|
Hevpeyivîn bi Xelîl Xemgîn re

XELÎL XEMGÎN: Kesên bi hunerê re mijûl
dibin, di fikra min de ew seranserî jiyana xwe de, her tim
şagirtin
XELÎL XEMGÎN: Kesên bi hunerê re mijûl dibin, di fikra min
de ew seranserî jiyana xwe de, her tim şagirtin
Hevpeyivîn : Mehdî Cilgin
Em ji pirsa hunermend dest pê bikin. Gelo hunermend kî ye,
cihê hunermendê kurd di nava ên cîhanê de li ku ye?
Wekû çawa pirsa we ji du beşan diyar e, ez ê jî hewl bidim
ku bersiva min ji du beşan be. Beşa yekem, da ku bikaribim
baweriya xwe bi zelalî diyar bikim, pêwîste berê bêjim ku
meger rewşa netew û gelê kurd, di nava cîhanê de, rewşeke ne
normal e, bê şik û guman kirîter û şertên hunermendiya
netewên û ya hunermendên vî gelî jî, wê ji hev cuda bin!
Gelo ma gava ez xwe li gora Mc. Jakson û Pavarotî binirxînim
û bipîvim û wisa jî nêzîkahiya hunermendiya xwe bibim, di
navbera min û gelê min ê ku hîn ji bo azadî û nasnameya xwe
ditêkoşe, wê çiqas mesafe hebe? Gelo heger azadiya civakê ji
dest hatibe standin, ma hunermend jî ne ewladê vî gelî
ye?... ango meger wisa ye, wê demê hemû pîvanên ku ji bo
gelekî di vê rewşê de dijîne dê derbaz dibin, her wisa ji bo
hunermendên wî gelî jî derbaz dibin!
Di warê gerdonî de
jî, her wisa ye, heger merev bixweze bizanibe, wê ji merev
re bêjin; gelo hunermediya kîjan fikir, felsefe, nêrîn û çîn
ê?
Rast e, îroj di nava pêlên globalîzmê de, her çîn û beşê
civakan ser û bin bûne! Lê belê dîroka kesayeta hunermend,
beranberî dîroka mirovahiyê kevnare ye... Di roja me îroj
de, ev ser û bin a ku tête tê jiyîn, ji bo hunermendiyê
encex di kare reng û bengeke nuh ( negatîf an pozîtîf ) bide
teybetiya hunermendiyê, lê bi eslê xwe, seranserî dîroka
civakan, ev pirsa ku “ hunermend kî ye ” di mêjûyê mirovan
de her
tim zindî ma ye!”
Lê belê di herikandina jiyana mirovan de, qet bê bersiv nema
ye. Yanê dixwazim bêjim ku; mîna hin der û dor û hin
kesayetan, mafê min tune ye ku xwe bixim şûna hakîm û
serdozgeran, an jî xwe wekû merciya gel bibînim û di derbarê
kesan de biryara “ îşte, filan kes hunermend e û bêvan kes
ne hunermend e..”
bidim! Ji xwe nîzîkahiyek wisa, ez bi xwe jî, wekû bê rêz
bûnî li hemberî însana, gel û seranserî civakê dinirxînim û
dibînim!
Lê belê, ev nayê wateya ku ji pirsa we direvim, ya rastî, ez
hewl didim ku rastiya felsefî û zanyarî a ku pêde bawerim,
ji we re diyar bikim!
Di baweriya min de, biryara “ hunermend kî ye ” a gel e!
Îca ji bo ber endametiya vê sifeta hunermendiyê, ( ji bo
hunermendiya gelê xwe dibêjim ) rê û rêbazên vê yekê hene.
Li gorî baweriya min, sir û telesma vê yekê jî, girêdayî
çend xalên bingehînin!
heger mirov bixweze bi vî karê hanê rabe û bide ser şopa
çand û hunerê, bi du xalên bingehîn merev dikare wisa
formile bike;
1- li nik teybetmendiya xazayî, pêwîste mirov evîndar û
rêwiyê zanist û kevneşopiya civaka xwe a sedê salan be,
şagirt û meraqdarê kevneşopiya gelan û zanyariyê be! Mîna
oldaran, qibleya xwe dîrok e, ayetên xwe nirxên civakê ne...
2-Ji teyebetiya hunermendiyê, ew seranserî jiyana xwe tim
şagirt e! Di
hînbûna xwe de bê sînor û tixûp afirendêr e, ji pêşketina
civakê re mînakê nifşa û pêşenge, di dîtinên xwe de
remildar e, di pirsgirêkên civakê de çareservan e, di qedrê
nirxên civakê de parêzvan e, di pîskolojiya mirovan de moral
e, di afirandêriyê de nuhkar e. Di raman û felsefê de hevkar
û helwesger e, di evînê de weku Cizîrî, Xanî, Feqiyê Teyra û
Cegerxwîn dîn û har e....

Heger mirov bikaribe, van teybetmendiyan di kesayeta xwe de
xwedî bike, herweha nûnertiya nirxên civakê, ên dîroka
sedsala û ên heyîn bike, bi dîtina min, sedemekî ku civak va
sifeta hunermendiyê ne de mirov tune ye!...
Beşê duyemîn; bê guman, di qada navnetewî de, ji bo doza
gelê kurd, her babet û hewildan gelekî pêwîstin, lê belê,
mîna gelek babetên din, di warê çand û hunerê de jî, ji ber
pirsgirêka nasname ya netewî, valabûnek mezin heye!
Raste, tevî bê derfetiyan jî, hewildanên xebata sînemavan
û şêwekaran di qada navnetewî de hene, ez wekû xebatkarekî
çand û hunera gelê kurd, xebatên wan heval û hogiran pîroz û
bi wate dibînim . Lê belê di beşên hunerê ên din de, xebatên
mayînde gelekî lewaz û kêmin...
Bi teybetî di xebata hunera muzîkê de, bandora pêlên
biyantiyê di van salên dawiyê de, xwe zêde nîşan didin!
Bi kurtî bêjim, bi tevayî, meger gelê kurd di qada navnetewî
de, girtiyê statîko ê înkar û bê nasname yê de be, mijara
gotina cihekî huner û hunermendiyê, di nava refa huner û
hunermendiya cîhanê de, wê ne di cihê xwe de be û ne jî
hisane!
Gava ku bi kurdî behsa hunermend tê kirin, stranbêj,
muzîkvan tên bîra gelek kesan, şewekar, nivîskar mîna
hunermendan nayên dîtin... tu dibêjî ev ji ku tê, gelo
girêdana vê peyvê bi muzîkê ve ye?
Kekê min, va ye nêzî sed sal bû ku perwerdeya {milî} a
civaka me, di serî de ziman û hemu beşên perwerdeyê ên
din, ne tenê lewaz maye, lê belê hatiye qedexe kirin! Gelê
ku perwerdeya wî jê bête standin, ne ziman dimîne, ne aso û
meterolojî ya xwe dimîne, ne jî hîs û hestên xwe ên
netewbûnê dimînin! Ma qey li dinyayê kesî dîtî ku neteweyek
50 milyon bi dîroka xwe a hewqas kevnare, bi keda xwe a ji
bo dergoşvaniya mirovahiyê a herî yekemîn... bi ev qas
trajedî pergende û bindestê dinyayê bimîne? Di baweriya min
de, heger merev vê yekê bi kur û hûr nebîne û bi ilmî û
zanistî şirove neke, merev texrîbatên mêtingeriyê li ser
kurdan jî nikare şirove bike!...
Ez ji birayê xwe re bi hisanî dikarim bêjim, ku navê
hunermendiyê va ye bû çend salin êdî kurd hîn dibin, ez bi
mebesta ku kurdan biçûk bikim nabêjim! Ev rastiya me a
civakiye! Ji ber xew û razana bindestiyê, heya duh jî û
belkî tu îroj jî, here ji bavê min bipirse, wê bêje “
hunermendî çiye heyran, heman bêje mirtib û hew! ”
yanê dixwezim bêjim ku hîn hewqas tiştan em tevlu hev dikin
kî, navê stranbêjan, kirine “ ozan” navê hozanê li
hunermendan kirine, navê helbestê li hozanê kirine û
whd.
Bi dîtina min, herbabetekî hunerê ( ica li dinya yê hemu
babetên hunerê zelal bûne. ) ji şêwekariyê de, ta akturên
sînemayê, ji hozanvaniyê de, ta neqş û nîgariyê, ji
şanogeriyê de, ta pêkeri û wênekêşiyê de, qada hunermediyê
ye!
Lê girînge bêjim jî, hin babetên hunerê ji bu civaka me, hin
û hin ji nuh ve têtin naskirin, di cîhanê de şêwekarî, xwedî
cihekî bi bandor e, di nava şêwekarên cîhanê de, şêwkarên
kurd jî, xwedî cihekî teybetin ( ên mîna malva, A. Dîno, û
hwd ) belkî gelekan jî, ji ber sedemên curbecur, nikaribûne
xwe bi nasnameya xwe a netewî bidin naskirin, lê bi xêz û
şopa xwe a hunerî xwe înkar nekirine! Ez bê şik û guman
dizanim, qasî ku şêwekarên kurd li dinyaye têne nasin, her
wisa ji aliyê kurdan ve hewqas nayên nasin...
Ango mirov bi hisanî dikare bêje ku teybetmendiya civaka
kurd de, zeifiya me di babetê şewekariyê de heye. Her weha
hinekî jî, gelê kurd xwedî teybetiyek folklorîk e, xuya ye
ku ji nirxên xwe ên parastî û herî zindî mayî jî, hunera
muzîk û stranê ye... ez wisa guman dikim ku ji bo kurdan,
hunera herî hisan a muzîk û stranê ye...
Dema biyanî li Muzîka kurdî guhdarî dikin, xemgîniyekê têde
dibînin. Weku rexneyekê jî derdikeve pêş berî mirov, hin
caran jî dibêjin ku kurd ne amedene destên xwe bavêjin
melodiyên bi liv û lezandî...gelo ev yeka ji rewşa kurdan
tê, an jî hunermendên kurd nikarin biafirînin?
Bêgumane, di qada hunerê de bi tevayî û di qada muzîkê de bi
teybetî, pêşketin û afirandinên hemdem, bi destxistina ast û
standartên navnetewî, armance, lê girînge em ji bîr nekin ku
pêşketin û vejîna çand û hunerê, beranberî bi pêşketin û
vejîna wê civakê re xwe diyar dike!
Heger ji berî bîst salên berê ba, belkî jî pirsek wisa qet
nedihat bîra we, daku hun ji min bipirsin, her weha ev tête
wateya ku pêşketin û vejînek di nêzî standertên dinyayê de
xwe nîşan dide, ev xalek gelekî balkêş e!
Di baweriya min de, di cewher û liba muzîka kurdî de,
dewlemendiya hemû hoyên hemdemîtiyê hene. Ez îdîa dikim ku
di rojhelata navînde, di bingeha mûzîka kurdan de dewlemend
ya herî kevnare û xwedî kevneşopiya herî giranbuha ye, ne
tenê wiha...dîsa îdîa dikim ku muzîka kurdan di vê herêmê
de, bi bingeha xwe, bi rengên xwe ên cur be cur, bi şêwazên
xwe, bi cihê ku di hemû beşên jiyana mirov de cih digre
de... tevî hemu tirajêdiyên gelê kurd, tevî hemû qedexebûn,
talan û înkaran, ji muzîka hemû netewên din ên herêmê zexim
û bi bingehetir e... ez bi mebesta muzîka tirk, ereb, fersan
û netewên din bi cûk û basît nîşan bidim, nabêjim!
Em behsa rastiyek zanyarî dikin, mîna ku netewperestên tirk,
fars û ereban! Bi nirxên civaka xwe şovîntî û nijad
perestiyê dikin, em kurd nizanin tiştên wisa bi kirêt û
şermekar bikin, ez bi xwe jî li dijî fikrên wisa me... lê
rastiyek ilmî wisa heye û mîna birqandina rojê ye...
Lê ev naye wateya ku mirov dîrok û rastiya nirxên civaka xwe
jî bi çûk bibîne ye! Bê gumane, em nirxên wan netewan jî bi
çûk nabînin, lê ka em li hemu aliyan meyîze bikin, ji
kilasîkên dîrokî û destanên mîtolojîk, ji payîzok û muzîka
olî de, ta xweş xweş û heyranoka, ji muzîka diwanê de, ta
lawik û stranên govenda, ji stranên xebatê de, ta stranên
baran û xazayê û hevalok û metelokên şevbihurka...hwd, ka li
cem van netewên cînar ku xwedî pergal û dewletin, çend
şêweyên wan ên ji dîraka wan mane, wiha hene?
Niha bêjim, raste di muzîka kurdan de xemgîniyek li ber çav
derdikeve pêş, mina we jî gotî, bê gumane ev yeka ji diroka
serpêhatiya gelê kurd tê û bi sedsala ye hîn jî dawiya va
tirajêdiya bê oxir nehatî ye!
Rastiyek rewa ye ku muzîka gelekî, îfade û eyîne ya
serpêhatiyên wê civakê be! Îca rexneyên di vê derbarê de ji
aliyê biyaniyên we behs kirî ve hebin jî, ez ji ber du
sedeman van rexneyan şirove dikim. Yekemîn, divê ku ji ber
ametoriya îcrakirina muzîka kurdî be. Ji ber rewşa ewarte a
civakê û pirsgirêka mafê çarenusiyê, her weha gelek sedemên
ku bi tunebûna perwerde yê ve girêdayî...hwd. bê derfetî û
lewaztiya
piyase ya muzîka kurdî û rewşa aboriya kurdan, di qada
muzîka kurdan de, mixabe, ametorî hîn jî serdest û xwidî
bandorek negatîfe...
Duyemîn, divê ku ji ber kompleksa netewên rojava a xwe her
tim serdest dibînin be jî! Li her halekî, di gel ne
naskirina hemu cureyên hunera muzîkê a kurdan jî dive di ku
rexne yên wiha derdikevin holê!
Lê dixwazim di vê derbarê de, balê bikşînim ser xalek din
jî. Ji ber texrîbatên asîmîlasyon û guhertina bi darê
zorê... di qada muzîkê de, zext û zorbaziyên dijwar dijîn,
herweha bi xwe re tehlûke û xeterên giran jî peyde dike...
Ez hemen bi kurtî bêjim: di van salên dawiyê de ku hinekî
qelsbûna qedexeyan li ser muzîka me sist bû ye de, ji bilî
nifşên ciwan û cihêl, hin derdoran “ ji nuh ve qiteya
amerîka yê kifş kiri bûn! ” û li muzîka kurdî vegeriya ne,
vegeriyan lê hemu nirxên heyîn, bi aso ( mantik ) a pergalên
dagirker nêzî çand û hunera gelê kurd dibin. Di bin navê
moderîntiyê de, teqlîd û kopiya komarê dikin... bi kurtî
bêjim, min berê di gotebêj û nivîsên xwe de, di rojname ya
Azadiya Welat de, gelekî dorfireh bal kişandî ser vê xetera
hanê! Îroj ev pêla ku ez weku “ derdorên ji çand û hunera
gelê xwe biyanî bûne, bi nav dikim” bi şêwaza herî
oportonîst dixwazin xwe di bin siha pergalê de, bi tevgêr û
dezgeh û sazî bikin, bi teybeti li bakurê Kurdistanê, ev
pêla hanê sûd ji ber kêmasiyên di qada hunerê de dijîn
digrin, bi gumana min, ev yeka mîna zordariyekê ji aliyê
pergalê ve, li ser çand û hunera me tête bi rêve birin!
Ango di nava zemînên civakê de, bingeh û bandorek va derdorê
tune ye. Piraniya wan qurban û mexdûrên komkujiya
asîmlesiyonê ne, ziman û çanda xwe bîle nizanin, û ne tenê
wisa, her weha ji jiyana wan a rojane de bigir, ta fikir û
aso ya wan, her tiştên wan li gora pîvana pergalê ye...
Hûn xwe û muzika xwe di nava kurdan de, di çi rayê de
dibînin? Gelo tu bi rihetî dikarî bêjî “ tiştên min
dixwestin, min hemû çêkirin” ? ji ber keda ku te bi salan
daye, yanî tu ji keda xwe memnûn î?
Birayê hêja û berkeftî: bi qasî ku tê digihêjim, huner û
hunermendî, ast û rayek gelekî bilind û berz e, min berî
bistekê li ser pirsa we a ji bo { hunermend kî ye?} hewil
dabû ku nasandina hunermend û kûraniya wate a hunerê bikim!
Birayê ezîz, bê ku hesabên mutewezîtiyê û xweşgotinê bikim,
min di jiyana xwe de, bi sedan, belkî jî bi hezaran keç û
xortên ku canê xwe ji bo azadiyê fedakirin naskirin û bi
gelekan re salên têgihêştin û ciwanî bihurandin, her wisa bi
hezaran jî, ên ku hîn ji bo vê armanca pîroz, di bargehên
azadiyê de ditekoşin û li berxwe didin... bi sedan jî,
gaziyên ku bistek ji canê xwe diyarî doza gelê xwe kirine,
an çevên xwe wenda kirine, an jî lingên xwe...hwd. ji bilî
fedekarî û dilsoziya gel li çar aliyê welatê me!
Beranberî vê tabloya rengane, ev bû ye 22 salan, ez jî di
koçberiya bê însaf de dijîm, lê beranberî jiyana welat û ya
auropayê, di warê azadî, fikir û ramanê de, di warê hesanî û
zehmetiyê de, cudahbûnek mezin heye... ne tenê rêz girtin,
her weha di warê însaf kirin û wîcdanê mirovahiyê de, ezê
çawa bikaribim behsa ked û hewildanên xwe bikim? Belkî jî
koraleke, ku mirov nikare biguhêze, lê ez baş dizanim ku
xort û ciwanên li ber deng û stranên min çûne şihadeta xwe
hene, ên ku ji ber bandora hunera me bi salan heps û zîndan
û cefa kişandine hene... merev ji bo xwe û rûmeta xwe hinekî
serwext bifikire, li hembera vî tabloyê hanê nikare behsa
ked û hewildanên xwe bike! Ez minetdarê wan ked û nirxên
giranbuha me.... ev naye wateya ku merev xwe bi çûk bike, an
jî bi cureyek din wan nirxan ji kesayeta xwe re weku
propagande bikar bîne ye!
Di jiyana min de, hesasiyet a min ya herî zêde ku li ser
radiwestim ew ku, di gotinin xwe de çawa me, hertim
hewildidim ku di jiyan û pêkanînê de jî wisa bim...
Ez berê vê yekê bi zelalî û ji nîvê dilê xwe de bêjim, “ ez
xwe mîna ewladekî ku di nava şertên feqîrtî û xizantiyê de,
bi ked û xwedan a eniya canik û camêran hatî xwedî kirin,
dibînim, îroj gihîştime temena ku êdî dikarim nirxandina wê
ked û cefaya pîroz bikim... heger ewladekî bi kêr û xêr be,
pêwîste ku rêwî û evîndarê paşerojê be, ji bo
rêwitiyê afirandêrê hêviyên pîroz ên mirovahiyê be...”
Îca xwe mîna xebatkar û xizmetkarekî çand û hunera gelê xwe
dibînim,! Navê hunermendiyê ditirsim li xwe bikim! Bêgumane
di va xizmetê de, derece û sewye çî ye, ne çî ye, ew ne ji
mafê mine ku ji xwe re bêjim ( sewye û dereca min ev ...) ji
xwe xemek min wisa jî nîne, em di meşa xwe de, li gurî
baweriya xwe dikarin popilîzma cur be cur jî binirxînin! Bi
kurtî di van teybetmendiyan de, merca ku dikare xwedî biryar
û pîvan be, Gel e!
Helbet, gava mirovek rabe bêje “ bi rastî tiştên min dixwest
çêbikim, êdî min çêkirin...” di baweriya min de, ew tête
wate ya ku êdî tiştê din çêbike nemane!
Dîsa bi baweriya min, di hunerê de, memnûnîtî jî tête wate
ya zuhabûnê!
Dikarim dubare bêjim ku kesên bi hunerê re mijûl dibin, di
fikra min de ew seranserî jiyana xwe de, her tim şagirtin.
Me hinek pirs ji xwendevanên xwe jî girtibûn, yek ji van
pirsan jî ew bû ku digotin “ te berê bi şêwayê qesîde jî
stran gotine” gelo merev dikare bêje ku di muzîka te de
bandora medreseyê jî heye?
Keko, mîna piraniya kesayetên ku bi muzîka kurdan re mijûl
in, di ilm û zanista muzîkê de, ez jî yek ji wan im, min jî
sûd ji perwerdeyek akedemîk negirtî. Dibîstana min a
yekemîn, jiyana civaka min û bandora stranbêjên nifşên ji
beri me bûn, dibîstana min a duyemîn jî Koma Berxwedan bû.

Lê bele di meşa min de, bê guman gelek qonaxên cur be cur
hebûn, min jî li gorî têgihêştina xwe hewl dida ku wan
qonaxan di karê hunera muzîkê de binirxînim... weku mînak,
min bi salan û bi awayekî peryodîk cur be cur muzîkên gelên
din jî guhdar dikirin. Ji bilî kilasik û rengane a muzîka
kurdî, muzîka ( farsî, erebî, hindî, ermenî, tirkî,
yonanî...hwd) bi salan û bi rengekî sîstematîk min guhdar
kirin, piştî salên dirêj, ew lêgerîn û lêguhêzîn ji bo guhê
min ê hunerî, dibûn dewlemendiyek da ku êdî cudabûna reng û
bengan ji hev nasbikim...
Niha bêjim, keko min di her babetek muzîkê de, li gorî
hestên xwe hîs û bandor dîtî ye, mina ku min berê jî ji we
re aşkere kiri bû, min medreseya dînî (olî) ne xwendiye, ne
jî bandorek xwe wisa li ser min he ye, esil bandora medrese
yan di berhemên seyda yê Cegerxwîn de ne, her wisa seyda ji
bo min jî, navenda îlhama hunera kurdî a resene.
Te helbestên seydayê Cegerxwîn jî kirine stran û gotine,
weka stiranên “Di tarîka şeva hicran!” û ” ji bona her
kesek yarek heye ê me welat yar e”...gelo derfetên te çêbûn
ku tû Cegerxwîn bibînî?
Mîna ku min daye xuya kirin, têkiliya min û oldariyê hemen
hemen qet ne bû ye. Lê kilasîkên wêje ya me, mîna M. Cizîrî,
Ê. Xanî, Feqiyê Teyra, Elî Herîrî, Baba Tahîr, Xalid begê,
Şerefxanê Betlîsî, Mewlewî, Goran, Bêkes, Hejar,
Cegerxwîn... ên ku tên bîra
min, min gelekî xwendine û bûme evîndarê wan, her weha, ji
wêjevan û dîroknasên rojhelatê, ji dîroka misilmantiyê de,
ta ên mîna Omer el Xeyam, Fîrdewsî û heya Cibran Xelîl
Cibran jî, ji cavkaniyên ku merev bixwîne û nikari be jî bîr
bike ne!
Hîn ku di bîra min de ye, weku li her munesebet û fersendê
de tînim ziman, strana { di tarîka şeva hicran de} helbesta
seydayê Cegerxwîn e, lê awaza wê a mamoste yê hêja Husênê
Tofê ye, min tenê li gora hestên xwe şirove kirî û ji
mamoste yê xwe re bi nav û deng kirî, lê strana ji bona her
kesek yarek, awaza wê a mine!
Raste, bi temena bi çûk min tenê seyda carekê dîtiye, ji wî
gorbihuştî re helbestên wî, ji ezbere xwendin, gelekî kêfa
xwe xweş bû û aferîna xwe jî, bi awirek kûr li nîvê çavên
min, bi qasî nîv deqîqê meyîzekir, heya bijîm jî wate û
bandora wan tîrên awirên wî ji bîr nakim!.
Hûn yek ji endamên Koma Berxwedan in, gelek kes koma we nas
dike, gelo Koma Berxwedan çi ye, kengî hatiye damezirandin?
Koma berxwedan di sala 1983 an de, di bin şemsiya Hunerkom
de û di bin rêberiya du ewladen gelê me ên pakrewan, Şehîd
Sefkan (Celal Ercan ) û Şehîd Mizgîn ( gurbet Aydin ) ve
hati ye damezirandin
Koma berxwedan, di pêvajoyek wisa de hate damezirandin, mîna
ku tête zanîn wê demê li tevayî welatê me, ewirên tarî mîna
ewrên mirin û talanê, li her aliyê welat, komkujî û zîndan
kirin serdestê her babetê jiyanê bûn!
Bi teybetî li bakurê welêt, piştî 12 îlonê 1980, dewlata
tirk û generalên xwe dîsa dixwestin ku hêviyên gelê me têk
bibin... di pêvajoyek wisa de damezirandina hunerkom û Koma
Berxwedan, di eniya çand û hunerê de, xwedî wateyek dîrokiye

Em weku komek xebatkarên çand û hunerê, di dirêjiya salan,
êdî bûn civat û saziyek bi temamî ji bo berjewendî û xizmeta
çand û hunera gelê xwe...
Ev 25 salên buhirî, me weka Koma Berxwedan, dûrî
berjewendiyên kesane, bi gelê xwe re di eniya çandê de, me
ji gel girt, û strand, dîlan, wêje, şano hwd pijan û bi reng
û beng, li gurî derfetên xwe ji nuh ve da xizmeta gel, em bi
gel re rabûn, bi gel re danişîn, êş û azarên gel bûn ên me,
me bi gel re rahişte tekoşînê, bi gelê xwe re jî em bûn koma
berxwedan... işte sir û telesma vê civata me a hunerê hewqas
bi hisane!
Pêwendiya Koma Berxwedan bi siyasetê re, hê rastî bi
rêxistinên siyasî re çawa ye? Ev pêwendî çi bandorê li ser
muzîka we dike? Muzîka we çiqasî siyasîye û daxwezên muzîka
siyasî ji we tête kirin an ne? Awantaj û dezawantajên
polîtîkbûna ji bo muzîka kurdî çi ne?
Keko pêwendiya me jî ev e, rastiya me jî eve, ica ka kesek
ê bêje “ ez kurdim” pişt re
jî bêje “ ez siyasetê nakim” ? mîna meleyê ku ji xelkê re
weiz didan û digotin “ tiştên ez bêjim bikin, lê ên ez bikim
hun nekin ”... bi dîtina min navê gotina kurd, nîvê kehnya
siyasetê bi xwe ye! Dîsa heger miletek xwe ji siyaset û
ramanê bi dûrxîne, êdî tête wateya ku pêdiviya xwe bi azadî
û doza mafê xwe re nîne! wê demê qedir û qêmeta strana min
wê ci be? A nivîskarî û rojnamevaniya we ê çi be? Ez di
bêjim û pê bawerim ku çawa hemu tiştên netewên din ji bo
netewbûnê hene, û çawa xetên wan ên sor hene, çawa ku
berjewendiya netewan di ser her berjewandiyên din re heye,
em jî girînge wisa bin! Heya azadiya welat û gelê me, ger em
bêjin her tişt ji bo xizmeta azadiya gelê me, gelo ev
duruşma wê pir giran be?...
Nirxandina her babetekê bi pîvanên gerdunî, gelekî pêwîst û
objektîf in!
Li min biborînin, lê xwe mecbûr dibînim bêjim ku “yaho ji
hemu dinyayê re va malnexeraba siyasetê ne qusûr û her adet
e, ji va bextreşên kurdan re çima ewqas qebehet e?”
hêvîdarim ku şaş neye fêmkirin, dema ku dibêjim siyaset, di
her tiştekî de siyaseta wî babetî heye, ez behsa siyaseta
tevgêrî û rêxistinî a partiyên me kurdan nakim. Dixwazim
balê bikişênim ser nêzîkahiyek kurdan bi tevayî, ew jî wisa
ye “ meger xwe rewşenbîr hunermend, nivîskar û serwext..hwd
dibîne an jî xwe diyar dike, devê kê vebike, dibêje
siyaset... aman aman.. me ger siyaseta xwe hunerî heye,
aman, aman... ya weşan, çapemenî û ragihandinê heye, aman
aman... xwe bi dûrxin, jê cuda bisekinin...tu îşê me bi
siyasetê tune ye... ango merev lêkolîn bike, di nava cîhanê
de, ji bilî (hin rewşenbîr, hunermend, ronakbîr û zanyarên
kurdan). Gelo teybetmendiyek wisa merev dikare bibîne?!
Lê di baweriya min de, dil sarkirina mirovan ji raman û
siyasetê, ji bo qedera miletekî mîna gelê kurd, girînge
merev bide fikirandin û ponejandin!, heger çiqas kêmasî û
qebihetên rêxistinên kurdan di vê yekê de hebin jî, hewqas
jî a hin rewşenbîr, hunermend, ronakbîr, û zanyarên kurdan
ku bi nezantî û bê berpirsar, di vê mijarê de tev digerin de
jî, heye!
Birayê Mehdî, li ser pirsa te, belkî jî min hinekî fireh
nirxand, divê mebesta te ji vê pirsa hanê, ne di çorçefe ya
ku min bersifandî de be jî, lê belê ev mijara hanê, di
rojeva hin derdoran de, bi navê rewşenbîrî, hunermendî,
ronakbîrî... mîna “ merîfetekê” her tim tête dobare kirin...
Îca di meşa K. Berxwedan a 24 salan de, cihê siyaseta gel û
helwesta netewî, mîna tirêja rojê eşkere ye! Di berhem û
reng û bengên K. Berxwedan de, îfade ya vê yekê gelekî zelal
e .! mîna li jorê me gotî, koma berxwedan weku mînaka
dibîstanek hunera netewî ye, mînaka gelê kurd a yekemîn e,
bi êş û azarên gel re jiyan kirî û ji gel hîn bû ye, ji nuh
ve jî, ji gel re stranên xwe gotine.... aliyekî vê meşê
veşartî jî nemûmkîn e! Di reng û bengên xwe de, Koma
Berxwedan, ji çar beşên welêt û bi hemu şêwe ên Kurdistanî,
endam û şêwazên xwe diyarî gelê Kurdistanê kirine. Bê guman
ji ber vê helwestê ye ku Koma Berxwedan di çar beşên welatê
me de, di dilê cemawerê xwede cih sitandî û bandora xwe li
ser bi sedan hunermend û evîndarên hunerê kirî ye!
Bi kurtî bêjim, heger muzîka koma berxwedan bandora xwe li
ser nifşên ciwanan çêkirî û bi hezaran qible û berê wan daye
qadên tekoşîna azadiyê, ji bo me û li gorî baweriya me, ev
bandora huner û çanda gel a resen e! Êdî kî çi navî lêdike
bila lê bike! Hunera ku ne di xizmeta azadî û rizgariya
civakê de be, ne ji bo mirovahî û xazayiyê be, ezê jê
çibikim? Eşq û evîna di bin nîrê koledariyê de kengî bûye
destan gelo?
Ya rastî dezawantaja ji bo hunera me, encex dema ku siyaset
( tevayî siyaseta kurdan ) bête xetimandinê ye!
Di vê derbarê de û li ser pêwendiya jî, dixwezim bi kurtî
bînim ziman, mîna hemû beşên civakê, em bawerin ku heger
pêwendiyên rêkxistinên me ên netewî baş bin, bê guman,
têkliyên sazî, dezgehî û hemû derdoran jî, bi awayekî
otomatîk bi pêş dikevin, ev realiteyek xazayî ye, li hemu
dinya yê jî her wisa ye....

Xelîl Xemgîn bi Ozan Serhat re
Gelo tu bi xwe wek hunermend dikarî bi awayekî azad hunera
xwe pêk bînî? Ji ber ku hemû derfetên ku hene ( tv U hwd.)
di destê rêxistinên siyasî de ne?
Bê guman e, azadî utopiyek ji bo ramandin û ponijandina
mirov e, di karê hunermendiyê de, di warê felsefî û
sosyolojîk de tîmarkirin û xudîkirina vê itopiya yê zor
pêwîste!, heger mirovek xwe di reml û xêza xwe de, di
helwest û baweriya xwe de, xwe azad û zîrek nebîne û hewil
nede, di serkeftina karê hunerî de divê ku gumanên merev li
ser hebin! Raste, weku me aniye ziman, kirîzê pêwendiyên
rêxistinên netewî, bandorek negatîf li kar û xebatên hunerî
û hunermendan dike, di serî de jî, bandora ne zelaltiya
siyasetek çand û hunerî a netewî ye...! ez weku mirovekî
welatparêz, weku kedkarekî çand û hunera gelê xwe, ji bilî
rêxistin û li başûrê welêt hikumeta federal û saziyên me ên
netewî, hemu rêxistin,hikumet, zagon... bi kurtî dewlet û
pergalên wan, weku ên xwe nabînim û ji bilî xwasparî û
koletiya min, tiştekî min temsîl nakin kî! Bi hemu hêviyên
xwe ên mirovatî, dixwezim her tişt û derfetên hikumet,
rêxistin, partî û saziyên ên me hebin û her tim mezin û
bilind bibin! ma rumeta gel ne eve?
Kekê min, di vê derbarê de, esil zîrektî û serwextiya
hunermend û zexma afirandêriyê gelekî pêwîste, heger bi
rastî kesekî hunermend be û li hemberî civaka xwe, xwe
berpirsiyar hîs bike, “ qet tucaran qesel û şîn-çawîr di bin
lat û zinaran de namîne, kengî roj helat, ewê xwe nîşanî rû
yê rojê a pîroz bide!
Ji bilî hunermendiyê, bi qasî ku dizanim karê we ê studyoyê
jî heye, ev studyo a we ye? Karê studio yê çawa dimeşe? Hûn
karekî çawa dikin, tenê ji bo hunermendên kurd e an hûn ji
bo biyanîyan jî kar dikin?
Keko karê studyoyê, mîna pêdiviyekê, ji bo xebata muzîkê zor
pêwîst bû, belê studiyo a min e. Em tevî hevalên xwe ên
hunermend, ji dêvla ku biçên deriyên xelkê, bi derfetek azad
û hesanî xebatên xwe li vir dimeşînin, her weha, ji bo
ciwanên kurd ku dixwazin gavê bavêjin nav qada hunerê, bi
qasî ku ji destê me tê, em alîkarî û rê nîşandinê hewil
didin... bê gumane, ji ber ku studiyo ya me li gorî standart
ên îro ne, gelek kom û hunermendên biyanî jî, kar û xebatên
xwe li gel vê dezgeha me amede kirine û dikin, te pirsî bû û
min jî bersivand, em bi her cureyê aragnje û tomarkirin
nujenkirina stran û amore ve mijûl dibin... ez bi xwe jî,
hemu berhemên xwe di studiyo a xwe de amede dikim...
Niha Xelîl Xemgîn ji bilî hunermendiyê rojên xwe çawa derbas
dike? Tu bi çi ve mijûlî?
Birayê delal, ez jî mîna her koçberekî, ev bû ye 22 sale
nikarim biçim ax, av û bayê ku ez xwedî kirim û mezin kirim
e! Jiyana koçberiyê wisa ye! Di rojên min de, nîvê rojê ji
mal û zarokên min re ye, nîvê din jî, ji kar û xebata min a
hunerî û xwendin û nivîsandinê re ye. Ji bilî xebata hunerî,
ev bêtirî du sal e, her 15 rojan carekê, di derbarê çand û
hunerê de, di rojname ya Azadiya Welat de, bi xwendevanên
xwe re, fikir û ramanên xwe par vedikim.
Albuma nuh kengî tê?
Kekê Mehdî, sipas bo te û hewldanên te, qet nebe, di rê ya
te û vê pirsa te re, ezê bikaribim gel û guhdarên xwe
agehdar bikim.
Ji berî du/ sê salan min soz dabû gelê xwe ku ezê hewl bidim
her salê berhem an xebatek hunerî, bidim xizmeta gelê xwe,
bi rastî jî di 2004 an de, berhema min a bi navê Zend
hate belav kirin, 2005 an de, li gel hevalê xwe Diyar,
xebatek bi navê Kehniya Stirana hate belav kirin...
Li gora peyama min û şîrketa produksiyonê di 2006 an, heyva
tebaxê de, girînge me dest bi berhema nuh bikira! Lê gelekî
mixabe, li ser pirsa gelek hevalên mîna te rojnamevan, me ji
bo vê yekê agahî jî dabûn, îca wan camêrên şîrketa
produksiyonê, ji ber rewşa bi aloze a piyase û bazara muzîka
kurdî ku îroj tê re derbaz dibe de, her weha hinekî jî
xemsarî û bê cidiyet û ne prefesiyonaltiya di poduktorên
muzîka kurdî de dijîne de, bû ye sedema ku me nekarî bû
bigihnin sala bihurî, ez ji niha de, li ser vê xebata nuh bi
hemu hêza xwe rawestiya me, heger dîsa tiştê ewarte der
nekevin, di dawiya havîna îsal de, ez bi hêvîme ku berhema
nuh, emê bigêjînin destê guhdarên muzîka kurdî.
Têkliyên te bi hunermendên din re çawa ne?
Min dikarî ji birayê xwe re bi hesanî bersiva vê pirsê
bigota ( başe! ) lê belê, min nexwestî ku ji ezbere
biaxivim!
Li gorî gelek lêkolînvanan, di dîroka civaka me de, têkliyên
hunermendên kurda, xuya ye ne cihê pesin û navdanê ye! Ji
xwe gava merev bikaribe rewşa îroj a pergende û ji hev belav
û lewaz şirove bike, wê merev bikaribe hin mînakên berê jî
bawer bike!

Di baweriya min de, her pêwendî û danustan a di navbera çi
însanî de be, li ser bingeh û hin pîvanan pêk têt. Hele ji
bo hunermend û rewşenbîran, pêwîste ku pîvan û bingehên
pêwendiya, di berjewendiya civakê de bête pîvandin... bê şik
û gumane, bi armanca zexim û bilind kirina kesayeta
hunermendê kurd, hevdu temam kirin
pêwendiya nav bera hunermenda, di helwest û meşa me de,
pêwîstiya yekemîn e, ji ber gelek sedemên olî, kevinperestî
û dagirkeriyê, di civaka me de, kesayet û kerekterê
hunermend hatibû teşhîr û riswa kirin... heya niha jî, êş û
azarên vê yekê li ser milê hunermend hene, lê gelekî mixabe
ku para hunermend jî di vê yekê de heye! Îşte pîvan û
bingehên têkiyên hunermenda di vê xelekê de gelekî watedare!
An jî, mirovekî ji bo berjewendiya xwe a şexsî,derketî di
holê de. Bi çi temenê dibe bila bibe, tenê dixweze navê xwe
belav bike, nexemên xwe ên gel û civakê hene, ne xemên xwe
ên resena hunera kurda heye, ne qedir û qêmeta gel, civak,
netew, kurdewarî û berpisiyartî heye... ketî nava pêlên
popilîzmê, dibêje hemen ( bavê vê dinayê ezim, ez di ser her
hêz û raya vê gelî re me, piştî min bila dinya tune be,
girînge ez hebim û daku hebim, ji xeynî min jî kesekî din
girînge tunebe...) gelo ezê ji pêwendiyek wisa bê prênsîb
çibikim? Bi baweriya min, pêwendiya herî bi wate, ewe ku
merev di pêwendiyê de nirxên paşerojê biafirînê ye! Birastî
bêjim kekê Mehdî, tengasiyek min a pêwendiya nîne, ji çi
fikir û ramanê dibe, bila bibe, li ser bingeha van
pirênsîbên ku me li jorê dane xuya kirin, em çi bi kesane,
çi bi sazî, ji bo hemu hunermendên kurd, kurdistanî,
navnetewî, xwe vekirî û hemdemî dibînin....
Gelo hûn difikirin rojekê serdana Kurdistana federal bikin.
Li wir konsera bidin... fikrên we ên li ser Kurdistana azad
çi ne? Bi teybetî hûn xebatên hunerî a li wê derê çawa
dinirxînin?
Fikrên min li ser kurdistana azad, mîna ên her kurdekî ku bi
hîs û hestên xwe ên netewî xwe weku însan û mirov hîs dike
ye. Destkeftiyên li vî beşê welatê me, weku destkeftiyên
gelê kurd dibînim û pê evîna xwe a netewî avdidim...
Di vê pêvajo ya dîrokî de, li ser qeder û paşeroja gelê
kurd, hem fersendên gelekî mezin hene, hem jî xeter û
tehluke yên dijwar hene! Wekû xizmetkarekî çand û hunera
gelê kurd, mîna her welatparêzekî, Hêviyên min ji rêvebiriya
Kurdistana federal hene.
Neyarên gelê me mîna her carê, ji bo pelçiqandina hêviyên
kurda, di nava hewildanên bê rawestan de ne, hemu derfet û
hêzên xwe xistine nava rewşa ewarte, mîna ku sed sale dagir
kirina welatê me têra wan nekirî!, îroj di pirênsiba siyaset
û dîplomasiya navnetewî de, çevsorî û heqaretên mezin li
gelê me dikin, di serî de dewleta tirk, îrana eceman û
sûriyê, ji bo pêncî milyon kurd, nefesek azadiya gelê me li
başûrê Kurdistanê, ji xwe re xeter dibînin!....
Dîrokê bi însanitiyê daye hînkirin ku merev li hespê xelkê
siwar be, merev her tim weku peya ye! Bav û kalên me, bi
dirêjiya sed salan şaşiyek wilo kiribûn!
Ji bo dost, raste dost be, ji bo dijmin jî eşkere hoşt be,
merceyek netewî gelekî pêwîst e, em kurd çi dikin, bikin,
êdî çareya me di yekîtiya gotin, hêz û merîfetek netewî de
ye, heger em dixwezin dostên me bi me re dost bimînin, heger
em dixwezin neyarên gelê xwe bidin rawestandin, heger em
dixwezin destkeftiyên xwe biparêzin.... rêveberiya
kurdistana azad, di vê mijarê de girînge va rola xwe a
dîrokî bileyîze!.... di baweriya min de, şert û mercên
avakirina merce yek wisa jî, heya dawiyê heye û xwe ferz
kirî....işte hêvîyên min jî ev bûn!...
û
ser
Kekê Mehdî: ji bo çûna Kurdistana azad û dayîna konseran,
dikarim çend tiştan bi kurtî bêjim. Belê gelek caran dexwazî
di vê derbarê de hatine û hîn jî berdewam in, hin caran
demên ku dexwaz dihatin, ez ne vala bûm, gelek caran jî,
orgrnîzeyên bi rêk û pêk ne diyar bûn! Weku mînak dibêjim
niha
“ camêran wê telefon ê vebikin û bêjin, ka tu çima nayê
konsera çênake? Tu dibêje heyran kanî orgenîze, tevgêr
kirin? Hevalên min ên muzîsiyen hene, girînge pilansaziyek
hebe...? karekî prefesiyonal pêwîst e? Ew dibêje hema tenê
tu were û her tişt li vir heye...”
Ev aliyek, aliyê din jî, hin kesayetên xwe li europa yê
berpirsiyar dibînin, hin caran hewildan kirin, hêştin ku
baweriya mirov lewaz bi be!
Yanê dixwezim bêjim, heyran hemu gelê kurd nasnameya min
dizane, îca pêdiviya xwe bi awayekî din nîşan bidim heye
gelo? Ji xwe, ne ji pirênsîba min e, weku xebatkarekî çand û
hunera gelê xwe, min di jiyana xwe de, ji bo bernameyekê,
şahiyekê, konserekê... rica û mineta xwe nekirî û nakim,
bila şaş ne ye fêmkirin, yanê tucaran li ber kesan nagerim û
feryad jî nakim! hele hele, gava di meselê de, ji aliyê hin
kesayet, an derdora ve hesabên siyasî hebin! Hele gav ku hin
“ kesayet dibêjim” ji bo polîtîkayên rojane bixwezin
hunermendan bi kar bînin de! { X. Xemgîn, li yaqî tu kesî
nabîne ku bi karên wisa rabin, û li yaqî xwe jî nabîne ku ji
bo berjewendiyên kesane, wisa bi çûk tev bigere...}
Bi rastî ji bilî wan pirênsîbên li jorê min dane xuya kirin,
dexwazên min bê gumanin, helbet mîna her hunermendekî, li wê
derê guhdarên me jî hene, ji bo berdewama xebata xwe, ji bo
min, guhdarên min qedir û qêmeta herî pîrozin!
Ji bo nirxandina xebatên çand û hunerê li başûrê kurdistan,
bi çend hevokan dikarim bînim ziman.
Bêgumane, di warê dîrokî û rewşenbîrî de, tore û wêje ya li
vî beşê welêt, xezîneyek dewlemend û di tevayî çand û hunera
kurdan de xwidî rola bingehîne... îroj jî, li vî beşê welatê
me gelek pispor û hunerjen ên me hene.. reste temena azadiyê
hîn teze ye, lê zexma mêrasê ku heye, hîn xwe diyar nekirî.
Ez di baweriya hewildanên perwede yê dame, hunera ku îroj li
wê derê tête îcra kirin, piranî, xwe ji bandora teqlîd û
kopiya piyase ya tirkan û fersan azad nekirî, mantik û aso
ya ku tête diyarkirin, bandora derdorê, ji ya mêrasa gel
bêhtire! Ez vê rewşê wekû biyantî û modeyek bê bingeh û
kurte demî dibînim, esil pêwîste di perwerdeyê de, vegera
ser resena çand û hunera gel bibe û li gora wê bête
moderînize kirin!....
Tevî derfetên hêja jî, di van çend salên dawiyê de, li vî
beşê welêt, pêşketina erebêska tirkan, û menemkolîktiya
muzîka fersan, îcirakirina hunera bê pirênsîb û aso ya
afirandina wan kilîp ên heroj di ekranan de têne weşandin...
Bê gumane pejirandina vê yekê ne mumkîne!
Gava hin berheman temaşe an guhdar dikim, ji xwe re dibêjim
“ heger gorbihuştê Hesen Zîrek, Tahar Tewfîq, Elî Merdan,
Hesenê Cizîrî, Meyrem Xan, M. Arif û îsa Berwarî şiyar
bibana û ev rewşa hanê bidîtana, gelo wê çiqas xemgîn
bibana?”...
Lê dixwezim balê bikşînim ser xalek din jî, ku gelek
dengxweş û hunermendên hêja û bi hêvî jî, hene û hewil didin
ku vê rewşê biguhêzin....
Amadekar:Hevpeyivîn
Mehdî Cilgin
Çavkanî :
|