|
Hunermend
Mahmüd ezîz
Shakir
ji malpera
mere di bêje
Ez tucarî stranê kesî nabêjîm
Hevpeyvîn bi hunermendê navdar Mehmûd Ezîz
Şakir re
Di 23.07.2007 an de li bajarê hanover li
Elmaniya, me li ser navê malpera canduhuner.com ev hevpeyvîn bi
hunermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir
re çêkir.
Mamoste ,em berî her tiştî
li ser navê saziya çand û hunera rojavayê kurdistan ji dil û
can bi xêrhatina te dikin û em weke xebatkarên malpera
canduhuner.com pir kêfxweşin ku ev
derfeta hevpeyvînê bidest me ket ku em hinekî xwendevanên
malpera xwe li ser kar û xebatên mamoste Mehmûd ezîz
Şakir agehdar bikin,bêgoman bi
salaye ku tu di nava xizmeta çand û hunera gelê kurd de xizmetê dikî
û di vê meşa xwe ya meretonê de
hîn mîna xortekî çardeh salî dibeze,em hêvîdarin ku tu her û her
divê meşa xwe ya hunerî de berdewam be
û her serkeftî be di kar û xebatê xwe de.
Zor spas ji bo vê hevpeyvînê ,ez hêvîdarim
ku hûn zêde pêşkevin û serkeftî
bin di karên xwe de.
Mamoste em dixwazin di serî de tu qala
destpêka xwe bikê,çawa bû?,te bi çi hestî û di bin çi bandorê de
dest bi karê hunerê kir?.
Gava merov çêdibe huner pêre cêdibe kalikê
min dengê wî xweş bû melebû û wî
azan dida û bavê min li tembûrê dixist, ji çûkanî de kêfa min ji
hunerê re dihat ji wê çaxê de me ji xwere galon dikirin tembûr û
lêdixist,ez birayê xwe ehmed alî pir digeriyan,vê dawiye birayê min
Mihmed Elî bilûrek anî û ez jî fêrî bilûrê bûm,min bi vî rengî
berdewam kir heya sala 62 an wê çaxê mamostek hat gundê me û ez pir
di diçûm cem wî ji ber ûdeke wî hebû û min jî li bilûrê dixist,kêfa
wî pir ji minre hat,min wêçaxê stranên erebî digotin,mamoste ecêbmay
dima,digot tu çawa li gundayî û tu stranên erebî yên hunermendê
navdar di bêjî.
Berî dibistan were girtin wî got min ez ûda
xwe dufroşim,hema bêyî ku ez bi
kesî bişêwirim min kirî bi 25
weraqê sûrî,wê çaxê diya min pir aciz bû,got ev çiye te aniye malê
ev ji mer nabê,lê bavê min mirovekî pir baş
bû wî got dev ji wan berde ber ji xwere hîn bibin.
Carna hin ji min dipirsin çima tu li
tembûrê nadê ,bawerbike wê çaxê çi bidest min bikete minê xwe hîn
bikre.
piştî salekê
mamoste mihemd alî keman jî peyde kir,îca me bi hevre lê dixist li
gund bawerbike xelkê gund matmayî diman digotin ev çiye,wan hîn ûd
nedîtibûn û ne jî keman.
Di sala 68 an de me mala xwe bir serê
kaniyê,wê çaxê mamoste yûsiv Berazî ji minre got dev ji stranê erebî
berde û yên kurdî bêje baştire ,min got
stranên kurdî li ba min tunin wê got ezê van sê strana bidim
te û here ji xwere bêje,û min hersê stran gotin û di peyre 3 stranê
din jî dan min,di peyre ez çûm bexdayê êzgê yanî Radio ,mihemed
emîn kîkî xwarzê min bû rehma xwedê lê be,li Bexdayê bû û li wir li
ba berberekî wî mihdî salih naskir jêre got xalekî min heye dengê wî
pir xweşe û xweş
zanê bistirînê ,wî got wî bîne vir emê lê guhdar bikin,ger
jûrî ew qebûl kir,emê wî di radiyo de derxin, mihemed emîn kîkî ji
minre got û min berê xwe da bexdayê di sala 69 an bû,min li ber wan
strand kêfa jûrî ji minre hat û wan ez qebûl kirim,min wê caxê 3
stranên xwe pêşkêş
û tomar kirin 1-gulî zerê 2-şîng
û rihan 3-………. Tu dikarê bêjê ji sala 69 an û pêve jiyana minî a
hunerî dest pêkir û berdewam kir û berdewam kir heya îro.
Mamoste tu dikarê qala koma serkeftin bikê
kengî çêbû kî ji hunermendan di nav de bû li kur çêbû ez behwerdikim
ku gelek hunermendên navdar tê de ich digirtin???.
Di sala 70 î de bi rêya dostekî xwe navî wî
silêman bû ez û mihemed emîn çûn libnanê go li wir azadî heye û rê
li ber hunermendan vekirye, min biya wî kir û ez çûm libnanê, piştî
me iş ji xwere dît,rojekê min rehmetiyê kemal
şambaz di şevekê de dît,me ew
şev ji bo dostekî çêkiribû li
wir dengê min eciband û ji min xwest ku em komekê çêkin,wê çaxê li
libnan partiya çep û rast hebûn ji bilî wan tu partiyên din li
libnanê nebûn,mustafa cumha qebok ji mere kirê kir, û em çûn li ber
malbatên kurda geryan ku keçên xwe bikin nav komê lê kesî ji wan
qebûl nekir ku keçên wan bikevin komê di gotin eybe me ji wanre got
me ne eybe ku keçên we bi cêrî tî di malên libnaniyan de bi xebitin
lê eybe ku bikevin komê ,hineka ji wan dilê xwe ji me girt, em çûn
ji mecbûrî me keçikên asûriyan anînin.
Heşt
meh û deh rojan me pirovayên xwe kirin di vê navberê de remedan
omerî xortek anî cem min navê abdilqadir bû digotinê betilê dirbêsyê
,me ew jî derbasî komê kir, wê çaxê remdan Omerî du stran
amedekiribûn ji bo komê (dinya bû buhar û ala rengîn) di peyre kemal
şambaz xortek anî û ji me xwest
ku em wî jî derbasî komê bikin,min go navê wî çiye got navê wî
muhemed Şêxo ye,nakokiyek ketiya
nava wî û sehîd yûsiv bere bi were be,min odayek ji Mihemed
Şêxo û Remedan Omerî re kirê kir
û di odê de bicî bûn,Mihemd Şêxo
rehma xwedê lê bê fedî dikir bistrînê pir bi edeb bû,wê çaxê min piştgirî
da wî ji bo bistirînê û min got mirov ne bi rengê xweye ya
pêwist hunere,mihemed Şêxo ji bo
li tembûrê xê me derbasî komê kir û piştire
bi arîkarya min dest bi staranê kir.
Mamoste wek hat famkirin mihemed
Şêxo di reya were ket koma
serkeftin
Erê ew di sala 70 î de hat tevlî me bû.wek
muzîseyen tevlî me bû min hişt ew
bistirînê, perwîn surye qîza mele ahmed ew jî ket komê me
navê wê kir perwîn, wê çaxê Mihemed
Şêxo libaxan gul û gewrê strand û Remedan Nicim
Omerî dunya bû buhar û ala rengîn strand û perwîn jî du stran
gotin,gava li min hat id û erfat û ez keçka kurdî me û delala min li
ber çavên min here û were min û perwîn strand yê din tev min gotin
tu dikarê bêjê hefle li ser navê min bû di 18.12.1971 me
şeva xwe li darxist di bin sêwana
qaid selam de serek wezîrê berê yê libnan ,berî
şevê dîtina libnaniyan li ser
kurda nebaş bû di gotin kurd ji
karê hilaltiyê pêve tiştekî din
nizanin,lê piştî li darxistina
şevê dîtina wan hat guhertin
dîtin ku kurd dikarin bistrînin û mûzîkê jî xwes bêjin û gelek tiştên
din,me bi wan da famkirin bê kurd çiqasî jîrekin.
Piştî wê
şevê me du şevên din jî çêkirin
yek li sînama cendul û ya din jî li sînema rêbulî min û Mihemd
Şêxo bi hevre ew
şev li darxistin.
Piştre
Mihemed Şêxo vegeriya qamşlo
û di pey wî re me şevek di sînema cendûl de û yek li salonê
çêkirin.
Di pey wan
şevan re libnan hêdî hêdî ber bi xerabûnê ve diçû.di wê
navberê de
Yusiv berazê
sê stranên din jî dan min,ez çûm bedxayê min
ew jî tomar kirin,wê çaxê Mihemd Elî
Şakir leşkerbû û wî
dest bi nivîsandina helbest û awazê kiribû ,wê çaxê wî strana
gulçînê,gulî zer dane min.
Ezbenî rêwîtiya min ya 40 salî bi hunerê re
bi 6 stranê mamoste yusiv berazî naqedê bê goman min zêdeyî
16 strana bi xwe awaz kirin û gelek jî mamoste Mihemed Elî
dane min.
Di vê naverê de ez careke din vedgeriyam
bexdayê ji bo ez stranên xwe yên din jî tomar bikim û me li Ordin jî
şev li darxistin bi rêya komela
kurd li wir û li ser dawetnemeya wan,
di şevekê
ji wan şevande,malbata melek hisên jî amede bû komelê ew
şev ji bo wan çêkiribûn,ez sê
cara çûm Ordin.bawerbike heya sala 79 an sekin li min tunebû, lê di
peyîre navbera sûrî û îraqê xerabû û ya sûrî û ordin jî xerabû û
libnan jî ber bi xerabûnê ve çû, ez mam sekinî û devereke ku ez pêde
herim tune bû heya sala 94 ez ez mabûm sekinî, min dîse hêdî hêdî
dest bi karê xwe kir.min CD ya xwe di sala 94 an de tomar kir bi
navê yara zor ciwan, ew CD bi qewt derket,di peyîre bi rêya heval û
dostan ez hatim siwêd û elmanya hêdî hêdî rê li ber min vebû,lê
mixabin medya kurdî heya niha jî li min xwedî derneketine.
Mamoste tê gotin ku gelek stran hene ku tu
û mihemed Şêxo dibêjin lê nayê
naskirin yê kî ji we ne,tu di karê ji mere qala wan strana bikê,lê
ger zehmet nebe navê wan jî bêje ?.
Ev ne sûcê mine sûcê medya kurdiye pêwiste
ew rastiyê binvîsin ez tucarî stranê kesî nabêjîm ji ber gotina
yûsiv berazî hîn jî di guhê min de lê dixe û li bîra mine gava wî di
got siwarê li hespê xelkê tim peya ye ev raste ez tim stranên xwe
dibêjim min stranê tu kesî negtine lê xelkê yên min pir gotine û
pêwist nedîtine navê min jî dibinre binvîsin. Lê yên rehmetiyê
Mihemed Şêxo gotine gelekin
navên wan evin:
gewrê -gulizer
-eman dilo-keçikê kurdî xwendevan û gelek stranên din
jî yê minin wî gotine
vê dawiyê pirtûkek li ser navê mihemed
şêxo derketiye ez bawerim biha
çêkiriye gelek stran û awazên ku neyên mihemed
Şêxo li ser navê wî hatine
nivîsandin şaş hatiya nivîsandin ne yên
wîne ne,pêwiste mirov bi keda xelkê neleyizê divê rastî were
nivîsandin ji bo her kes bighê mafê xwe ev pirtûka ne daweteke wê ji
gelek nifşanre bimîne ev pirtûk
ez hêvîdarim ku şaşîtiyên bi vî
rengî neyên kirin.
Di nav stranên te de kîjan strane,ku gel
pir ji te di xwaze?,weke tu jî dizanî mamoste ku hunermendin hene bi
stranekê tên naskirin.
Strana gulîzerê û rêwiyo gel pir dixwazin û
bejna te ji dara rimê û yara zor ciwan bê goman gelek hene niha
nayên bîra min,lê pirin yên tên xwestin,gava ku CD ê derdikeve ger
stranek bi tenê jî were hiskirin ew Cd ê serkeftiye,ji xwe her
guhdar ji stranekê hizdike ne mumkine ku yek kes ji CD ê tevî
hizbike.
Mamoste gelo di malbata we de kî bi mûzîkê
mijûl dibin ji bilî te??.
Mustafa xalid ,Hisên
Şakir û Mihmed Elî
Şakir.mizgîn Xalid,Sehîd û selah
Kîkî.
Mamoste gelo te heya vêga helbest û awazên
kê gotine ji bilî yên xwe?.
Min awazeke Hisên
Şaikr gotiye û du stranê mehmûdê
begê gotine bejin zirava û yeke din jî daye min lê navê wê nayê bîra
min yeke netewiye,wekî din min helbestên gelekan gotine
weke:Cegerxwîn,Yusiv Berazî,mihmed Ezîz
Şakir,Diham Ebidlilfetah,Mehmûd Berazî,Hemîd Qadir û stranek
min heye xortekî kurd daye min çûye rehmetê lê ez nizanim navê wî
çiye strana bi navê ey nesrînê dil xedarê xwezî min navê wî nasbikre
ta min navê wî binvîsiye,bere li minbibûrînin dibe ku min hin nav ji
bîr kiribin navên helbestvanan.
Mamoste heya niha çend berhemên te hene ?.
Zêdeyî 20 berhema heye,lê ne bi stran û
berhemên pirin,divê stran di dilê gel de cihê xwe bigre û gel jê
hizbike,wê çaxê mrov dikarê bêje min berhemek yan jî stranek çêkir.
Mamoste em di xwazin dîtinên te li ser
hunera kurd bi giştî û ya başûr
rojavayê kurdistan bi taybet zanibin ,ger tu bi hunera berê re
bipîve gelo hunera me ana di çi astê deye?.
Ger meriv hunera kurdî niha bi ya berî
30-40 salî re bipive ez karim bêjim mixabin kambaxe,ji ber berê ev
teknîk û alavê raghandinê tune bûn, lê dîse stranên ku di guhê gel
de diman pir bûn ev stranên niha ger di wî wextî de bûna, bawerke
kesî guhdar nedikir lê niha pere hene her kes dikarê bi pera mûzîka
xweş çêkin û bi teknîkê dengê
xwe jî xweş bikin, ji bo hinekî
were guhdar kirin,bê goman ne giş
bi vî rengî ne lê piraniya stranên vê demê ne li gor pêşketina
cîhana mûzîkê ne û hima kî radibe li gor xwe tiştekî
çêdike, li gor min ger îro moxilkirinek çêbibe ji vê
qerebalixê encix çar heb bi serkevin,niha hertişt
arîkare ku hunermend pêskevin,berê ne wa bû heya ku me kasêtek
çêdikir zor bû.
Mamoste ji dema we û heya niha çend nifşên
hunermenda hene?.
Nifşên
me Ez ,Sehîd Yusiv,Elî Tico,Mihemed
Şêxo,Mihemed Emîn Cemîl,Cemîl
Horo.
Nifşên
duyemîn: Zubêr Salih,Sehîd Gabarî ,Nezîr Mihemed,Selah
Resûl.bibûrîne navê gişa nayê
bîra min naxwazim dilê kesî ji min bimîne.
lê nifşê
sêyemîn: bi xwedê buye şorbe hîdî her kes rabû û got ez hunermendim.
Mamoste tu karê çi ji van hunermendên ku
diçin dawetanre bêjî li gor te pêwiste çawabin û çibikin ji bo paşroja
xwe?.
Hunera daweta jî gelekî pêwiste ji bo gelê
me û ji bo hunermend bi taybetî ji bo karibin xwe xwedî bikin
mecbûrî wê dibin,lê gereke ku ew hunermend ji xwere di bere jî
berhemên hêja çêkin ji bo li pey wan tiştekî
bi qîmet û nirx buha bimîne.
Berê li dawiya her
şeva dawetê çavên milet li
hunermend bû ka ev hunermend wê çi ji wanre bêje dawiya
şevê ji bo lê guhdar bikin,lê
ana tu çi bêjî wê li ber govendê bigrin ,ez dikarim vê bêjim berê
mûzîk a guhdarkirinê bû û ana bûye a linga li ber her stranê govendê
digrin.
Mamoste tu mîna bavekî û serwerê malekê
gelo malbat li pêşiya hunera te
nebû asteng yan jî te çawa di karîbû dinavbera herdwan de wekheviyê
çêke?.
Na tucara malbat ji minre nebûn asteng,
berevajî vê ew pir arîkarya min dikin, hevsera min hem bav bû di
malê de û hem dê bû,ma ezbenî ev karê ku em dikin ji bo kêye? ma ne
ji bo wane ev huner tev ji bo vî geliye, ma wê çima astengiyan çêkin
bi rastî jî mal ji bo min pişt bû
ne asteng bû,ez dikarim bêjim ez di vî warî de bi
şensim.
Mamoste ger tu herê ahengekê û tu û yek ji
nifşê niha yên mûzîka nûjen
dibêjin derkevin ser dikê,lê beşdarên
ahengê piraniya wan ji wî re li çepkan xin ji bo te hijmareke pir
hindik li çepkan bide,gelo wê dîtina te çawa be di wir de??
Li gor min yê serkeftî di wê ahengê de wê
ez bim tê bê çima ji ber ku ew beşê
hindik yê ku ji minre li çepika bide ew yê ji mûzîkê famdike û zane
li çi guhdar dike û hatiye û xwe westandiye ji bo li awaz û gotinên
xweş û resen guhdar bike,yê
serkeftî wê awaz û gotinên resen bin.
Mamoste vê dema dawî li rojavayê kurdistanê
saziyek hatiye avakirin û şaxekî wê
li ewrupa jî hate damezrandin,di nava vê saziyê de hemî beşê
hunerê hene,ewhatiya damezrandin ji bo parastina çand û hunera
rojava û mafên hunermendan bi giştî,tu di xwazê di derbarê vê saziyê
de çi bêjî?.
Ger yekîtiyeke rast û durst hebe û ji bo
parastina çand û hunera kurd be pir başe
û kes nikare wê bişkîne,lê
gava herkes bêje ez mîrim ev nabe,pêwiste kesên ji çand û hunerê
fambikin di rêvebirya wê de bin,wê çaxê kes nikare bêje ev sazî bi
sernakeve lê gava ez bêjim ez mezinim û divê rêvebirî ya min be ev
nabe û wê saziyê bi vî karî têkbibe,di vê zane vê saziyê bi rêve
bibin û kesên ku tu cûda bûnê nekin navbera hunermendan ser kêşbin,ya
herî giring divê ezezî tê de tunebê û yekîtî ji dil û can hebe kes
nikare wê bişkêne û bi serkeve.
Me jî li gor halê xwe min ehmed Elî di sala
85 an de komek çêkir ji 12 kesan hemî estroment tê de hebûn lê kes
li me xwedî derneket me nikarîbû komê xwedî bikin kom belabû,
berê jî di sala 75 an de me komek çêkir ew
jî bi ser neket, yanî ez dixwazim bêjim ku kom ji bo pêşketina
hunera kurdî girîngin û bi taybetî sazî û dezgeh lê divê piştgirî
hebe ji bo bi serkevin,pir kêfa min tê gava saziyên bi vî
rengî ava dibin,ez serkeftinê ji bo vê saziyê di xwazim û hêvîdarim
ku dikarên xwe de serkeftî bin.
Mamoste ev zêdeyî çil saliye ku ku tu ji bo
çand û hunera gelê kurd xebatê dikî,gelo li gor keda te tu gihaye
mafê xwe,yanî ev sazî û dezgehên huner û raghandinê yên niha li te
xwedî derdikevin ?û gel jî li te xwedî derdikevin bi qasî xebata
te??
Gel li gora derfetên xwe li min xwedî
derdikeve û qîmetê didin hunera resen ,ji xwe li rojavayê kurdistanê
saziyê çand û hunerê heya berî çend salan jî tunebûn ku ez gazinan
ji wan bikim û yên nih jî nû xwe avadikin,lê gazina min ji dezgehên
raghandinê hene ew qet li min xwedî derneketin zêdeyî 10 radyo û
telfizyonên me hene ka hûn çend cara mehmûd ezîz di wan de
dibînin?çend CD yên mehmûd ezîz belakirine? çend kilîp ji bo wî
çêkirine? û çend hevpeyvîn bi wîre Cêkirine? bi rastî jî gazinên min
ji dezgehên raghandina kurdî hene ji xwe pêşiyan
gotiye devra ku tu hêviyan jê nekî tu gazinan jî jê nakî ,ezbenî
em hunermedên kurd pêwistiya me bi arîkarya van dezgehan heya ku
hunera me bighînin guhdarên me û hêdî bere gel hunera rast û ya ne
rast ji hev derînin em bi hukmê gel razîne,ez jî naxwazim heroj di
ekranan debim lê ji mehê carekê ducara stranên me derxînin dinya
xera nabe.stranên hunermenda hene rojê 10 cara derdixin yek stran,
di cihê wan 10 caran de tu yên hunermendên din jî derxînê ji bo wek
hevî çêbibe,hero 10 cara tu strana hunermendekî deyînê ser ekranê
milet jê haciz dibe ,li gor min ev nebaşiya
di mafê wî hunermendî de bi guherin ma stranek tenê yên wî
hunermendî li ba we hene ?.
Berî mediyên kurdî hebin qîmetê hunermendê
kurd ji anha bêhtir hebû di nav gel de.
Lê ez dîse dibêjim giringiya raghandinê ji
bo hunermend yek hevpevîn di raghandinê de bi taybetî di telfizyonê
de heberî 10 salê bê raghandinê ye.
Mamoste ger mîna van xelkên cîranên kurda
welatê me jî azad bûye,cihê mehmûd ezîz
şakir wê di kîjan (Derceyê ) de buye?.
Wele ezbenî ez nikarim bêjin ev ancix gel
karbe bersiva vê pirsa te bide.
Mamoste wek mînak cihê mihemed Elî
Şakir wê çiba ?.
Bê wesifdan ne ku birayê mine ez bêjim ew
wê di her çar kesên ewil debe,lê niha nayê naskirin kasêt derdikevin
carna navê wî jî nayê nivîsandin,wek mînak wê rojê strana min di
kurdistan tv de derket tenê Mehmud Ezîz
Şakir hatibû nivîsandin lê ew helbest ya kêye awaz ya kêye
nenvîsîne,pêwiste bipirsin berî biweşînin
ji bo mafê kesî neyê xwarin û her kes bighê mafê xwe.
Mamoste li libnan têkiliya te bi kîjan
hunermendên Erebre çêbû?
Nicim Elam hebû kêfa wî pir ji minre dihat
wî got were bibe endamê dezgehê ez bûm endamê dezgeha hunermenda (nîqabet
elfenanîn) ji bo kes elaqa xwe ji me neyînê û em karibin li ser kêfa
xwe ahengên xwe çêkin û hinek kesên din jî hene.
Mamoste li îraqê û başûrê
kurdistanê têkiliyên te bi kîjan hunermendan re çêbûn?
Elyas Xidir,Sehdûn Caber,Enwer Abdulwehab û
yên kurd jî
Îsa Berwarî ,Tehsîn Taha,Gulbuhar ,Fûad
Ahmed,Mihemd Teyîb Tahir ,Fexrî Bamerinî,Mehemed Arif,Hesen Cezrawî
û gelekî hunermendên din jî min dîtin min û Mihemed Teyb Tahir gelek
şev bi hevre çêkirin,vê dawiyê
wî dev ji hunerê berda nizanim çima hunermendekî pir başbû.
Mamosta gotina te ya dawî ji bo xwendevanên
malperê?.
Ez spasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê û
ez serkeftinê ji bo saziya we dixwazim û silav û hurmetê xwe ji bo
xwendvanan malpera we pêşkêş
dikim.
Em jî spasiya te dikin momste ku te wextê
xwe da me ji bo vê hevpeyvînê.
22.07.2007 Elmanya
hevpeyvîn
Bêrîvan Zubêr Salih
|