2
Hevpeyvîn bi Nîzar yosif re ..
Lokman Polat
19.02.2009
Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanên kurd
bidî nasîn? Gelo Nîzar Yosiv kîye?
Nîzar Yosiv - Ew yek ji wan kes ê ku bi her awayî
hewildana afirandin ên nûjen dike di bin kon ê hemdemiyê de, di beşên
stiran û helbesta kurdî de .
Li gund ê Beroj girêdayî bajar ê Dêrika Hemko li başor ê rojavayê
kurdistan ê hatiye li dinê .
Sê berhem li welêt (kasêt) weşand in û bi awayek hevbeş tevl î komek
mûzîkê du kasêt derxistin, û di dawiya sala (2005) li Almaniya CD ya bi
nav ê Kevokên deşt ê hat e tomar û dabeşkirin . wek e hûn dizan in vê
bihar ê pirtûka helbest ê Rêwiyê xewna efsûnî li çapxan a Bafet ê (ya
Edrîs Omer) hate weşan û dabeşkirin ê .
Lokman Polat – Te li pirtûkxaneya kurdî pirtûkek zêde kir? Ev
pirtûka te ya yekem e?
Nîzar Yosiv – Xêz di çi nivîs ê de bin nexazim di wêjê de û werê
çapkirin bihtirînek e û cih ê serbilindayê ye di civak û çapxana kurdî
de ,
bel ê ev pirtûka yekemîn ê ez çap dikim ,
Lokman Polat - Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?
Nîzar Yosiv - Bê guman nivîs ne xwestekek serdemiye mirev rab ê xwe
pêbik ê û herkes ji hêla xwe re rajiyê de û pêkbîn ê û maf bidiyê , belê
bingehek xurt û hûstayî û lêkolîn û perwerdeyî û firehiya hest û dîtnan
jêre divê .Kar ê helbest ê bi taybet ji destpêka xortaniyê bi min re
derbiye bi mûzîk ê re û nivîsandina gotin in stiranan re , ez ji beşa
wênevaniyê jî dûr naxim ew jî karekî min yê kevnare ye,lewra di bêjim
hemû beşên huner ê bi hev ve girêdayîn e .
Lokman Polat – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî, arebî, farisî
dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku
bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê
zimanê tirkî, arebî, farisî ne?
Nîzar Yosiv – Belê bi gelek core û şêweyan nivîskar û hunermendan bi
ziman ê serdestan berhemên xwe û kesayetiya xwe şîrove kirin e ,
hêjmarek mezin hebûn û hene û ê hebin lê di
kar û encam de xizmet û pêşketina kîjan civak ê dikin? û wêje û hunera
kî pêşve dibin ? çendî bi giyan ê kurdîtî biwêj kiribin û niyet ê wan jî
zelal bin lê bi ziman ê zordestan nivîsîn nabe milkê civaka kurd .
Bi dîtina min ziman merc ê herî pêwîst e û nîşana herî giringe ji nasîna
miletekî yan heyîna civakekî mîna ya kurd bê welat mayî ta neha .
Lewra ev gotina min ê li gelekan giran be , ew berhem di kevin xizmet û
pêşveçona wêje û hunera wî ziman ê biyan, û hêjmarekî li berhemên wan
bihtir dikin çanda wan dewlemendtir dikin . Weke helbestvan ê Ereb( ew
bi xwe kurd)yê mezin El zehawî yan Ehmed Şewqî mîrê helbestvan ên Erebî
û û û,,,,,,,,, kes nabêje kurdin ji wêja kurdî re xebitîne, û ereb bi
wan serbilind in , yan jî derhêner û hunermend ê mezin Yelmaz Guniy ? bi
nav kurde lê hunera Tirkan pê dewlemende , û bi tehan navên din hene .
Lokman
Polat – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi
zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Nîzar Yosiv - wek î min di pirsa we ya berî vê de bersiv dayî ,ew di kar
de xwe ji zimanê nasname yê dûr dikin, wê bîraberiyê û zanistiyê û
rewşenbîriyê û jêhatiya xwe dikin encamên hêja û mezin di pirtûkxaneyên
biyanan de ,û gel ê kurd ji wan kedan bê sûd di mîne . bi demê re kes
nabêje evî yan ewî ji bû kurdîtiyê wêje û hunera xwe pêşkêş kir , weku
nav hinek ê bêjin kurd bûn hinek ê din ê bêjin ,,,, ???
Lokman Polat – Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok û roman
jî dinivîsî? Gelo tu nafikirî ku kurteçîrokên kurdî romaneke bi kurdî
binivîsî ?
Nîzar Yosiv - Ev hêvî û xwesteke bi salan e min re dijî , ne pêkanîna
wan êş û kulên dijwarin bûne hevpişt û hevbeş ên jiyana min . sedema
sereke ya ne bi cîanîna wan tine bûna demêye ji ber karê rojane , jiyana
Europa xuyaye ji vî alîve bi taybet ji wan kesên weke min kardikin ,
dewle serê vî karî ev pirtûk çap bû , lewma aliyê aborî kelek giring û
pêwîste. Karê rojane riya perwerdeyê jî tengav dike . Li dawî ez
naxwazim destên xwe li ber kesî bigirim heta berhemekî çapbikin yan na .
Rexê din yê pirsê ji berî bîst salan min hewildanek bi zimanê Erebî kir
çîrokek komîdî dirêj nivîsî lê ez liser ne rawestiyam û min çap nekir li
gorî texmîna min ta roja me ya îro di mîn e .ez bi hêvî me ku demên
pêşiya me çare çêbe ez bikarim pêkbînim .
Lokman Polat – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu
rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Nîzar Yosiv – Li destpêk ê gelo xwendevan in wêjeya kurdî di kîjan
radeyê de ne û hêjmarên wan çiqasin li gorî hêjmar û firehiya civaka
kurd ? giyanê xwendevaniyê û amadekarî jêre di kîjan astê deye ? Çima ez
vê yek ê di bêjim , ji ber ku xwendevan in ziman kurdî gelek gelek kêmin
li gorî girsî û mezinaya vê civakê, bi giştî ji rexê zanist î û bîrawer
î jî ev civak paşde maye , lewma nivîskar û nivîs di her alî û cor ê de
jî kêmin .
Lê di vê serdemê de em di bînin hewildan û kavên pir mezin hatine û tên
avêtin ,tiştên gelek balkêş berhemên xweş bi destên afirêneran hatine
afirandin bûne mal û milkê gel , û mirev dişê bêjê nivîskar ji
xwendevanan bihtir in , lêêêê mixabin ew berhem tev de dikin girî û
gazind bi bang û hawar in li xwendevanan digerin ji bû tozê ji ser wan
rakin û rûpelên wan hêjmekarin rûkê tavê bibîn in .
Lokman Polat – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest,
çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Nîzar Yosiv - Bê guman helbest pir dewlemen de cihek fireh ji xwe re
veqetandiye , ji ber ku ew ya herî serekeye di nava bihtirîn civakan de
dest pêkirî û hêza xwe bi cih anî ,bi pêşketina civak ê û dewlemendiya
zanistiyê roman û beşên din yê wêjê rû didin û keş dibin .
Di nava wêje yê de şano ya nivis î di destpêka zayînê deye hêj ronahî
baş nediye, wekî min berî neha gotî di vê serdemê de hewildan di her alî
de têne kirin kelek xwe pê dikin çendî pir bibin başe û çiqas bi alozî
jî dirkevin û qelp bin ne xeme , yek yê liser ya din ava bibê bi hemî êş
û pirîskên xwe ê tev de bibin maka berên bijartî bi hêz .
Lokman Polat – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve
û dewlemend bibe?
Nîzar Yosiv - Dewlemend î bi pênivîsên xurt tê meydan ê , bi bitalintîyê
û bi berdewamiya perwerdeyê û rewşenbîriya nivîskar û asta ku ew têde ,
û mercek din ji bilî wan heye , pêwîste yê nivîskar xuser î ji vî kar î
re vala be , û piştgirtî û parast in jêre hebe û wer ê kirin ji gel ji
rêxistinan û ji alavên ragihandin ê da ku karibê afirandin in nûjen li
darxê û berê civaka xwe berûpêş bidê !
Lokm an
Polat – Pirtûka te ya yekem pirtûka helbestane. Li gorê te helbest çiye?
Nîzar Yosiv - Belê pirtûka helbestan e .
Di dîtina min de helbest ziman ê hestane paşhest wan derdixîn in , hest
xwe bi wan biwêj dikin û helbestvan bi şêweyek hunerî bi zimanek tejî
wêne û dîmen in huner î bi cefa û endizyarî wê di hûne û ava dike û
derdixîne .
Lokman Polat – Dibêjin helbestvan diltenik in, nazik in, narîn
in, gelek baş û qenc in. Gelo ev ji çi tê?
Nîzar Yosiv – Bê guman ew xweser î û taybetmendiyên wan in ji dildar î û
dilfirehî û dil hilûyî ya wan ya zêde tê , bi serde jî ji zelalî û tenik
ya hest û dîtin in wan in , ew geşiya hestên wan bi dil hilû axaftina
hestên dildaran dikin , di encam de biwêjiya xwe tînin zimên.
Lokman Polat – Mijarên helbestên te curbecur in. Di nav wan
mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî heye. Dibêjin; yên nebe evîndar
derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê keçek, jinek
buyî? Yan jî keç yan jinek aşiqê te bûye?
Nîzar Yosiv – Evîn nîvê min e her kêlî ez pê dijîm rojane pê mijûlim ji
min dûr nakeve eker bo û dûr ket wê saet ê valahiyek ê tîne holê
bêntengî û ne tebatekê hundur de diçîne , evîn û dildar î û nazikiya wan
xweseriyên min in di nava gewde de energîne di lepitin ez bê wan najîm .
ez evîndar ê her tiştek spehî me xweşkatî û heskirin min berû xwe dibin
dikişîn in dikin dildar, ji mirevan rûkên şêrînperî û ji xwezayê sorgul
û rûnahiya heyvê hemî tevde aramiyê tînin û hestan bicoş didin .
Bê evîn û dildar î ti kes nabe helbestvan û hunermend , ê nikaribe bibê
afirêner û afirandinan li darxîne , ew hunermende ji ber ku tenike
nazike dîtin zelale kesek taybete .
Min di pirtûka xwe de spasiya xanima xwe ya xoşvî kiriye , bê guman ew
serkaniya hestên min yên evîniye , û cîgeh ê û tebat ê ji helbest û
wênevanî û mûzîk a (afirandin in ) min re peyda dike .
Lokman Polat – Helbestvanê navdar Aragon dibêje : ”Evîna
bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran
naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran
e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan
pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?
Nîzar Yosiv - Evîn deryaye kûre firehe bê qame, evîn dar a bilind e reng
û şax bê hêjmarin , evîn ezman e bê sînore stêrin heyve tave bi rewşen
in bê hêjmarin , evîn xwesteka dil e livandina hestane li pêşber
spehîtayê û heskirina dilberî ya dilber ê , ku ji wir rastî bêne der
hingî dilvînî û rûmet e berdewamiya jiyanêye , evîn dibe serkaniya
jiyana evîndar ku rûmet ê bi destan kirt û ew parast diçin dildariyê û
di gihin pîroziyê ,evîn bextewariye ku evîndar bexdar be hêvî û
xwestekên wî bi cî hatibin , ê di wê çarnikar î û hawîrdor yê de bijî
namire , hingî dimire ku bi xwedan ê xwe re çû gor ê , lê li dawiyê
tiştek seranser bê kêmasî jî ê tine be .
Lokman Polat – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Nîzar Yosiv – Giringe rexne bi mebesta avakirin û pêşveçûna wêjeyî bê
kirin , û wêjevan bi berhem ê wî di bin neynika xwe ya rexneyî re derbas
bike .
Rexne têgehek e zanistiyê ye mihanek rasteqîniye di nava mirovên zanist
û têgihiştî de ,li cîhan ê di nava miletan de berûpêş gavên hêja û fireh
avêtine lê mexabin li rex me aloze û ta radeyekî jare , min berî neha jî
hinek sedemîn asta civaka me têde dijîn nîşankiri bûn , û wêje û huner
bi giştî di çi radeyê dene lewma rexne yê jî girêdan in xwe bi pêşketin
û paşketinên civaka miletekî hene .
Pêwîste wateya wê ya zanistî bi awayek erînî bête bi karanîn bi armanca
pêşketina wêjeyê , ne bi
wateyêk neyênî
bi mebesta herifandin û hilweşandina wî berhemî û şikandina nivîskarê
berhem gelo li gorî kêfa yê rexnevane yan na , wî hildê jor yan jî daxê
jêr .
Bi giştî û bi kurtasî ez di bêjim çanda rexne yê heta radeyekî bilind
civaka me jê dûre girêdan in xwe bi pêşketin û paşketina civakê re hene
fêrbûn û pejirandina rexne yê di nav de ta kîjan radeyê ye , di hêle
wêje qels bimîne yan na . Lê em ji bîr nekin li alîkî din rexevan in
bihêz jî hene .
Lokman Polat – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya
rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî
rexnegiriya edebî bê pêkanîn?
Nîzar Yosiv – Belê bi pêşketina ziman ê wêjeyî û bilind bûna wî ,
danûstandin bigirûvekêşîn û parvekirina karê nivîsê û xebitandina wê ,
ronahî û zelaliya rêbazên rexne bi hêz û dewlemend dibin rexnevan in
pispor derdikevin holê mîna hemî pisporên beşên din yên wêjê ,
Berê cîhanê û miltên wê li pêşe ne li paşe , tim pêşketin û gavên mezin
têne avêtin , bê guman em wek beşek ji vê cîhana he ya fireh û mezin in
, lê gulobalîzmê û alavên ragihandinê piçûk kiriye, eger em bi xwazin
yan na em jî li ber pêlên van pêşketinan di kevin , ji ber vê yekê ew
bandor bi giran î li ser me dilehîze çav dibîn in guh vedibin hiş di
pirsin em tê digihin , ji wî hêvênî hevîr ê xwe tirş dikin û di pêjîn in
û dixun, nûşa wê di nasin gelo çawa başe yan yê çawa be , xwedî serhatî
dibin di sewin .
Lokman Polat – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên
kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê
têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û
analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina
pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên
minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?
Nîzar Yosiv – Belê pêwîstiya me ji hemî aliyan bi nivîs û weşandin ên
cor bi cor heye , îroj di cîhan ê de mediya û ragehandin bandorên xwe
tund î li ser mirovatiyê di lehîzînin . Kovarek wêjeyî xwerî xwestek e û
hêviyek e ku bi cî bê , giranbuha ya wê jê sûd wergirtin pêdiviyên bê
hemkofin ,ez dişê bêjim yê nûnretiya ziman ê rexneyî û bi cîanîna
danûstandin ê bikê , ê neynikek be wêje yê xwe di nava şîrove û
nirxandin û rexneyên wê de bibîn e , ê bibe rêbazeke çandî ya bilindbîna
wêje yê .
Nayê pîvan firehiya navberê di navbera asta pêşketina Europa û paşketina
me de,yek ji wan bê welatiyê , û ji hêlên ramyarî û aborî û çandî , ji
vê pêve nabêjim !
Divê demê de li cîhan ê bi giştî xwendina pirtûkan kêm dibe, sedema
sereke PC û cîhana internêtêye û dûv re telefizyon û çavê wê yê cîhanî
satalît , di nava civaka kurd de bandorek giran bi hêz dikin eger erînî
bin yan jî aliyên wê yên pir neyênî bin , ji vir li hember wan neyêniya
ta em bikarin hinekî xwe û gel biparêzin pêwîstiya vê civakê bi xwedanên
wê hene (rêxistin û alavên wan yên ragihandinê )firehtir û bihtir birhê
bidin beşên rewşenbîrî yên ronakbîriyê û bîraweriyê û zanistiyê biçînin
di vê civaka he ya birçiyê çandê û pêdiviya wê pê heyî ! Û tovê şewqa
xwendina ziman himbiz bikin di nava wê de biçînin .
Di hinek weşanan de mixabin em nirxandinên wêjeyî nabîn in û di hinek
weşan in din de hene derdixin spasiya wan bigermî tê kirin ,lê hinek
veqetandina dimê jêre kême xwesteka dayîna demê bihtir jêre heye .
Lokman Polat – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan
nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî?
Nîzar Yosiv – Li destpêk ê hêjaye ez nav ê helbestvan ê Ereb Nizar
Qebanî bêjim ez pir dibin bandora wî de mame ,yê ku herî nêzîk jî ewe ,
û helbestvan filestênî Mehmûd Derwîş , û Bablo niroda ,û ji Elmaniya
Erich Fried ,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,û kelek navên din hêja hene !
Lokman
Polat – Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên
cîhanê hez dikî?
Nîzar Yosiv - Yê sereke wêjevan ê Misr ê Necîb Mehfoz û yê Brîtanî
Charles Dickens û pir navên din hene Jane Austen , Cecelia Ahern , ji
şano ê William shakespeare,,,,,û helbest ê Nizar Qebanî û Mehmod Derwîş
û schiler û Erisch Fried,,, ,,, .
Lokman Polat – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Nîzar Yosiv - Li serî klasîkên kurd naxwazim wan bi nav bikim bi taybet
eşq û evîna Cizîr î . ji nûjenan yên bi dest min ketin ta neha Mehmed
Özun , Ehmed Huseynî , Ferîd Han , Helîm Yûsiv e , Ferhad ê Içmo Konê
reş , û,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,, van çend rojan pirtûkek ya we jî ketiye
destê min ez ê bixwîn im , hêjaye mirev bêje peyde kirin û bidestxistin
û berhevkirina pirtûkan pirsgirêkeke mezine li Europayê .
Lokman Polat – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger te xwendibe,
kîjan?
Nîzar Yosiv - Ji nû ve yek ketiye dest ê min ,ez bi hêvîme ku yên din jî
zû peyda bikim , yan jî hûn ji merdiya xwe ji min re bişîn in ê kelek şa
û bextewarbim .
Lokman Polat – Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?
Nîzar Yosiv – Ew jî ya helbestan e hêj nehatiye bi nav kirin , kengî yê
werê weşan ê ? hinek tiştên teknîkî kêmin û ya herî pirsgirêk mijara
aboriyê .
Lokman Polat – Naveroka wê li ser çiye?
Nîzar Yosiv - Rengên cuda di navbera rûpelên wê de ê peyda dibin ji evîn
î û civak î ta birîna me ya kûr a herdem ! netewî û derman ê wê azadî .
Spas ji bo bersîvên te.
Ez jî spasiya we bi dilgermî dikim û vê rêdana we dayî min ta ez bişêm
xwe pêre bigihîn im xwendevan in xoşvî û hêja , û serkeftinê û bilindayê
ji karê we re di xwazim .
1
Hevpeyvîn bi Hunermendê Kurd Nizar Yosif re
(Hunermendê
kurd di hêla aborî de perîşane)
CanduHuner: Kekê Nizar tu karê xwe bi
xwendevanên malpera çanduhuner.com bide naskirin?
Nizar : Destpêkê ez sipasiya we û vê
firsenda ku we dayî min dikim , û sipasiyek taybet ji bû malpera hêja û
nûjen Çand û huner(www.canduhuner.com)
dikim ya ji min re ev deme veqetandî , da ku ez xwe li xwendevan in wê
yên xoşvî bidim naskirin, ji aliyê xwe ez pêşveçûn û serkeftinê jê re
dixwazim û piştevaniya wê bi dilgermî dikim .
CanduHuner: ji kîjan salê ve tu ji bo
hunera kurdî xizmetê dikî?
Nizar: Nizanim mebesta we kîjan beşên hunerê
ye?Lê bi kurtasî ev demek dirêje, ji nazikiya xortaniya xwe ez hewildanê
dikim ku bikarim tiştek nû taybet bixwe bi afirînim ne wekî yên berê
afirandî . ji her beşên hunerê yên ez têde xebatê dikim, liwma nikarim
seranser bêjim ji vê salê yan jî vê demê ez xizmetê dikim û didim. Lê
hêjaye merev bêjê ji sala 1979 an ve .
CanduHuner: weke ku tê zanîn tu hem
stranbêjî, hem şêwekarî û hem jî helbestvanî
tu kîjan beşê hunerê bêhtir nêzîkî rihê xwe dibînî?
Nizar: Bi rastî li min girane gotina ev beşê
hunerê nêzîktirî mine bihtir ji beşê dîtir. Çinkî huner nayê pîvan bi
şihînê kîjan alî serî ji yê din distîne, yan jî tişteke pêdivî wê
kêliyê pê heye dema qediya di qede, Ew dimîne ser hestên demane yên
liser mijarê hindirê merev de di lepitin û zelaliya bînahiya kesane ji
dîtinan re, wê demê hunermend bêyî xwesteka xwe bi awayek siraştî dikevê
nava beşa hunerî d .
Lewra hersê mijar jî di nava mergê min de di
kelin .
CanduHuner : Çima di beşa wênevanî de
berhemên te kêmin ?
Nizar : Bi rastî di serdema salên Heştiyan de
wênevaniyê û Mûzîkê rolek mezin lehîstin di jiyana min a wê demê de,
parek bêhtir sitandin ji helbesta stiranbêjî. Wê serdemê bi dehan wêne
min çêdikirin lê mixabin ti ji wan berheman bi destê min de nemane,
berhemên di hatin holê rêxistinan di birin, li dawiya salên Heştiyê
Mûzîkê serî ji wênevaniyê stand liwma berhemên min kêmin, û navbera her
çend salan (10 yan 5 yan6) de ez yekî wêne dikim, min derbarê xwe de
pîstûrî kiriye.
CanduHuner : Wan rêxistinan di wan deman de, ti
wêneyên te ne weşandin di rojnaman de yan jî di Kovarên xwe de ?
Nizar : li bîra min tê yek ji wan
şêweyên ku bi kamirayê dîmen li ber kêşandî, ew jî belav bûn yek ji wan
gihabû Europa sala 1998 di Kovara Rewşenbîr de derket, û li
rojhilatanavîn gihişte desê min .
CanduHuner:Tu dikarî mijara wê wêneya di
kovara Rewşenbîr de derkertî ji me re bêjî ?
Nizar : Belê naverûka wê li ser
êşkişandina bindariyê li zindanan bû .
CanduHuner : kîjan hunermendî stranên te
yan jî helbestên te gotin e?
Nizar : Ev mijar hinek firehe dema nû
û dema kevin, yên min bi xwe aza dayîn wan û yên bêyî min stiran in min
birin û gotin. Bê guman gelekin ez nizanim ji kîjan alî dest pê bikin!
CanduHuner : Tu bikarî bi kurtasî bêjî gelek
başe da ku xwendevanên me keda te bihtir nasbikin ?
Nizar : Belê kelek hêjaye li vir di vê xalê
de ez hevalê xwe yê hêja hunermendê nazik şehîdê nemir Dijwar li bîr
bînim yê ku stirana min (Bûm çirak ronî xwîn betrola min )di sala 1985 .
Ev stiran li gelek deveran di got bi taybet li konsertên Libnanê, awaza
wê ya mine Gotin yên helbestvan û wêjevanê nemir şehîd Zerdeşt Heybet
e(Rizgar). Ev stiran hozan Elî Gavan jî di kasêtika xwe de weşandiye,
Elî Gavan hêjmarek gelek mezin ji stiranin min gotine, ( gotin û mûzîk)
di 3-4 kasêtên xwe de xwendin e.
Di sala 1986-87 koma Berxwedan hunermendên
hêja Xelîl Xemgîn û şehîda nemir Mizgîn bi hevre stirana min(Li warê me
cenge xwîn tê rijandin) di kasêta bi navê Egîd e weşandin .
Peywan Arjîn jî 2 stiranin xweş, gotin û
mûzîk (Hoy hoy Apê me û partîzanin me çûn bakûr) xwendine û awaza
stirana (kelha berxwedanê dêrik)di koma botan de 1990 li Qamişlo
xwendiye .
Hozan Eylem( Bûka jiyanê)ew jî gotin û mûzîk
yên minin.
Şehîd Çiya (Hevalên qehreman ) )ew jî gotin û
mûzîk yên minin .
Hozan Comerd di CD a xwe
ya dawî de stirana (Hey dinyayê ax dinyayê) xwendiye .
Hunermend Ganî Nar jî di
CD a xwe ya dawî de stirana (Li gundê me dîlane) xwendiye .
Hozan Rozerîn Besta di CD
a xwe ya dawî de stirana (Li bejna te )xwendiye.
CanduHuner : Em dixwazin tu bidê
xuyakirin ji me re hevdîtin nabera te û wan hunermendendan
de çêbûye ? yan jî bêyî hevdîtin stiran gihane wan û xwendine ?
Nizar : Belê
hinek ji wan hunermendan ji herêma me bûn, wek şehîd Dijwar û Elî gavan
û hinek dengbêjên din min bi nav ne kirin.
Lê Peywan Arjîn min bi xwe stirana( Hoy hoy apê
me) dayê lê stirana( Partîzanê me çûn bakûr) bêyî min berye, ewê demê em
bi hevre bûn .
Ez û şehîd hozan Mizgîn em bi hevre tevlî konsertê
bûn li Libnanê, ji min re got ez ji vê stiranê hezdikim ku tu bidî min
başe emê di koma berxwedan de bixwînin .
Şehîd hozan Çiya min û wî konserta 15 ê tebaxê li
Libnanê sala 1985 an bi hev re lidarxist .
Lê hunermendên din li Europa min dane wan.
Min stiran dane hinek din jî lê hêj ne xwendine.
CanduHuner: Gelo evan kesan yan jî
hunermendan navê te li ser CD an, yan jî Kasêtên xwe nivîsîne ?
Nizar : Bi rastî pirsek gelek pêwîste, mixabin para
bihtir ji wan nav li ber berheman ne nivîsîne, yek di bêje sûcê
çapxanêye, yê din di bêje min nizanîbû ya kêye, lê çewa bê şîrovekirin û
gotin bila wesa be, hema her kida nivîskar yan jî hunermendê bi şev û
roj ketî di nava mitalan de, givaşa hişê xwe bi hestên xwe yên gerim
heta ku berhemek seranser afirandiye, daniyê li ber destê dengbêjekî yan
jî hunermendekî ji bû ku bigihînê guhê guhdaran û pê çanda kurd
dewlemendtir bike, li dawiyê dîse jî di bêjim mixabin ew kesana bêyî
berpirsyarî nêzîkî wê kedê û alîkariya biromet dibin, û qîmetê wî û
berhema wî bi hêsanî wenda dikin, da ku xwe bi wê berhemê bidê xuyakirin
û bikê ked û mafê xwe.
CanduHuner:Ji nişkêve gelek derdikevin bi
navê hunermendiyê û dengbêjiyê lê çira wan zû vedimire, tu çewa wê
taviya zû di bihûre di nirxînî ?
Nizar : Ez di bêjim hertişta bingehînî
temenê wêjî dirêje û dikare xwe bigihûre û biparêze li gorî demê, lewra
ew kesê bi bitalentî dibe hunermand û berdewam dike xwedî bingehe bi
binyad e, gerek bête perwerdekirin û şarezakirin, û jêhatina wî ji wir
tê.
Lewma em dibînim huner tove ji temenê
zarokîve di hundirê wîde tê çandin, eger ji xwedîkirina malbatê bê, yan
ji dorûber û cîgeh werê, dibe ku siraştî jî be, û rola civakê jî heye.
ji vê yekê di her beşên hunerê de mîna zahfin bi taybet di beşa
stiranbêjiyê de em tev vê demê bi piratî dibînin her yek radibe û
berhemekî çêdike (CD,Vidio klip,,,,,)li gor peyasê hinek derfetên wan
yên aborî hene yan jî modeyê ,,, lê tişta pêwîst di hundirê wan de (
hest , zelalî, giyanê hunerî, bitalentî ) û bingeh ti neye lewma piştî
berhemekî yan didûyan valadibin hêz namîne dema wan diçe di cih xwe de
dimînin, wekî tovê ne didema xwe de şîn bûyî, yan jî taviyeke derbas
dibe .
CanduHuner: tu rewşa hunera kurdî bi giştî û bi taybetî ya
rojavayê kurdistan çawa dibînî?
Nizar : Gihûrtin û pêşketin di her alîyê jiyanê de li teveya
cîhanê çêdibin (civakî, aborî ,ramyarî, çandî ), emjî parekin ji vê
cîhanê ew bandûre biher şêwê erînî yan neyênî li ser me jî dike, lewma
di hunera kurdî de gelek gavên baş avêtine û ê bavêjê , taybet bi
derketina alavên ragihandinê û bandora wan liser gel û hunermendan ,
bûne hêzên pêşvebirin û hewildanin afirandinin çandî û hunerî, bi her
coreyan .
Başorêrojava jî girêdayî cîhanê û parçeyên din yê welête
ew bandor li wê jî dibin , dibe ku di alînan de kêmtire ew jî sedemên
dorpêçkirina tevahiya welêt û derengiya peywendiyan bi cîhanê ve, ew
pêşketin gelek nayê xuyakirin. û xalek din jî giring heye derfetên
aloziya aboriye di civaka kurde li wir, pêşketinê bi zû nayînê , minak
saz û bizik bihtir hene û amûret (Estroment)ên cuda jî ji kêmanin .
Û rola kesên bi bazara hunerê di lehîzin weke xwediyê
prûdektion û tomargehan ji hunermendan hunerek dawetan û rîtimên hercar
tên bikaranîn ên sivik û û û û dixwazin .
Lewra heta roja meya îro ew rengê rîtima kilasîkî ( yên
dawetan) û mûzîka erebî liser wan gelekin, ew wê bandorê li ser guhê
guhdaran jî didewimîne, û fêrî wî rengî kiriye. Lê ev nayê wê watê
hunera başorêrojava hemî divê çarçovê deye û hewildanin cor bi cor nînin,
belê hene û mûzîka resen jî li berxwe dide û birêdikeve û pêşveçûn heye
û berhemên wê gelek dewlemendin li gorî piçûkatiya xwe parça welêt, ez
naxwazim bihtir dirêjbikim .
CanduHuner : Tu dibînî di alavên ragihandinê de, di mediyayên
kurdî de hunermendên başûrêrojava derfet ji wanre heye wekû hunermendên
parçeyên din yên kurdistanê û gihane wê radeyê ???
Nizar
: Mixabin gelek kêmin, ev ne ji kêmasiya hêjmarên hunermendaye,
xwedî hêz û derfet gelekin wêjeyî û hunerî, hûn dizanin birayê piçûk
tim paşdaye û para wîjî di parvekirinê de hindike weke tê gotin (av her
tim di milê kêmde dişkê) .
Hunermendên başûrêrojava yên ku di medyayên kurdan de
têne der bi tilyan têne hêjmartin, û medya jî ji hev ferqin tev ne wekî
hevin, lê dîse jî pir kêmin li gorî derfetan sed mixabin !
CanduHuner: di vê cîhana global de çawa kurd dikarin çand û
wêjeya xwe bi pêşve bibin?
Û heya kîjan astê kurd ji teknîkê sûdê werdigrin, weke mînak ji
internetê?
Nizar: Hunermendê kurd di hêla aborî de perîşane ez dikarim
bêjim nîne! Ji hêla din jî bazara wî jî nîne, di destê bazara
dagirkirandaye , heta miletek winda bibe dûr bikeve ji cîhanê aboriya wî
tine dikin li hejarî û perîşaniya xwe li nanê xwe mijol dibe .
Riya cîhanê vekirye lê berîka kurdan jêre kirtiye .
Lê dîse malperê kurdan hene hunermend di navdene sûdeke
kême li gor yên din, ji teknîka tomarkirinê qezenc dikin, ji
pirogiramên dinyayî weke My space, Wikipeddia, ,,,,,,
hunera xwe didin cîhanê ev tiştek pir başe di nava wande
vidio klip û filmên kurdî dibînin û li herderên cîhanê lê temeşedikin lê
bi awakî teng û kêm .
CanduHuner: tu li Kîjan hunerêmendî/a
kurd guhdar dikî?
Nizar: Guh û guhdarî kirin navan nasnakin, merc nînin ev kes
be yan yê din be, kîbe bila bibe, lê hunera xweş awaz û gotina resen û
dengê xweş, û şêweya hunermend tîpê wî rolek giring heye .
Ez li mûzîka cîhanê jî pir guhdar dikim .
CanduHuner: kengî tu helbestê dinvîsî, gelo? Pêwiste tu xemgîn bî
yan kefxweş bî heya ku tu Karibe binvîsî? Meriv
dikare heman pirsê ji bo çêkirina tabloyan û awazan jî bik e?
Nizar: Demek
xweser ji bû afirandinê nîne cih û sînor merc û dem jî jêre tuneye, li
ser kar li male, di gerê de, bi şev bi roj . di xweşî û xemgîniyê de
jî merev dikare binivîse dema ku ilham hat çax û demê nasnakê .
Ev mercên he liser wênevaniyê jî
pêktên lê şêwekarî valabûna demê jere dive, da ku wêjevan bikare tişta
ku di hişê xwe de wênekirî li ser tabloyê bikar û pêkbînê .
CanduHuner: Neha çi piroj e di destên te
de hene?
Nizar : weke hûn dizanin pirtûka min ya helbestan hate
weşandin . ez amadekariya vidio klipekî dikim, û hem jî karûbarê xwe
dikim ji bû CD ya teze, stiran in nû pirin hertim amadene lêêêê ev
tevde derfetên aborî jêre divin û ew bi me re ne alîkare hemjî
pirsgirêkek mezine, weke tê gotin gelek caran hesabê malê û yê sûkê li
hev nayên .
Hûn jî dizan in dawî ji pirojeyên hunerê û xwestekên
hunermendan re nîn in, werîsek bê dawiye dikêje.
CanduHuner: weke tê zanînin tu yek ji rêvebirê S.Ç.H.R.K gelo çi
pêwistiya hunermendên rojavayê kurdistan bi saziyek e wisa heye heta ku
we pêwistiya damezrandina wê dît?
Nizar : Bê guman hêz hertim di nava yekîtiyê deye nexazim ku
ew yekîtî bi hêz be û bikare be mafê herkesî liber çavan re derbasbike.
Belav bûn ziyanek mezine bê mefaye hem ji bûyî kes û bûyî giş yan jî
gel, bi taybet li dervî welêt, ji hevbelabûn dorxistin ne liser hevî, ne
nasîn di navbera hunermend û hunerhêz û dengbêjan û xwedî derfetên
hunerî de, bi kurtasî di hemî beşên hunerê de. Ji bûyî van tiştan van
sedeman pêdivî bi damerizandina vê hevbeşiyê ( nîqabe) me dît, ji bo
yekîtiyek û hevgirtinek di navbera tevahiya hunermendan de çêbe, û
bikaribin bi ekrên xwe rabin bi awayek sazîbûn bi organîze hev
bigirin pirsa hev bikin hêzê bidin hev. bi hemî bîranîn in xwe rabin bi
şêwir û pirs, daku bihtir xwe di meydanê de bidin pecirandin li hemî
kesan .
CanduHuner: gotina te ya dawî ji bo gelê kurd kekê Nizar û bi
taybetî ji bo xwendevanê me çiye?
Nizar: Hêvîya min serkeftine ji bû wan, bi hevre li benda
rojên azanin, bi xwendinê ew rastiyê û vajiyê ji nava hev derdixin, ji
alîkî ew bi xwendin û guhdariyê pêşkeftinê çêdikin, û ji hêleke din
rexnevanê herî mezin in kêmasiya karê hunerî dibînin ji bo vê ew dimînin
dadvan ê wî karê hunerî yan wêjeyî .
Xwesteka min ji wan kêmasiyê nexînin di kirîna pirtûkên
wêjevanan û CD yên hunermendan de, ji ber ku yên nivîskar û hunermend
bi firotina berhemên xwe dizanin karek pîroz dikin, û yên xwendevan bi
kirîna wan berheman pişgitiya wan dikin dihêla aborî de, û ewjî bêguman
pêşdikevin .
Kekê Nizar em li ser navê malpera cenduhuner.com
ji bo vî wextê te yê giran buha ku te bi me re parvekir em te spas dikin,
û ji bo kar û xebatên te serkeftinê bo te hêvî dikin.
Nizar :ez jî we spas dikim
Canduhuner.com
Xebat Şakir
26.02.2008 Elmanya