Malper hêdî..hêdî amade dibe.. SaziyaCand û Hunera Rojavayê Kurdistan ... li ser vê maile dikare bi mere têkilyê bike ...canduhuner@hotmail.com

 
 
 
                                      

 

 


 

 

Hunermend Cemal Tîrêj

ji malpera mere dibêje

Ez bi xwe navê hinek hunermend dikim hunerfiroş

Hunermendê hêja em wek malpera saziya cand ü hunera rojava spas sya te dikim ji bo te hinek ji dema xwe da me go em

vê hevpyvînê bi te cêkin

hunermend Cemal pirsa yekemîn em di xwazin nas bikin di kîjan salê de te dest bi hunerê kir .

Navê min Cemalê Tîrêje ez kurê seydayê Tîrêjim di sala 1957 an de ez hatime jiyanê,karê hunerî di sala 1980 ê de min

dest pêkiriye di nav gelek kom û komikên kurdî li rojavayê Kurdistan min cî girtîye,di sala 1986an de ez derketim dervî

welat û min cî di koma Berxwedan de girt bi rastî di koma Berxwedan de min gelek alîkarî dît ji hêla hunermendên têde bi

taybetî di warê hunerî de ta sala 1994 an de ez zîvirîm welat û ta roja îro ez berdewamim di karê xwe de .

H.cemal ci bandor li ser te bo heta tu ket warê hunerê de .

Bi rastî bandora gelek hunermendan li ser min hebû di vê hêlêî de û di wê demê de hunermend li rojavayê Kurdistan gelekî kêm bûn mîna rehmetiyê Mihemed Şêxo-Mehmûd Ezîz – Hiznî – Zubêr Salih – Saîd Gabarî ,bandora evan hunermendan li ser min hebû,lê bandora

herî mezin ya rehmetiyê bavê min bû (SeydayTîrêj).

wek em zainin berî ana tu li dervî welat cend sala ma te ci li dervî welat di warê hunerê de kir ü cima tu ji europa vegeriya disa

welatê xwe.

Raste ez çend sala li dervî welat mam wek berî nuha min got , min di koma Berxwedan de cî girt ,û min gelek sûd jê girt lê jiyana

dervî welat bi min gelekî zor dihat ,her dem di xewnê xwe de min welat didît , ma gelo ku derfet hebe mirov li welat bijî wê kes li dervî welat bimîne ,

raste hinekî rewş li welat ne wek rewşa Ewrupa ye lê rojekê li welat hêjaye ku mirov jiyana xwe temenê wê bide.

H.Cemal em karin nas bikin te cend stran cêkirin ü kê ji hunermenda stranê te gotin ü cend berhemê te hene heta ana

Heta vê gavê 3 berhemê min yê belavkirî hene

1- kasêta Serhildan-li Ewrupa di riya koma Berxwedan de hate weşandin.

2- Kasêta Sînor-ew jî di riya koma Berxwedan re .

3- Kasêta Destan-li welat hat weşandin û di riya Mîr Mozîk li Ewrupa belav bû.

4- Kasêta Tu Dizanî nuha amede dibe di demek nêzîk de wê bê weşandin,herweha di gelek komên hundirî welat û dervî welat bi taybetî koma

Berxwedan de min cî girtiye

Belê gelek sitranên min hunermendên hêja gotine mîna Xelîl Xemgîn – Seydxan – û gelek hunermendên din , û ez xwe serfiraz dibînim

dema ku ez dibînim ku hunermendek sitranên min dibêje û ez pir kêfxweş dibim

em nerîna te di xwazin di hunera kurdî bi gishtî de ü gelo hunera me gihashtiye ci qunaxê

Dema ku mirov li ser hunara kurdî bi’axive demek gelek dirêj jêr gereke , lê bi kurtayî hunera kurdî di vê rojê de bûye hunerek balkêş

û gelek hunermend hene bi rengekî ekadîmî vê hunerê pêşde dibin, lê ji hêla din jî gelek hene xwe wek hunermendan dibînin lê bi rastî ew dûrî

 hunerê ne û vê hunerê bi rengekî çewt bi kar tînin ango mebesta wan çawa diravan qezenc bikin, ez bi xwe navê wan dikim hunerfiroş.

H.cemal. ev demek dirêj go deng ji te nayê em karin sedemê nas bikin gelo tu tishkî pir balkêsh hazir dike ji bo hezkiryê xwe

yan sedemek din heye go deng ji te nayê ji ber beshekî mezin ji gelê kurd ji dengê te ü stranê te hez dikirin ji kerema xwere

xwendevanê me ruhnî bike

Mirov dema bixwaze tiştekî bide gelê xwe divê li gor bilindaya wî gelî be hunermend ne tenê bi pirbûna kasêt û CD ya ye divê huner

kwalîta xwe hebe .

....

H.Cemal.pirsek di bala te de bo ü me ji te nekir em di xwazin tu tishtê di bala xwede ji xwendevanê mere ü hezkiryê xwere bêje

Belê bi rastî gelek pirs hene lê tenê karim bibêjim

Çima ev ragihandênên me yên kurdî cûdayê naxin nav hunera resen û hunera hunerfiroşa bi rastî ev pirse û bersive jî, wek nerînekê di ragehandinên

kurdî de gerek wek komîtekê hebe li gotin û awaz û deng kontirol bike .

Hunermend :Cemal tîrêj wek tu agah dare me wek hunermendê roj ava me saziyek xwe damezrandîye em di xweazin tu hinekî ser

vê saziyê bi axive ü nerîna xwe bîne ziman.

Bi rastî zasiyek wek vê saziyê pir dereng ket gerek ev sazî berî çend salan çêbiba lê dîsa çêbûna wê serfiraziyeke ji hemû karê

hunerî re ta roja îro li rojavayî kurdistan gelek sazî çêbûn lê tenê bi nav man û zû jî têkveçûn lê ku mirov li saziya we dinere em dibînin ku hûn gavin

girîng davêjin hêvî ewe ku ev sazî berdewam bike û li hemû hunermendan û beşê hunerê xwedî derkeve , bawer dikim dema ku ser vê rêçê bimeşin

wê bi serkeve ji ber em dibînin ku rengareng hunermendên bi nav û den cî têde digrin

Bi rastî ev tiştekî balkêşe û bawerîkê dide ku wê ev sazî biserkeve û ez bawerim wê bi serkeve, ji ber gavên ku tên avêtin bi zanebûn tên avêtin

û ev mirov dilxweş dike û baweriyê zêde dike û serkeftinê ji we re û ji xwe re dixwazim di vê saziyê de.

Hunermend cemal.di dawî de em pir sipasya te dikin ji bo vê hevpeyvînê ü gotina te ya dawî

ji bo xwendevanê me .

Gotina min ya dawî eger em bixwazin biserkevin em li xwîna şehêdên xwe li axa xwe li dezgeh û saziyê xwe û kevnetora xwe ya kurdî xwedî derkevin,bawer dikim dema ku mirov bi vê ramanê nêzîk bibe emê serkeftî bin û bi hêvî me milletê me tev bi vî rengî birame

Û sipas ji we re ku we ev derfet da min ku ez karibin nerînê xwe û ramanên xwe ji we re û ji gelê xwe re bînim ziman

Serkeftin ji we û ji karê we re

Cemal ê Tîrêj . Rojavayî kurdistan

Hevpeyvîn . S.C.H.K.S