Malper hêdî..hêdî amade dibe.. SaziyaCand û Hunera Rojavayê Kurdistan ... li ser vê maile dikare bi mere têkilyê bike ...canduhuner@hotmail.com

 
 
 
                                      

 

Hunermed

Brader Musîkî

Hevpeyvîn bi hunermendê navdar  Brader Musîkî re.

 

Birader Musîkî :

 Xalê kî hebe ew îro hunermendê herî populere,

Ev saleke CD ya min amedeye mixabin ez bi tenê lê guhdarî dikim

Ka kiyê wê bighîne berdestên guhdaran?.

Ger bi nan û pîvazê jî bijîm ezê hunera xwe berdewam bikim.

 

 

Mamoste di dest pêkêde em bi navê saziya çand û hunera Rojavayê kurdistanê

spasiya te dikim ku te dema xwe ji bo me veqetand û ku em karibin vê hevpeyvînê bi tere çêkin

Ez jî sipasiya we dikim û serkeftinê ji saziya were di xwazim.

...

Mamoste Brader Musîkî ez hezdikim destpêka te nas bikim,bê çi bandor li te bû ku tu avêtî

deriya hunerê?,hevîdarim tu vê destpêka xwe ji bo xwendevanê me û hezkiriyên xwe tu ji mere zelal bikî?.

Bawerim çîroka hunermendên me bigiştî hinekî nezikî hevin,ya bavê me ya cînarê me yan jî yekî ji gundê me bandor li me kiriye ku em bi hunerê ve hatine girêdan,Lê ya bingehîn ewe ku cewherek bi merovanre hebe ji xwe meriv weka hunermend tê dunyayê.ya min jî bavê min dengbêj bû.lê ji malê ez tenê bûm rêwiyê hunerê ger hunermendî ev be.dêmekî ew cewherê hunerî biminre jî hebû û bandora bavê min hişt ku ez bêtir ber bi hunerê ve bilezînim.

Mamoste çend berhemên te heta roja îro hene?.

Heta niha 10 album ù celikek min heye.

Mamoste gelo dema te dest bi hunerê kir tu astengî ji tere derketin yan na û heger hebûn çibûn ew astengî?.

Dema min dest bi hunerê kir û heta niha jî astengî ne qediyane,beriya her tiştî bavê min feqîrbû min nikaribû amurekê pê bidim kirîn,ptiî birayê min tembûrek ji minre peydakir û ez hinekî hînî stran û awazan bûm dewletê ez avêtim zindanê û her dem zextên dewletê li ser hunermendên me hebûn.pistî wê xerîbiyê destpêkir.niha em li dervayî welatin.qedexe tune û li vir û dewleta dagirker jî tune.lê partî û saziyên me astengan derdixin.ev saleke albuma min amadeye lê ez nikarim bidim çapkirin.wekî din Korsanî jî astengiyeke mezine,îro ji bona hunermendên me.Mixabin tiştekî hesan tuneye.

Ez bi her awayî bi tunebuna male dinyê razîme lê bi astengiya li pêşiya hunera xwe ne razîme,ez ji fbelengaziyê ne acizim.lê dema hunermendek nikaribe berhema xwe bigihîne gele xwe li ba min ji mirinê jî zahmettire.

 

Mamoste, wek ez di zanim jiyana hunermend di keve xizmeta hunera wî û gelê wî de,

pirsa min eve gelo wek te huner da te wisa stend jî ji vê hunerê û ji gelê xwe bi tayîbet? hêvîdarim tu bersiva min vekirî bidê.

Bawerim min bersiva te li jor da.min jî weke gelek dengbêj û stranbêjên me gelek berhem dane vî gelî û ji gelê xwe gelekî hezdikim.ji ber tayîbetmendiyên me mixabin em dikarin tenê manewiyatê bi şûnde wergirin.Berhem derxistin jî bi çepik û spasiyan dernakevin û çapnabin.weka min li jorê jî got albuma min ev saleke li ba mine.heroj guhdardikim.Lê mixabin gelê min nikare guhdarbike.

 

 

Mamoste, ez bawerim tu di çend filman de jî leystiye, gelo ew yek xwesteka te bû yan wisa ji te hat xwestin ku tu di van filiman de bilîze? heger xwesteka te bû çima ev yek nehat berdewam kirin ji ber tîpê te tîpekî taybete û ez bawerim heger te berdewam bikira te karî bû rolek pir mezin di nav vî beşê hunerê de jî bilîsta.

keko ji bona muzikê Kurda ez keşifkirime ku ez kirime hunermend.Huner li min kirin bela û ez birçî hiştime.dîse jî mala wan ava be.heta ji min hat min xwest misyona xwe di warê siyasî,çandî û hunerî de pêk bînim û her ezê di vê rê de berdewambikim.bi nan u pivazê jî be ezê stranên xwe çêkim û bêjim.

Lê ji bona sînema Holandiyan ez kesifkirim.Lê ji bona sînma ya holandiyan yekî Kurd çiqas ehlê sînema be jî biyaniye.ançax mijarek li ser xerîba be cih didine min.Lê sinemavanên Kurda li min hayînebûne.

Gelek suretên me yên sînema hene gelek kabiliyetên me yên sinema hene.lê sinema me tuneye.bazara wê tune.

Weke muzika me aktif nebuye.îro perê kê hebe dikare bive muzîkvan û di televizyonanade derkeve.lê sînema tene bi pera nabe.fizik u kabiliyet jî lazime.sinema karekî gelekî giran u ilmekî kûre.Ez gelekî xemgînim ku we yekî biyanî rola BARZANI yê nemir bileyze.Helbet omer serif actoreki mezine.Lê ew ciqas mezin be jî nikare bi kurdî bi girî ,bi Kurdî bikene û bi Kurdî hêrs bibe. Hinek sinemavanên me derketine ew karên baş dikin ,lê gerek nekevin ber bayê popilizim u timaya malê dinya ye.

Birêz Gobadî u Huner nimuneyên başin.

Ev 2 sale li holanda li gel karê muzîkê ez karê tiyatro jî dikim.em li Holanda li 70 bajarî derketin ser dika şano.ez hem şano û hem jî muzîka zindî peşkêş dikim.mixabin mijara me li ser cinayetên namusê ne.emê meha 10 herin amerîka newyorkê.emê 3 hefteyan li wir jî derkevin ser dika şano.lê haya Kurda jê tune.min televizyonên me ji bona xebata me ya li holanda agehdarkirin lê nehatin.wê çaxê dilê min li ser şanogerên me bêhtir êşiya.min got rewşa wan ji ya muzîk jena jî girantire.em dîsa dema li tembûrê dixin gel di cive.lê şanoya me yekcar bêxwediye mixabin.

Mamoste.ez di xwazim nerîna te li ser hunera gelê kurd bi giştî gelo li gor dîtina te ew di çi qunaxê deye îro?.

Keko hunera me di qonaxeke teng deye mixabin.Huner buye pere pere jî ne di temburê deye.di berika xalo deye.xalê kê hebe pişta wî naye erdê û ew îro hunermendê herî populere.bijî muzîka kilîpan û bijî televizyanên me ku nikarin wan berheman li bêjinga hunerê xin.

Ev jî zirarê dide zarokên me.jenerasiona nû di fikirin ku huner wisa ye.yanî temburek,kamerayek u keçikek fermo kilîp u hunera me.Kê dizane evdalê zeynikêakiro,Abdulhadi kiye.Reso kiye çi digot?çawa digotin?pêşbirkeke pir xerab heye îro.eve 7 salin min vidyo kilîp çênekirine.lê kilîpa Harunê min hîna jî di rojevê deye.tiştekî din ku ez bêjim tune.

Mamoste,dengê te dengekî pir bi şewate gelo bandora jiyana te ya taybet liser dengê te bo yan jî dengekî xwezay ye?.

Keko tu jî hunermendekî ku ez jê hezdikim.ma dengê zirnê ji defê û dengê defê ji tenekê tè?.her amûr dengê xwe li gorî xwe derdixe.helbet bi qandî bandora fizîkî bandora jiyana meriv jî reng dide dengê meriv.naveroka stranan jî bandorê li ser deng dike.

 

Mamoste ,gelo çima gel li hunermendê xwe xwedî dernakeve wek gelê dunya yên din?

gelo ji bê welatiye yan milet fêrî vê yekê ne buye?.

kekê min gel li me xwedî derdikeve û ji me hezdike lê saziyên me tunene ku bersiva me bidin.yên hene jî rola xwe baş naleyzin.pirsgirêk divirdeye.

 

Mamoste,wek hûn zanin hunermendê Rojava saziyek xwe damezrandine

tu di derbarê vê saziyê de dibêjî çi? ji bo ku biser keve û ev sazî li ser lingê xwe bisekine divê çi bike?

saziya we ser xerêbe.ger hûn bixwazin bi serkevin xwe tucarî weka saziya aliyekî nebînin.deriyê xwe ji hemî hunermendanre vekin û bila deriye we bilindbe ku hemî hunermend karibin têre derbasbin.Yanî ne heremîbin netewîbin hunê bi serkevin insallah.

Mamoste,em di hevpeyvînekê de nikarin dîroka we ya dûr û dirêj tevî nas bikin

ji ber dîrokek zengîne ji bo vê yekê em di dawî de gelekî spasiya te dikim û serkeftinê ji kar ü xebata tere ya pîroz hêvîdikin.

Ez ji sipasiya we dikim û her serkeftin para we be.ez bawerim emê bi hevdunre bi hêztirbin.

 

Gotina we ya dawî ji bo

hezkiriyê we û malpera Saziya Çand û Hunera Rojavayê kurdistanê çine?.

Ez xwe weka endamekî hemî saziyên hunerê yên Kurdistanî dibînim û her timî ji bona xizmetê ama de me.

Ji bona malpera we jî çi berhemên min hebin di xizmeta malpera weda ne û ezê we bi şopînim her serkeftî bin di karê xwe de.

Zor spas û silav bo xwendevanan.

 

......

..S:C:H:K:S

02.08.2007 Holenda