî straneke zor xweş e. Beriya ku em dawî li
hevpeyvîna xwe bînin, dixwazim ji bo rojên pêş plan û
projeyên te hîn bibim...
Belê, wekî min di serî de got, hewl
didim ku kasêta xwe ya sêyemîn çê bikim. Her wiha gelek
heweskar im ku helbestên min bi xêra hinek xêrxwazan wekî
pirtûk ronahiyê bibînin. Bi vê hevpeyvînê û bi riya te bang
li weşangerên kurd dikim, ku ji bo çapê xwe bidin ber vê
projeyê.
Stranbêj û helbestvan Xebat
Şakir, zor spas ji bo bersivdayîna pirsan û ji bo
mêvandariya te jî dibêjim mala te ava...
Spas xweş!
Salihê
Kevirbirî
salihkevirbiri@hotmail.com
|