|
| |
|
Hevpeyvîn
Hunermend Bengî Agrî dibêje: Pêwiste em hespê afrênerya xwe di meydanên çand û hunera Kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina xelkê de.
Hevpeyvîn: Xebat Şakir 12.11.2008 Berlin/ Elmanya
Hîn asîmanê bajarê Amûdê ji keldumana goştê herijî sayî nebûbû û hîn qîrîna zarokên sînemê ji kolanên Amûda bavê Mihemed kernebûbû, Bangî Agirî çavên xwe li jiyanê vekirin, ji bo; ji agirê sînemê re bibe av û ji taristana şevên Amûdê re bibê ronahî û ji birînên dayikên kezeb şewitî re bibe melhem û ji êşa wanre sînfonî.
Hunermendê deng xweş Bengî Agrî yê ku li ber hestên wî û hêza tilîkên ku li ser perdeyên tembûrê bi hosteyî digerin, zarokên Binxeta birîndar hînî dîlana azadiyê dikin, îro li kolanên xerîbîyê gazina ji jînê dike û bi tena serê xwe di şevên Berlînê de şeyar li benda stêrika azadiyê dimîne û gula hêviyên vegerê ji kaniya hestên xwe av dide.
Ew tenûra ku Bengî Agrî bi hestên xwe himhimand û zeviya berxwedanê bi gotinên wêrek çand, îro ew tenûr bi êzingê şoreşê û reseniya stranên wî himhimye. Di buhara Bengî Agrî de reseniya peyv û awaza Kurdî diçêre û gulên wê li ber pozê evîndarên azadiyê vedibin. Bengî Agrî Ameda serhildanê di dilê xwe de mezin dike, Hewlêra berxwedanê bi hestên xwe hembêz dike, sibehên Mehabadê bi stranên xwe dixemilîne û zeviyên binxetê bi hesreta dilê xwe av dide.
Xwendevanên hêja ez di şeveke payiza Berlînê de, li hunermendê Kurd Bengî Agrî bûm mêvan bi hêviya ku ez û hûn, hinekî ji rastiya vî deng xweşî nasbikin û ji tecrîbeya wî ya hunerî sûdê wergirin min çend pirs arasteyî birêz Agirî kirin û wî jî bi dilxweşî pirsên min bersivandin.
Birêz Agrî; tu kare xwe bi xwendevanên me bide naskirin? Ez di sala 1969 an de li Amûdê hatim dinê û min xwendina xwe ya seratayî li Amûdê xwendiye û ya bilind jî li Şamê di beşê rewanşinasî (Sosyologî-ilimliştîmah) de xwendiye. Min di gelek komên mûzîkê de cî girtiye û di kovara sorgul ya ku bi zimanê Erebî li Libnanê weşana xwe dikir xebat kiriye, ev çend sale ku ez koçber im û dûrî welatê rojê bi fîzîkî dijim, lê ruh û hestên min tucara ji welat cuda nebûne û heta Bengî Agrî bijî wê Welatê wî li dîwana dilê wî rûniştî bimîne û ji bo azadiya wî biqîre.
Birêz Agrî te kengî dest bi karê hunerî kir? Destpêka karê min yê hunerî di 12 saliya min de bû, lê gava cara yekemîn ez derketim ser dikê bi koma Agirî re di sala 1988 an de bû, bi strana xwe ya (buhara li ber êvarê) ez derketim pêşberî gelê xwe, ew stran ji gotinên helbestvan Beşîr mele û awazê Derwîş Agrî bû.
Birêz Agrî te qala Koma Agrî kir, ez behwer dikim ku tu endamekî damezrêner yê koma Agirî,yî? Tu karê hinekî qala kar û xebatên koma Agirî bikî? Raste ez yek ji kesên pêşî bûm ji yên ku koma Agrî damezirandin, karê komê her çiqas ne karekî profesonal bû lê me pir karên hêja avirandin, weke mînak berhema yekemîn ya bi navê( Heyî lê nazê tu nazî ) bû destpêka gaveke hunerî li ba me, ew stran giha herderê Kurdistan û gelek hunermenda ew stran gotin. Berhema diwemîn yan jî ya sêyemîn nema tê bîra min, ya bi navê mezin Apo vê berhemê jî bi şêweykî pir balkêş dengveda û bû strana ser zimanê her kesî. Ez dixwazim vê bêjim ku koma Agrî tim li hêla gelê xwe û azadiya wî tekoşîn dide meşandin, stranên ku êş û azarên gel tîne ziman û asoyên berxwedanê li ba wî fereh dike di afrîne. Koma Agirî heya niha jî wî karî dike û ez di wê behweriyê de me ku wê berdewam be di helwesta xwe de heya roja azadiya gelê Kurd hilê, û tîrêjên wê bighê her bostek ji xaka Kurdistanê.
Birêz Agrî gelo we çend berhem bi navê koma Agrî tomar kirin heya tu li wir bû? Ez behwerdikim 11 berhem me tomar kirin û min di hemî berheman de stran gotin. Koma Agrî ji bo min bû dibistaneke mezin, û bingeh ji bo karê min yê hunerî. Xweş tê bîra min me carna zêdeyî 12 katjimêran kar dikir û em pê nedhisiyan bê dem çawa derbas dibû. Karê hunrî ne wek tu karê dine, karên din tu karê bikê bêyî ku tu jê hizbikî, lê karê hunerî bê hizkirin nabe, ji ber vê me karê xwe bi evîneke mezin û bi kêfxweşî dikir.
Birêz Agrî tu karê navê çend hunermendên endamê koma Agrî ji bo xwendevanên me bêje? Di sala 1986 an de me got emê komekê binavê koma Agrî damezrînin, wê çaxê Bengî Agrî, Peywan Erjîn, Derwîş Agrî, Hekîm Sefqan, Elî Mensûr, Şiyar Agrî, Sefqan û xweşnav di nava vî karî de hebûn, vê dawiyê Xalid, Tariq û hinek hunermendên din jî tevlî komê bûn.
Birêz Agrî te di nava komê de tenê karê Mûzîkê dikir yan te karên din jî dikirin? Min karê şano jî 6- heya 7 salan di nava komê de kir, ji wan kara hinek nav jî li li dû min heya niha jî mane, wek navê Kulî ku heya niha jî hinek heval û dostên min pê gazî min dikin. Çiqas karê me zor jî bû lê wî karî roj û bîranînên xweş li pey me hiştin.
Birêz Agrî te tenê di nav koma Agrî de stran gotine yan te bi komên din jîre stran gotine? Bê goman mebesta te li Welet e? Erê. Min di 1995 an de du stran bi koma Hêzil a Tirbespiyê re, û di 1996 an de bi koma Botan a Qamişlo re û di 1995 an de bi Koma Cûdî a Dêrikê re stran gotin e.
Birêz Agrî tu kîjan salê ji welat derketî?
Di sala 1997an de, lê ez di serî de çûm Libnanê û sê salan li wir mam ji 1997- heya meha 11.1999 an li Bêrûdê mam, wê demê min di kovara Sorgul de kar dikir, û pêre jî çend gotarên min di rojnama Diyara a Libnanî û rojanama Erebî Alheyat de hatin weşandin çend wergerên min di rojnama Azadiya welat de hatin weşandin bê goman nivîsên min bi Erebî di kovara Sorgul de jî dihatin weşandin. Wê demê me hinek karên hunerî jî kir min û Medya Rênas me koma Welatê rojê damezirand. Û bi navê koma Welatê rojê me çend şev li darxistin, me hinek ji hunermendên navdar vexwendî Libnanê kirin û bi wanre aheng li darxistin, mîna Ciwan Haco, Aramê Tîkaran, Beser Şahîn û hinek hunermendên din. Di payiza sala 1999 an de ez derbasî Eurupa bûm û ji wê demê û heya niha ez li Elmanya me.
Wê demê li Eurupa gelek hunermend, kom û sazî hebûn, gelo te xwe gihand wan? Pirsgirêkên penaberiyê dest û lingên min li kelepçan dan, min nikarî bû ez zêde tevgerê bikim û ji xwe rewşa aborî jî ne arîkar bû, ew hêla min a têkiliyan seqet ma, lê di sala 2002 an de li Berlîn Akadimiya Kurdî hebû min bi wan re hinek kar kirin, ez û hozan Eyîdin, Gulê û Onder me bi hevre di nava vê saziyê de kar kir, ana jî em karekî wisa dikin li Berlin. dan û stendinên min bi koma Berxwedan û hinek hunermendên wê re hebûn wek Seydxan û Peywan Arjîn.
Birêz Agrî te yekemîn kilîpa xwe li Eurupa çêkir, yên ji vê kilîpê hizdikin pirin û ez yek ji wanim, çawa ramana çêkirina vê kilîpê bi tere çêbû? Û çima ew stran bi tayîbetî? Me di sala 1998 an de ev stran amede kir, ji gotinên Beşîr Mele û Awazê Elî mensûr,in, lê strana ku ji hestên gel biaxife tucara kevin nabe, em tev dizanin ku par vî wextî dewleta Tirkiyê gef li şervanê azadiyê û başûrê Kurdistanê xwarin û heya niha jî zirtan dike, îca helwesta min weke hunermendekî wê çibe gelo? di behweriya min de wê karekî hunerî be ku di asta piştgiriya wan qehremanên ku welatê me ji keriyên guran diparêzin de be, min dît ku strana herî nêzîkî helwesta min ev stran e, min kilîpa wê jî bi keda xwe çêkir û mesrefa wê jî min ji berîka xwe da, ji xwe yê ku min nas dikin dizanin ku hatina min tune û carna ez li peydekirina nanê xwe diheyrim, lê gava ji bo welat be hêsanî dibe, xizanî jî stuyê welatparêziyê natewîne. Heta ku ev welat azad nebe ezê tenura sar û bêdeng bêjim.
Birêz Agrî tu karê çend malikan ji wê stranê ji xwendevanên mere bêjî? Ser çava: Em tenûra sar û bê deng, va bi xwînê himhimî Çerx û dulabê te Kurdo, rabe serxwe zîvirî Dehil û zevî şîn û zerbûn, sorgenim simbil gihan Nanê jiyana şehîdan, çi ji bona me pijî.
Teyir û tilûrên mihacir, behsa hêlînan dikin Penpenîk serbest li agir, li tewafê fitlî Tovê serbestî we çandî, hûn şehîdê nemirin Tac û roniya gelane, agrî venamirî.
Hêjayî gotinêye ku ev kilîp bi arîkariya Saziya çand û hunera Rojavayê Kurdistan û hêja Zubêr Salih û gelek heval û dostên mîna derhênerKawa Şêxê hatiya çêkirin, û spasiyeke taybet ji bo telfizyona Roj tv û MMC tv ku wan ev kilîp weşandin, bêyî arîkariya wan tu wateya kilîpê jî nedima.
Birêz Agrî tu çi cudahiyê di navbera karê hunerî yê li welat û li koçberiyê de dibînî? Ger ez rastî bêjim, cudahiyeke mezin heye, ez bi xwe gelkî bi paşketime, ji ber li vir mirov mîna rebotaye tu sibhê radibî di qotiya postê de sê çar name hene yan jî karekî din yê bîroqratî heye tu biwan mijûl dibî hew te dî meh û sal çûn, yanî radara mejî tenê bi pirsgirêkên bîroqratî ve tê girêdan, ev dihêle mejî hêdî hêdî pûç bibe û kaniya afrandinê bimiçiqe, kanî ew germiya welat? kanî ew liv û tevger? em niha li ser bîranînan dijin. Raste li vir tu dikare ji hêla madî ve, yan jî, wek derfet hertiştî peydebikî, lê di warê bi karanîna wan de tê pir zoriyê bikşînî, ji ber vê ez kesî şîret nakim ku berê xwe bidin Eurupa, ger afrênerbin li welat derfetên afrêneriyê pirin. Pêşiya gotiye; dengê daholê ji dûrve xweş e, ev gotineke bi serê xweye, dengê Eurupa ji durve pir xweş dihat guhê me, lê dîtin û bihîstin ne wek heve. Di berhemên welat de rih hebû, li vir hertişt heye lê rih tê de tune.
Birêz Agrî tu paşeroja çand û hunera Kurdî çawa dibînî? Gelo li gora hêviyên te pêşdikeve? Muzîk bi xwezayê re hatiye holê, mûzîk jî mîna matematîk, coxrafiya, biyolociyê ji xwezayê tê û pir pêwiste di jiyana miletan de, her wiha mûzîk dibe arîkarê gelek nexweşyên mirovan. Ev tê wê wateyê ku mûzîk di jiyana gelan de cihekî pêwist digre. Em dibînin îro mûzîkên xelkê pir bi pêşketine ji ber bingeha xwe ji kilasîkên xwe girtine, ew mûzîka ku kilasîk bingeh bigre wê bi hezarê salan bijî, ême em dibînin Şakiro, Arifê Cizrawî, Gerbêtê Xaço û Evdalê Zeynikê hêdî hêdî ji nav me bardikin û di cihê wan de mûzîkên bêjî derdikevin holê, ne kirasê Kurdî li wan tê û ne tu dikarê kirasekî din ji bo wan peyda bikî. Ez dikarim bêjim ku hunermendê Kurd ji rihê xwe hêdî hêdî durdikeve ji wî rihê fentazî û afrandinê dur dikeve û berê xwe didê KOPÎKIRINÊ, xwezî kopîkirineke bi zanebûn jî ba belkî hevqasî zerar nedaye hunera Kurdî, lê kopiyeke kore û bê hişe, berê civaka me ji reseniyê dughere, bi taybetî berê ciwana ji reseniya hunera Kurdî dughere ev metirsiyeke mezine li ser çand û hunera Kurdî, cihê daxiyê ku saziyên me yên raghandinê jî ji vê kopiyêre dibin arîkar bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn ya ku li ber pêlên tunekirinê diçe çand û hunera Kurdiye. Pêwiste em reseniyê bi pêşêxin resenî nayê wê wateya ku em neafrînerbin, gereke em hespê afrênerya xwe di meydanên çand û hunera Kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina xelkê de. Niha wilo li me hatiye ku em dinava bablîsoka ku tenê li dora xwe digere de dimînin, û hewil nadin ku em xwe ji vê bablîsokê rizgar bikin. Lê divê ez vê jî bêjim ku hêviyên min di vegera reseniyê de bilindin, weke ku tê gotin piştî her tevlî heviyê xweşî tê, piştî tariyê ronahî û piştî şînê şahî tê .ez bihêvîme ku dolabê reseniya hunera Kurdî dîse bi xurtî bigere û rastî hizkiryê xwe were.
Birêz Agrî te got min berê dinvîsand te çima niha dev ji nivîsandinê berdaye? Ji wê gava ku ez hatime vî welatî û heya niha hîn serê min ji kaxez û nameyên vî welatî vala nebûye û nehştine ku ez bêjim ohyayî bi vê kêlîkê. Ez bi gelek hêviyên mezin hatim Eurupa lê hêviyên min li ber bablîsoka pirsgirêkên penaberiyê çûn, dîse jî min hewl da ku ez hunera xwe li ser lingan bigrim û ger hindik be jî, ez di vê hewil danê bi serketim, min du berhem tomar kirin û kilîpek, lê nivîsandin bû qurbana penaberiyê.
Birêz Agrî bajarê Amûdê bi çî xwe tê naskirin? Gava qala Amûdê tê kirin nenormaliyek tê xweya kirin, gelo ew nenormalî çiye? Amûdî di her tiştên xwe de ne normalin, di welatparêziya xwe de, di hunera xwe de, di xwendina xwe de, mêvanperweriya xwe de, di nivîskariya xwe de, di fedekariya xwe de û di hizkirina xwede ew tim di rêza pêşî û di ser govendê dene, orte li ba Amudiyan tune, bi ken dibêje, heya dînê Amûdê jî ne dînê normalin dikene, ji ber tiştên digotin û dibêjin bawerbike kesên bi aqil jî nizanin wan bêjin. Ji ber van taybetmendiyên Amûdê, neyarê gelê Kurd zarokên Amûdê dan ber agirê kîna xwe, wan rola Amûdiyan di pêşxistina zimanê Kurdî de û di rizgariya gelê Kurde de famkirin û ji bo xwe metirsî dîtin.
Birêz Agrî wek tê xweya kirin vê demê sûka ku her baş dimeşe sûka kilîpaye, tu Rewşa kilîpên Kurdî çawa dibîne? Em ana dibînin ku gelek hunermendan berê xwe deye vîdyo kilîpan û gelek jê jî pê bûne popler, lê behwerbike heya niha kilîpên ku min dîtine û ya min jî dinav de neghane wê asta ku dilê min hênik bike, kilîpên me bûne mîna hevîrê Gars (hevîrê garis tu çiqas bistrê hevnagre) kilîpên me jî wêne û navrok hev nagrin. Mirov dikare bêje çend wêneyên xwşikin li ba hev, lê asta hunerî di wan de ne bilinde, ez dikarim bêjim Kurd hîn jî neghane asta hunera kilîpê, mirov dikare bêje karên heyî di asta hewildanên avakirina hunera kilîpa Kurdî dene. Me berê jî got heya kar neyê kirin karên baş dernakeve, yên ku kar bike wê şaşiyan jî bike, lê di dawiyê de karên pir baş wê derkevin.
Birêz Agrî ez behwerdikim ku berhemeke nû li ber destê te heye, gelo kengî ev berhema te wê bighe berdestên guhdarên te? Di 2007 an de min berhema xwe ya bi navê (Bi hesretim) belav kir û di 2008 an de min berhema xwe ya bi navê (Tê bîra te)bi arîkariya çend hunermendên ku niha li welat dijin amadekir, mîna hunermend Şiyar Agrî û Lazgîn Xalid û me bi kedeke mezin ev berhem amedekir, ez bi xwe çûm welat û ez li ser berhema xwe sekinîm, lê mixabin ev demeke ku ez li benda Mîr mûzîkê me ku bersivekê bidin min ka wê di rêya xwere vê berhemê belav bikin yan na, heya niha min tu bersiv ne erê û ne jî na ji wan negirtiye, yê min roj bi roj agir bi sebera min dikeve.
Berêz Agrî di paşerojê de çi piroje yên te hene? Ji xwe ev berhema min ya bi navê Tê bîra te li ber destê mine û ez di hewildanên belavkirina wê de me, û çêkirina kilîpekê bi navê Gula di bin topê de û kurte filîmek ji hêla derhêner Kawa Şêxê ve tê amedekirin ez jî wek lîstikvanekî tê de cih digrim. Wekî din jî ez û hunermend Gulê em koro a zarokan amededikin bi arîkariya navenda çanda Kurdî li Berlînê, koro ji 20 zarokan pêktê, û wekî din jî ez û hunermend Gulê di karekî diyo de tên ba hev.
Birêz Agrî te qala Kilîpa nû kir gelo wê kengî were weşandin? (kesreke kûr berdide û dibêje) Mixabin kilîpa min ji hêla roj tv ve hat redkirin, weke ku hunermend Rotînde ez aghedar kirim û got kilîp nayê weşandin ji ber zêde wêneyên gêrila têde hene û di deng de jî neşazî heye, ana ku bêje wêneyê gêrila tê de zêdene tê bejrandin ji ber ji navê stranê jî tê xweya kirin ku kilîp li ser welat û berxedana vî miletî ye, normale ku wêneyên gêrila têde zêdebin, tu derfetên min tunene ku ez herim ba şervanên azadiyê û wêneyên xwe biwanre bigrim yan jî amedekariyên kilîpê li wir bikim, min jî serî li tiştên heyî da li gora derfetên xwe. Lê tiştê ku nehatfamkirin ku dibêje neşazî di dengê te de heye, weke gotina bav û kala dibêje, dibê yek çû keça yekî bixwaze gava xwest bavê keçikê nebidilê wî bû ku keça xwe bide wan, îca ji wanre got ez keça xwe nadim ji ber kurê we dîne, îca qurbana teme kekê Rotînde hûn naweşînin nebêj neşazî di dengê te de heye, dîse jî ez dilê xwe nagrim derfetên min ev bûn, min dixwest guleke din jî diyarî gel û şervanên azadiyê bikim çênebû. Kekê Xebat ez behwerdikim ku dem buye dema ku mirov çend qîzika bi teqala xweyxe û kilîpan çêke. Ji bo gel û tekoşîna vî gelî çi erkên ku bikeve ser milên min ezê bi dilxweşî bikim û di meş û mêtingan de ezê hertim dinava gelê xwe debim û girêdayî şehîdên serxwebûn û azadiya vî gelî bim, kekê Xebat ma berê kilîp hebûn? yan jî telfizyon hebûn? Na lê dîse jî em ev bûn û me karê xwe dikir emê ji vir û ha de jî bi dil xweşî bikin. Min ev tev gotin ji bo çi tu zanî? Dibêjin devera meriv hêviyan jê neke meriv gazinan jî jê nake.
Birêz Agrî di dawiyê de tu dixwazê çi ji xwendevanên mere bêjî? Ez di serî de spasiya te dikim ku tu vî karê hêja dikî ji bo piştgirya hunermendan, bê goman îro hertişt buye madî lê ez dibînim bêyî ku tu, tu sûdên madî ji vî karê xwe wergirî tu bi hemî hêza xwe piştgiriya hunermendê Kurd dikî, ev jî ji bo min şanaziye ku hîn yên weke te hene. Wekî din jî ez hêvîdarim ji hemî hunermendên Kurd ku xwe dûrî kopîkirinê bikin û stranên li ser serpêhatî û jiyana gelê xwe biafrînin, ji stranên li ser xelkê bêhtir em qala êş û azarên gelê xwe bikin, qala xwezaya welatê xwe bikin. Di dawiyê de jî ez rêz û hurmetên xwe ji bo hemî gelê Kurd dibêjim, bi hêviya rojên azad her şad û bextewer bimînin.
Ez jî bi navê xwe û binavê hemî xwendevanan spasiya te dikim ku te îro ev wextê xwe yê giran buha bi mere parvekir.
Xebat Şakir Berlîn/ Elmanya
|
|