|
| |
![]()
Kurtegotinek
Ev pirtûk ji gotinên stiranan pêk tê.Li cem miletên din, diyardeya nivîsandina gotinên stiranan, bêtir tê naskirin. Di kurdî de, hema hema navên ku tenê di vî warî de bi giranî kar kirine, nayên dîtin. hebin jî, pir kêmin. Ango zemîneke xurt tune ku afirênerê vî hunerî pala xwe bidê û berhemên xwe yên nû pêşkêş bike. Gotinên stiranan ne helbestin, lê ji giyanê helbestê ne dûrin, ne pexşanin, lê ji taybetmendiyên pexşanê ne dûrin. Hunereke wisaye ku cihê xwe di navbera helbest û pexşanê de digre. Ji destpêkê de, di qada stirana kurdî de, kurdan guh nedaye destnîşnkirina xwediyên gotinên stiranên xwe. Piraniya caran mafê nivîskarên stiranan li ber bayê navûdengiya stiranbêjan çûye. Dem hatiye ku kesên têkildarî qada muzîk û stirana kurdî vê kêmasiya mezin ji holê rakin û hîmek ji hîmên bingehîn yên stiranê, ku gotinên wê ne, bi awayekî, bê parastin. Bê guman pêwistiya me kurdan jî bi karekî wisa heye ku gotinên stiranên me nemînin girtiyên CD û kasêtan, belê weke pirtûk jî bêne berhevkirin û çapkirin. Ev pirtûka Kerîm Ehmed jî, di vê çarçovê de gaveke di riyeke dirust û dirêj de.
Helîm Yûsiv
|
![]()
Girtiyên Rojavayê Kurdistan
Xebat Şakir 22.06.2009 Oldenburg/ Almanya
Ji rojavayê Kurdistan, rojavayê ku di bin potîn û beryarên nijadperestên Bess de digevize, banga dîlên azadiyên ji ojdanê mirovatiyê re, ji ojdanê xwedî bextan re, ji ojdanê pênûsên azad û kesayetên welatparêz re heye.
Tenê ji serê sala 2009 an û vir ve zêdeyî 250 î girtî ketine zindanên rêcîma Behss û her wiha jî bi sedan yên ku hatine girtin û berdan hene. Esas meriv dikare bêje piştî beryarnama 49 an a ku di 10.09.2008 an de ji hêla rêcîma Sûrî ve ket jiyanê, gelê Kurd li Rojavayê Kurdstanê tev di girtîheke vekrî de dije. Em tev di zanin bê bi çi hovîtiyê bavê Cudî ( Ahmed Huseyîn) di zindana rêcîma Bess de û her wiha jî, kevne parlementerê Kurd Mamoste Osman Silêman bi îşkenceya muxaberatên partiya Bess hat şehîd kirin.
Ji bo kesî din di zindanan de şehîd nekeve, pêwiste em tev bi yek dengî li girtiyên xwe xwedî derkevin û piştgiriyê bidin çalakiyên ji bo girtiyan.
Yek ji van çalakiya 27 ê Hezîranê li bajarê Herne a Almanya ye.
27 ê Hezîranê roja ku em tev bi girtiyên xwe re dengê xwe bikin yek, roja ku em tev li dora ala azadiyê ya ku di destê wan de li ba debe de li hev civin, roja xîreta netewiye, roja ku em hisabên biçûk li aliyekî deynin û bibin xelekên ji agir li dora girtiyên azadiyê, roja ku em tev bi hev re bêjin êdî bese ji belabûnê re, bese ji zilimê re. Navnîşana vê hevgirtinê 27.06.2009 li bajarê Herne ye. Salona Melodie Am groß markt 13 44653 Herne/Almanya
Gelo em kurdê Rojavayê Kurdistan li Eurupa, emê çiqasî li vê çalakiyê xwedî derkevin? Emê çiqasî ji bo serkeftina vî karê pîroz ked û xebatê bikin? Bi tayîbetî Rewşenbîr, Hunermend û siyasetmedarên kurd li Almanya wê çiqasî piştgiryê bidin vê çalakiya hêja?
Ez bihêvîme ku ji bo serkeftina şeva Herne û kempaniya bi dîlên azadiyê re her kes bi erkê xwe rabe û li girtiyên xwe xwedî derkeve û destê arîkariyê bi wan qehreman ve dirêj bike.
Ji bo piştgirya dîlên azadiyê Dengê xwe hilde. Bera li asîmanê bajarê Şamê bilind bibe, bera di kerika guhê mijokên xwînê de bijene, bera bibe hêvî, di dilê zarokên paşerojê de, bera, bi dengê tembûra Binxetê re binale û biqîre, dengê xwe hinekî din hilde, û hinekî din hilde, û hinekî din hilde, Ji bo fedî bikin, neyarên azadiyê dijminê miletan, dijên wekheviyê, û bi hêrivin kelihên zilmê, zincîrên koletiyê, dengê xwe hinekî din hilde û hinekî din hilde ji bo geş bibin stêrikên azad, ronî bikin tariya şevê û şa bibe dilê girtiyan li bajarê Şamê, Şa bibe dilê girtiyan li zindanên Kurdistanê şah bibe dilê dayika girtiyên azadiyê dengê xwe hinekî din hilde, û hinekî din hilde, û hinekî din hilde. Ji bo li hev bicivin penaberên Kurd li kolanên xelkê, û bifirînin kevokên sipî nîşana aşîtiyê, bilind bike dengê xwe bighîne zanyarên dinê, daku binvîsin li ser doza hêsîr û girtiyên li Şamê, bilind bike dengê xwe, ji bo dengê azad nemirê, dengê xwe hinekî din hilde, û hinekî din hilde, û hinekî din hilde.
|
Gava ku masî tî dibin- romanek e nû |